KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi slogana “Rêber Apo xeta me ya sor e”, çalakiyekî li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê lidarxist.
Ciwanan li derdora Qada Jina Azad kom bûn, meşaleyan hildan û bi agir “Apo” nivîsandin.
Piştî wê, deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê hat rawestandin û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan Avaşîn Misto axivî. Avaşîn da diyar kirin ku ew weke ciwan wê her li pey şopa Rêber Apo bin û wê bê navber tekoşîn bikin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelê xwe.
Çalakî bi berzkirina sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.


