Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Êrîşên li ser jinan bi plan û rêxistinkirî ne

Hevserokatiya Koseya Rêveber a KCK’ê li ser bûyerên dest dirêjiyê ya li ser jin û zarokan a li Kurdistanê diyar kir ku bi ‘plan û rêxistinkirî’ ye, diyar kir ku dixwazin mirovên Kurd ‘wisa bikin ku xwedî li nirxên civakî û gel dernekevin’.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/07/2020 - 17:12
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên li ser jinan û zarokan daxuyaniyek da, bal kişand ku mêtinger destdirêjiya li jinê weke rêyekê ku li her derê vîna gel bişkîne bikar tîne KCK’ê got: “Dikin armanc ku di kesayeta jinê de vîna vîna wê bişkîne û wisa bike ku nikaribe li ber xwe bide.”

FUHÛŞ Û MADEYÊN HIŞMBER BI DESTÊ DEWLETÊ TÊN KIRIN

KCK’ê ev got:

“Di demê dawî de bûyerên destdirêjiyê ya li ser zarok û jinan a li Kurdistanê zêdetir bûne. Piraniya berpirsên van jî serbaz, çawîşên pispor, polîs û cerdevanin. Bi van êrîşên ku şerên taybet birêve dibin, sîxûr in. Destdirêjiya ku li Kurdistanê tên kirin bi temamî polîtîk in. Yek ji êrîşên bi planên şerê qirêj ên polîtîkayên qirker ên li ser gelê Kurd e. Li Kurdistanê fûhûş û madeyên hişber bi destê dewletê tên pêşxistin, êrîşên destdirêjiyê jî bi heman armancê tên kirin.

DI KESAYETA JINÊ DE DIXWAZIN VÎNA GELÊ KURD BIŞKÎNIN

Çawa ku sala 1990’î bi çi armancê gund hatin şewitandin, kuştinên kiryarên wan nediyar hatin pêkanîn, êrîşî serhildanan kirin, bi hezaran jin, zarok, ciwan û kal qetil kirin, destdirêjiya li jin û zarokên Kurd jî bi heman armancê tên kirin. Çawa ku îro bi hezaran siyasetmedar û welatparêz girtîne, her roj bi dehan Kurd ji ber ku tenê welatparêz in, ji ber ku xwedî li Kurdbûnê derdikevin tên girtin, girtina jinên Kurd, tên êşkencekirin, çawa ku li kolanan zext û zordariyê lê dikin, pêkanîna êşkenceyê gihiştibe temenê zarokên 6-7 salî, êrîşên destdirêjiyê jî bi vê sedemê tên kirin. Dikin armanc ku di kesayeta jinê de vîna Kurdan bişkînin û bikin ku nikaribin li ber xwe bidin.

Dikin armanc ku di kesayeta jinê de vîna gelê Kurd bişkînin. ji aliyê yên ku xirabî li gelê Kurd kirin ji bo xwe kirine terzek ê şer, bi plan û rêxistinkîr tên kirin. Ev tenê yên ji aliyê raya giştî ve hatin parvekirin in. Yên ku nehatine bihîstin qat bi qat ji vê zêdetirin.

DIXWAZIN CIVAKÎBÛNA KURDAN BELAV BIKIN

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker li ser Kurdan qirkirineke civakî pêk tîne. Li aliyekê hêza qirkirina civakê û li aliyê din jî ji bo belavkirina civakê kemalîzim û çanda wê pêş dixe, li aliyê din jî şerê taybet bi polîtîkaya sosyal re, li aliyê din jî êrîşên destdirêjiyê dikin. Bi belavkirina exlaq û civakîbûna Kurdan, dixwazin wisa bikin ku nikaribin xwedî li nirxên civakî û çanda xwe derkevin. Bi vê yekê dixwazin bi kuştina civakîbûnê ya çavkaniya herî bingehîn a Kurdan bi êrîşên qirker vê astengiya herî mezin a pêşiya xwe bişkîne.

ÇETEYÊN XERABIYÊ

Tişta ku desthilatdariya AKP û MHP’ê dike tê wateya ku dema hêzên dagirker dikevin welatekî wan tiştan dike. Serbaz, çawiş û polîsên şerê taybet Kurdistanê wekî erdnîgariyeke dagirkirî dibîne. Tecawiza jinên Kurd wekî mafekî dagirkeriyê dibîne. Tayyîp Erdogan çend sal berê gotibû heke jin be, zarok be jî çi hewce bike, pêk bînin. AKP’yiyan digotin me di rabirdûyê de nedikuşt, digirt. Lê a niha jî nakujin lê destdirêjî dikin!

Desthilatdariya AKP û MHP’ê li hemberî Kurdan wekî çeteyên xerabiyê tevdigerin. Çeteyên taybet ên vê xerabiyê di nav xwe de dibêjin gelo em îro çi tiştên xerab bînin serê gelê Kurd.

BÊDENGÎ TÊ WATEYA QEDANDINA NIRXÊN CIVAKÎ

Jin di seranserî dîrokê de bûne afirîner û sembola gelê Kurd. Îro jî di warê avakirina nirxên Kurdan de li herî pêş in. Ji ber vê jî di demên dawîn de herî zêde jinên Kurd dikin hedef û digirin. Girtin, êşkence û destdirêjiya li ser jinan bi heman armancê tê kirin. Ev êrîş ji ber civakîbûna gelê Kurd e. Bi van êrîşan re dixwazin jinên bê îrade biafirînin. Bêdengiya li hemberî van êrîşên li ser jinên Kurd tê wateya qedandina nirxên civakî yên gelê Kurd.

DEMA WÊ HATIYE!

Gelê Kurd berê jî li hemberî van êrîşên dagirker û mêtingeran serî hildane. Mêtingerên qirker bi êrîşên girtin û destdirêjiya êrîşên qirkirinê zêdetir kirine. Divê em helwesta pêşîyên xwe, dayik û jinên ciwan ên gerîla îro dîsa nîşan bidin. Jinên Kurd ên ciwan ji bo avakirina welatekî ku mêtingerên qirker nikarin tu xerabiyan bikin, derketine ser çiyan û ji bo Kurdistanê şehîd bûne.

Gelê me yê hêja, mêtinger tecawiza li ser jinan wekî rêya şikandina îradeya gel pêk anîne. Ev êrîş di şexsê jin û zarokên keç de li dijî gelê Kurd e. Destdirêjî gelê Kurd tê kirin. Di vî warî de bi nirxên xwe yên civakî em li dijî vê êrîşkariyê rabin ser pêyan. Em nehêlin ku jinên me werin girtin û destdirêjî wan were kirin. Divê em nîşan bidin ku destê dirêjî gelê Kurd dibe, were şikandin.

Bi berxwedana li dijî faşîzma AKP û MHP’ê heta ku ev êrîşên mêtinger neyê şikandin, nabe ku ev êrîş bisekinin. Ji ber vê jî li dijî êrîşa li ser jinan em têkoşînê bikin têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê. Em Kurdistana Azad ava bikin a ku nikaribin dest dirêjî jin û zarokên Kurdan were kirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Wanê zextên li ser girtiyan zêde bû

Nivîsa Pêş

Hêzên Gerîla li Şeşdarê li leşkerên dagirker da: Kuştî û birîndarên dijmin hene

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîlayan li Qersê li hêzên operasyonê dan

Hêzên Gerîla li Şeşdarê li leşkerên dagirker da: Kuştî û birîndarên dijmin hene

ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2020’AN

ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020’AN

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.