Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mazlum Ebdî: Daxwaza Erdogan ewlekarî nîne, dagirkerî ye

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku mekanîzmaya ewlekariyê ya ku QSD jî tevlî bûye bi rê ve diçe, lê belê tevî vê yekê Serokkomarê Tirk Erdogan di hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî de plana dagirkirinê pêşkêşî bazarê kiriye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/10/2019 - 10:11
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 4 mins read
A A
Mazlum Ebdî: Daxwaza Erdogan ewlekarî nîne, dagirkerî ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bû mêvanê bernameya ‘Alternatîf Gundem’ a Medya Haber TV ku ji aliyê Bariş Boyraz ve hate pêşkêşkirin û rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

‘HERÊMA WÎ YA EWLE’ XEYAL E

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Ebdî diyar kir, Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi axaftina xwe nîşan da ku dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, ji bo vê plana wî amade ye û ev yek bi rengekî eşkere ji tevahiya dinyayê re ragihand. Ebdî got, “Eşkere ye ku planeke guhertina nifûsê ye (bê Kurd kirinê), planeke dagirkeriyê ye. Nepêkane ku pêk were. Ne em, gelên Sûriyeyê ne jî hêzeke navneteweyî dikare vê planê qebûl bike. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firsendê nade vê planê. Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala û bêxwedî nîne. Tiştekî xeyalî ye ku hinekan bînin van herêman, ji wan re bajaran, gundan ava bikin, zeviyên çandiniyê li wan belav bikin. Ti carî nepêkane ku di pratîkê de pêk were.

‘HER KES DIKARE VEGERE MALA XWE’

Ya ku em û her kes qebûl dike bi vî rengî ye: koçber hemû, çi li Tirkiyeyê çi jî li devereke din her kes dikare vegere xaka xwe, dikare vegere mala xwe. Ya ku di çarçoveya ‘mekanîzmaya ewlekariyê’ de me qebûl kirine wiha ye. Yên ku ji van herêman bi zorê koçber bûne dikarin vegerin warê xwe. Wê piştgirî ji vegera wan re bê dayin. Di vir de tenê şertek heye; yên ku vegeriyane eger li dijî gel sûc kiribin wê der barê wan de edalet bê bikaranîn. Li pêşiya kesî astengî nîne.”

‘MEKANÎZMAYA EWLEKARIYA SÎNOR BI RÊ VE DIÇE’

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Ebdî destnîşan kir ku ‘Mekanîzmaya Ewlekariya Sînor’ lihevkirinek e û ev lihevkirin di navbera DYE û Tirkiyeyê û DYE û QSD’ê de hatiye kirin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Ebdî got, “Divê mekanîzma di sê qonaxan de pêk were. Heta niha bêyî pirsgirêkê dom kir. Bi navê QSD’ê me heta niha berpirsyariyên xwe pêk anîn. Em dikarin bêjin ku teqwîma ku di nava vê lihevkirinê de hate destnîşankirin bi rengekî baş bi rê ve diçe. Avêtina hin gavan diviyabû heta dawiya vê mehê temam bibûna. Ev pêk hatin; hin qonax hene ku hîn didomin. Niha pirsgirêkek xuya nake. Di çarçoveya hatiye destnîşankirin de pêk tê û wê bidome. Wê heta demekê bidome ku tevahiya wê temam bibe.”

‘ŞAŞITIYA MEZIN A DI KOMÎTEYA DESTÛRA BINGEHÎN DE’

Ebdî bal kişand ser Komîteya Destûra Bingehîn a ku Tirkiye, Îran û Rûsyayê di civîna Enqereyê de li ser li hev kirin û piştre ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ve hate ragihandin. Ebdî destnîşan kir ku komîteya destûra bingehîn bi vî rengî şaşitiyeke mezin e û anî ziman, ne tenê Kurd her wiha Ereb, Suryan, yanî hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li derveyî komîteyê hatine hiştin. Fermandar Ebdî diyar kir ku yek ji sê parên gelên Sûriyeyê, nûnerên wan tevlî nebûne û bi rengekî eşkere got, “Ya ku nûnerên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî nebûne, yan jî yek ji sê parên gelên Sûriyeyê lê nehatine tesmîlkirin, nepêkane ku di karê xwe de serketî be. Bi dîtina me ji ber zextên dewleta Tirk bi vî rengî bûye. Yên ku piştevaniya avabûna komîteyê kirin qebûl kirin. Ev yek jî şaşitiyeke mezin e.

‘NÛNERÊN ME TEVLÎ NEBIN EM Ê RED BIKIN’

Eger pêkhate û nûnerên vê herêmê tevlî pêvajoya çareseriyê nebin, em ê encamên ku derkevin holê qebûl nekin. Em ê her encama ku jê derkeve red bikin. Lewma yek ji sê parên Sûriyeyê wê red bikin û ev kar wê bê encam bimîne. Eger daxwaza çareseriyê tê kirin şert e ku nûnerên vê herêmê tevlî bibin. Şert e ku destûra bingehîn a bê amadekirin li gorî daxwaza gelên vê herêmê be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hackerên Kurd gelek malperên Tirkan hack kirin

Nivîsa Pêş

Newaya Jin: Cotmeh banga ji bo berxwedanê ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Newaya Jin: Cotmeh banga ji bo berxwedanê ye

Newaya Jin: Cotmeh banga ji bo berxwedanê ye

Wê malbatên Roboskiyê di 8’emîn salvegera komkujiyê de bên darizandin!

Wê malbatên Roboskiyê di 8'emîn salvegera komkujiyê de bên darizandin!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.