Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şehîdên Parîsê li Dersim,Mêrsîn û Mereşê hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihên lê hatin veşartin hatin bibîranîn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/01/2020 - 21:49
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Şehîdên Parîsê li Dersim,Mêrsîn û Mereşê hatin bibîranîn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Sakînê Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hatin qetilirkin li bajarên lê hatibûn definkirin hatin bibîranîn.

Sakîne Cansiz li Dersimê û Fîdan Dogan jî li Mereşê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bîranîna Leyla Şaylemez a li Mêrsînê, ji ber talûkeya provokasyonê nehat li dar xistin.

DERSİM

Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê û Tevgera Jinên Azad (TJA) berî biçin li ser gora Sakîne Cansiz, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr çalakiya bîranên li dar xistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn û gelek jin beşdarî bîranê bûn.

Di bîranînê de wêneyên Cansiz, Fîdan Şaylemez û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatibûn kuştin, hatin vekirin.

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, di bîranînê de axivî û wiha got: “Bi Komkujiya li Parîsê, têkoşîna jinan rast rast hedef girtin. Sakîne Cansiz pêşenga têkoşîna azadiya jinan bû. Cansiz tu carî li hemberî îşkence û zilma dewletê serî ne tewand û bi berxwedana xwe bibû sembol. Em soz didin ku emê şer û bîranîna Sakîneyan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî, bal kişand ser komkujiya Parîsê û wiha axivî: “Ev komkujî bi destên hêzên tarî pêk hat. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê derp bikin, ev komkûjî kirin. Ligel hemû komkujiyên pêk hatin jî, vî gelî tu carî serî netewand. Emê heya dawiya têkoşîna hevalên xwe yên li Parîs û Sîlopî hatin qetilkirin dewam bikin.”

Piştî daxuyaniya li avahiya partiyê, girtse çû Goristana Asrî ya Şaredariyê ser gora Sakîne Cansiz. Jinan qûrnefîl danîn ser gora Cansiz û mûm pêxistin.

Dûre jin, cardin derbasî avahiya partiyê bûn û sînevîzyona darbarê jiyan û têkoşîna Cansiz de hatibû amedekirin, temaşe kirin.

MEREŞ

Fîdan Dogan a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Gundê Hançiplak a bajaroka Bariş a navçeya Nûrhak a Mereşê hat bîranîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP’ê yên navçe û bajarên Dîlokê, Rihayê, Semsûrê û Mereşê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Polîsan berî bîranînên, goristan bi maşiyên zirxî dorpêç kirin û welatiyên bi navê Îbrahîm Ûsta û Ahmet Taş ên pankarta wêneyên 3 siyasetdarên jin li ser hilgirtin, binçavkirin. Bajaran a HDP’î li ser gora Fîdan Dogan axivî û got: “7 sal bi ser komkujiyê re derbas bû. Lê heya niha tu gav nehatiye avêtin. Piştî mirina Omer Guney jî dosyeya dozê hat girtin.”

Başaran, anî ziman ku bi vê komkujiyê xwestin ku têkoşîna jinên Kurd tune bikin û wiha axivî: “Ev êş hîna jî pir nû ye. Têkoşîna 3 jinên Kurd li ser avakirina aştî, wekhevî û jiyaneke azad bû. Em ê vê têkoşînê hin mezintir bikin û em ê tu carî bes nekin. Girseyê piştî axaftina Başaran, qûrnefîl danîn ser gora Dogan.

Başaran û kesên pê re dûre çûn serdana malbata Elîf Kisa.

MÊRSÎN

Endamên Meclîsa Jinan ên HDP’ê yên Mêrsîn û Edeneyê jî, xwestin li Goristana Guneykent a navçeya Toroslar a Mêrsînê Leyla Şaylemez li ser gora wê, bi bîr bînin. Lê ji ber ku 2 leşkerên duh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan li heman goristanê hatin definkirin, bi talûkeya provokasyonê bîranîn li dar nexistin.

Jinan li ser vê yekê ji bo Leyla Şaylemez li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê çalakiya bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de wêneyên Cansiz, Fîdan û Şaylemz hatin vekirin û ji bo wan find hatin pêxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, sînevîzyon hat temaşe kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Silêmaniyê wê 3’ê jinên şoreşger bên bibîranîn

Nivîsa Pêş

ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2020’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 20’Ê ADARÊ 2019’AN

ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2020’AN

NIRXANDIN – Azadbûn, Di Wateyekê De Hêza Nîqaşkirin, Bîryar Girtin û Meşandina Têkiliyên Di Navbera Kesayetan De Îfade Dike

NIRXANDIN - Azadbûn, Di Wateyekê De Hêza Nîqaşkirin, Bîryar Girtin û Meşandina Têkiliyên Di Navbera Kesayetan De Îfade Dike

Manşet

  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran
  • Gelê Kurd Bi Rihê Serhildanê Li Kolanan e
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.