Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 14, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PJAK: Yekîtiya Netewî Komploya 15’ê Sibatê û Êrişa Li Ser Rojava Têk Bir

Edîtor: Nucan Serdoz
14/02/2026 - 13:21
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Nûçe, Rojhilata Navin
Reading Time: 6 mins read
A A
PJAK: Yekîtiya Netewî Komploya 15’ê Sibatê û Êrişa Li Ser Rojava Têk Bir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – PJAK’ê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî hemû şehîdên ku ji bo şkandina komploya navneteweyî canê xwe fedakirîn bi bîranîn û got: “Rêber Apo li Îmraliyê ‘hiş û îradeya siyasî ya Kurd’ ava kir û gihand asteke bilind. Bi vî awayî, gel ber bi qonaxa yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve bir. Yekîtiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurd komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û êrişa li ser Rojava têk bir. “

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 28’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêkanîn, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê û hewldanên wî yên ji bo pêşxistina têkoşînê ya li her çar beşên Kurdistanê û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd silav dikin ku bê guman dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn sudmend be. Em hemû şehîdên ku ji bo şkandina Komploya Navneteweyî têkoşînkirin û ji bo vê armancê canê xwe fedakirîn bi rêzdarî bi bîr tînin.

Komplogeran bi girtina Rêber Apo û tecrîdkirina di hucreya yekkesî ya li Îmraliyê de, xwestin gelê me ji jiyana azad û demokratîk bê hêvî bikin û dûr bixin. Her wiha planên xwe yên otorîter û berjenwedxwaz pêk bînin. Ji wê demê ve li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji ber teşwîqdana şerê leşkerî û siyasî ku berdwamiya heman komployê ye, deryayeke xwînê rijandiye. Ev pêvajo, ku ji wê demê ve veguherî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, bi komployek li dijî Kurdan destpê kir û heta ku veguherî komployek li dijî hemû neteweyên Rojhilata Navîn berdewam kir.

Bi îradeyek xurt û têkoşîneke mezin a fikrî, Rêber Apo rê li ber vê komployê girt û rêyeke nû amade kir. Ji bo vê armancê, wî di dawiyê de paradîgmaya ‘Civaka demokratîk û ekolojîk û li ser bingeha azadiya jinê’ derxist pêş. Bi vê yekê Komploya Navneteweyî û hêzên komploger têk bir. Têkoşîna Rêber Apo xwîneke nû xist nav demarên tevgerên rizgariya civakî yên enternasyonalîst. Ev têkoşîna mezin a Rêber Apo ku li ser bingeha şiyarbûna gelê Kurd, azadîxwazan û gelên bindest ên cîhanê hatiye avakirin ku gelek ji wan berê xwe dan ezmûna nû ya Rojavayê Kurdistanê, berovajî komploya komplogeran bû.

Peymana Parîsê ya li dijî Rojava, qonaxa duyem ya Komploya Navneteweyî bû

Hêzên ku dîtin şoreşa gelên Rojava gihîşte lûtkeya xwe, qonaxa duyemîn a komployê dan destpêkirin û piştî peymana li Parîsê di 5’ê Çileya 2026’an de, komploya xwe bi vêxistina ronahiya kesk ji bo êrişkirina di 6’ê Çileyê de li ser Rojava pêk anîn. Wan nexwest modela Rojava bibe model û îdeala Rojhilata Navîn. Lê berxwedana gelê Kurd û hêzên di bin pêşengtiya Rêber Apo de zirara komployê heta radeyekê rawestand. Rêber Apo li Îmraliyê ‘hiş û îradeya siyasî ya Kurd’ ava kir û gihand asteke bilind. Bi vî awayî, gel ber bi qonaxa yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve bir. Bi vî awayî, wî gel ber bi qonaxa yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve bir. Di encama yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê de, têkoşînek mezin di bin pêşengiya şervanên Rojava de derket holê û senaryoya hêzên hegemon careke din têk çû.

Êrişkirina ser Rojava hewldaneke ji bo têkbirina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ qonaxa duyem ya komploya navdewletî bû ku qonaxa yekem 15’ê Sibata 1999’an pêkhat. Êrişa li ser Rojava ji bo pêşîlêgirtina li serkeftina paradîgma Rêber Apo û belavbûna wê ya li her çar beşên Kurdistanê bû. Xwestin gelê Kurd bê hêvî bihêlin û rê li ber gihiştina jiyana azad bigrin. Rêber Apo sala borî pêşbîniya vê komlopya nû kiribû, pêvajoya aştî û entegrasyona demokratîk destpê kir.

