Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Girtiyên PKK û PAJK’ê: “Roj roja yekîtiyê û şikandina tecrîdê ye”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/02/2019 - 12:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Girtiyên PKK û PAJK’ê: “Roj roja yekîtiyê û şikandina tecrîdê ye”
ParvekeTweet

Girtiyên siyasî bi daxuyaniyeke nivîskî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin û gotin ku li hemberî faşîzmê roj roja yekîtiyê û şikandina tecrîdê ye. Girtiyan bang li hemû kesî kir ku li dijî komployê û tecrîdê berxwedanê geş bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir. Kaya anî ziman ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 301 girt bi biryariyeke mezin çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin û heta tecrîd bê şikandin dê çalakiyên xwe bidomînin.

Denîz Kaya da zanîn ku Komploya Navneteweyî bi ser neketiye lê talûkeya komployê hêj dewam dike û wiha got: “Komploya Navneteweyî ku li hemberî Rêbertiya me bi pêş ket sala 21’emîn û hemû hesabên pergalên despot û olîgarşîk û her wiha pêkanînên faşîzan bêencam man. Dewletên serdest ên cîhanê bûn yek û li hemberî Rêbertiya me komployeke navneteweyî pêşxistin û bêguman ev komplo di heman demê de li hemberî gelê kurd, gelê tirk û gelên Rojhilata Navîn pêk hat. Ger Komploya 15’ê Sibatê bi ser biketa pergala faşîst dê bi rewabûna qanûnan nasname û hebûna gelên bi komkujî û qetlîaman binixûmanda û talûkeya li hemberî gelan bi temamî ji holê ranebûye.”

Ocalan hemû kodên komployê deşîfre kir

Kaya kesên ku di çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha got: “Armanca bingehîn a tifaqa faşîst ya AKP û MHP’ê ew e ku ji komployê encamê bi dest bixin. Ji ber vê yekê ji bo Komploya Navneteweyî rojane bikin hesabên qirêj dikin. Dewamkirina pergala Îmraliyê, ji bo îxbarkirina rêvebirên PKK’ê xelatdayîn, bombekirina bajar û çiyayên Kurdistanê, girtina siyasetmedar û welatparêzan nîşan dide ku dixwazin komployê rojane bikin û encamekê bi dest bixin. Rêber Apo bi berxwedan û sekna xwe ya bêhempa hemû kodên komployê deşîfre kir. Em jî careke din vê komploya ku li hemberî afirînerê hemû bedewiyan ango komploya ku li hemberî Rêber Apo pêk hatiye lanet dikin. Em şehîdên ku bi çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û pêşengê vê çalakiyê Halît Oral bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Grevên birçîbûnê bi biryardariyeke mezin dewam dikin

Kaya destnîşan kir ku wek mîlîtanên PKK û PAJK’ê tu caran jiyaneke bêyê Ocalan qebûl nakin û ji bo vê jî çi bedel pêwîst bike dê bidin û wiha got: “Dibe ku em li zindanan girtî bin, lê em tu caran teslîm nabin. Ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me were rakirin, şert û mercên jiyana azad û xebatê bên afirandin, hevdîtinên bi parêzer û malbatê re pêk werin, hiqûqa gerdûnî li Îmraliyê pêk were me grevên birçîbûnê daye destpêkirin û çalakiyên greva birçîbûnê bi biryarî û cidiyeteke mezin dê dewam bikin.”

Girtiyan berxwedêrên grevê silav kirin

Denîz Kaya diyar kir ku bi hêviya serkeftinê berxwedanê mezin dikin, berxwedêrên ku di grevê de ne silav kir û wiha got: “Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdarê de di çarçoveya hemleya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Me li zindanan di 27’ê mijdarê û 16’ê kanûnê de grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Bedela wê çi dibe bila bibe heta tecrîd were şikandin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bi hêviya serkeftinê em berxwedana xwe mezin dikin. Em hemû çalakvanên li Ewropayê, li başûrê Kurdistanê û hemû hevalên ku di berxwedaneke wiha pîroz de cih digirin silav dikin.”

301 girtî di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne

Kaya da zanîn ku li ku derê dibin bila bibin heta tecrîd were şikandin dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: “Ji 16’ê kanûnê vir ve di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de 301 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi biryardarî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.  Hejmar û çawaniya çalakiyê niha têrê dikin û di heman demê de grevên birçîbûnê ku di 27’ê mijdarê de hatine destpêkirin dewam dikin. Divê were zanîn ku berxwedana me bi zindanan sînorkirî nîne, ger em bên sirgûnkirin jî, serbest jî werin berdan û heta tecrîd were şikandin em li ku dibin bila bibin em ê berxwedana xwe bidomînin.”

‘Em dizanin ku berxwedan dide qezenckirin’

Di 12’ê çileyê de bi Rêbertî re hevdîtinek pêk hat û her çiqas kodên vê hevdîtinê ji aliyê me ve hatibe fêmkirin jî em dizanin ku berxwedan dide qezenckirin. Her çiqas piştperdeya serbestberdana Leyla Guven hatibe fêmkirin jî em dibînin ku berxwedan dide qezenckirin. Ji ber ku durûtiya polîtîkayên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê derketiye holê û em dizanin ku ji bilî berxwedanê tu rêyeke din tune.

Rizgarkirina şaredariyan bi berxwedanê pêkan e

Daxuyaniya Denîz Kaya bi bangewaziya xwedîderketina grevên bi dawî bû û wiha got: “Mazlûm Dogan di zindana Amedê de got; ‘Teslîmbûn îxanet e, pasîfîzm têkçûn e û berxwedan serkeftin e’ û em jî li gorî vê gotinê û xeta serkeftinê li ber xwe didin. Ji ber ku li hemberî faşîzmê berxwedan her tim rewa ye. Berxwedana siyaseta demokratîk, di hilbijartinên heremî de bi meşandina xebatan pêşxistina berxwedanê ye, Rêbertiya me şaredariyan wekî dibistanên demokrasiyê bi nav dike û rizgarkirina şaredariyan bi berxwedanê pêkan e. Em bang li hemû hezkiriyên demokrasiyê, nivîskar û akademîsyenan dikin ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Em bang li gelên Tirkiye û cîhanê dikin ku li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin. Tecrîdkirina Rêbertiya me di esasê xwe de tê wateya tecrîdkirina me. Kesên ku qêrîna me ya berxwedanê nabihîzin bila mirovbûna xwe lêpirsîn bikin. Li hemberî faşîzmê roj roja yekitiyê ye û roj roja şikandina tecrîdê ye.” AMED

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li sê bajarên Kurdistanê 72 welatî hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

Doza Panzerê 30 saniye ajot!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Doza Panzerê 30 saniye ajot!

Doza Panzerê 30 saniye ajot!

Besê Hozat: “Heya ku xwestek werin cih wê berxwedan bidome”

Besê Hozat: "Heya ku xwestek werin cih wê berxwedan bidome"

Manşet

  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.