Ji ber vê çendê di 27’ê Sibata sala borî de çareseriya demokratîk a pirsa Kurd ragihand. Lê avakerên sîstema Îmraliyê ku vê yekê berovajiyê berjewendiyên xwe dîtin, bi plandanîna ji bo qonaxa duyem ya komployê hewldan vê pêvajoyê têk bibin. Bi temamî eşkere ye ku ev komplo rehendên wêyên cîhanî hebû, Tirkiye tenê rola pêkanînê ya bi awayek xirabker ya vê pêvajoyê lîstiye. Nîşanda ku berdewamirina tecrîd û sîstema Îmraliyê nîşaneya siyaseta komujiyên li dijî Kurda ye. Her wiha bersiva gelê Kurd gelek zelal bû. Mîna bersiva ku di sala 1999’an de nîşanî hemû hêzên cîhanî dayî bû. Gelê me bi pêşxistina têkoşînê pêvajoya yekitiya netewî ya demokratîk a hemû beşên Kurdistanê gihand astek bilindtir ku bi qasî serhildana 1999’an bi rûmet bû. Bi vî rengî jî şoreşa Kurdan ber bi qonaxek nû ve birin û dengê xwe gihandin astek bilindtir a qada navneteweyî. Ev jî destkeftiyeke din a bi cîhanîkirina pirsgirêka Kurd a li beramberî qonaxa duyem a komployê ye.

Şer û komploya li dijî Kurdan mehkumî têkçûnê ye

Qirkirina gelê Kurd ya li Rojhilatê Kurdistan, taybet jî li Îlam û Kirmaşanê, êrişên ser Rojava, êrişên ser Başûrê Kurdistanê, hewldanên têkdana pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê, ispat dike ku şerê cîhanê yê sêyemîn û komploya dijî Gelê Kurd dijwartir bûye. Lewma divê têkoşîn jî li gorî vê rastiyê were kirin û şerê cîhanê yê sêyemîn gihitşiye asta herî metirsîdar. Lê belê rêyên leşkerî êdî ji bo çareseriya pirsa Kurd nabin çareserî û qeyran û şeran gurtir dike. Şer û komployên dijî Kurdan tevî dijwartir bûne, lê hemû jî mehkumî têkçûnê ne.

Weke her carê gelê Kurd gelê herî fedekar û têkoşere, di heman demê de palpiştê herî mezin ên şoreşa Kurd û gelên bindestin. Niha gelê me li Rojhilatê Kurdistanê carek din rubirûyî kuştin, bêdengkirin, girtin û êşkenceyê tê. Divan şert û mercane de, ji bo gihiştina demokrasî û çarenûsa azad, tekane rê têkoşîn û yekîtiya netewî ya demokratîke. Muxalefeta Kurd bi bicihanîna vî erkî ve girêdayiye. Wê Partiya me PJAK li gorî vê rastiyê û têgihiştina vê qonaxa hesas, têkoşîna xwe bidomîne. Têkbirina komploya navnetewî, azadiya Rêber Apo û gelê Kurd, temamkerê hevin. Em yekitiya gelê xwe silav dikin, em bawerin ku emê bikarin komploya navnetewî bişkînin û gelê xwe bigihînin azadiyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanen Bajarê Til Temir Nobeta Parastinê Didomînin

Nivîsa Pêş

Girtiyên Apoyî û PAJK: Divê Em Li Dijî Hêzên Komploger Di Nava Çalakiyan De Bin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Girtiyên Apoyî û PAJK: Divê Em Li Dijî Hêzên Komploger Di Nava Çalakiyan De Bin

Girtiyên Apoyî û PAJK: Divê Em Li Dijî Hêzên Komploger Di Nava Çalakiyan De Bin

Manşet

  • Girtiyên Apoyî û PAJK: Divê Em Li Dijî Hêzên Komploger Di Nava Çalakiyan De Bin
  • PJAK: Yekîtiya Netewî Komploya 15’ê Sibatê û Êrişa Li Ser Rojava Têk Bir
  • Ciwanen Bajarê Til Temir Nobeta Parastinê Didomînin
  • Karasu: Divê Gelê Me Li Her Çar Parçeyan Tevlî Çalakiyên Şermezarkirina Komployê Bibe
  • Şervanekî Gazî ê Ereb: Em Biraye Hevin
  • Em Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Dixwazin
  • SPOT – Em Heta Dawî Bi Rêber APO’re Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • PAJK: Em ê Bi Hêza Xwe ya Rêxistinbûyî Hêzên Komploger Têk Bibin

    PAJK: Em ê Bi Hêza Xwe ya Rêxistinbûyî Hêzên Komploger Têk Bibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Divê Gelê Me Li Her Çar Parçeyan Tevlî Çalakiyên Şermezarkirina Komployê Bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanekî Gazî ê Ereb: Em Biraye Hevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Portugal Li Ber Sefaretên Tirkiyê Çalakî Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PJAK: Yekîtiya Netewî Komploya 15’ê Sibatê û Êrişa Li Ser Rojava Têk Bir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SPOT – Em Heta Dawî Bi Rêber APO’re Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Dixwazin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Girtiyên Apoyî û PAJK: Divê Em Li Dijî Hêzên Komploger Di Nava Çalakiyan De Bin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê li ser Komployê 15’ê Sibatê civînekî lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Alîkarî li Koçberên Serêkaniyê û Efrînê tê Belavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.