Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

“Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

Edîtor: Nucan Serdoz
07/02/2026 - 8:58
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 13 mins read
A A
“Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîsa Mizgîn Dêrelûk dahurandinek di derbarê Eqlê Çêkirî de nivîsand.

Tu ji çi bawer dikî?

Di jiyana mirovan de çiqas xetên paralêl hebin ku li beramberî hev di zeman û mekanan de derbas bibin jî, xetên zirav ên veşartî hene ku ji di hîşê mirovan de yek pirsê ava dikin, ev jî ev e: “Gelo rast çi ye û ya ne rast çi ye?” Mirov, hebûneke wiha ye ku bê ku di ferqê de be jî, di hemû jiyana xwe de, di bûyera guhertin û veguhertinê derbas dibe, ku mirov dikare di heman demê de jî ber bi “xwe îspatkirinê” ve bibe. Bê ku di ferqê de be, di her kêliya xwe de hem xwe îspat dike, di heman demê de jî xwe îfade dike. Îfade, îspat û teyisandin. Sê lingên esasî, bi taybetî di cîhana hundirîn a ciwanan de ev in. Gava ku mirov pirsgirekên ku di jiyana Ciwanan de çêdibin li tevahiya cîhanê binêre, wê mirov rastî gelek spekulasyonan bê, ku bingeh û sedemên xwe yên esasî ji van her sê xalan digrin. Îfadekirina hestekî, bêgûman ne hêsan e. Îspatkirina hebûna xwe jî, bi heman şêwazî. Bi van re, teyisandina herduyan di jiyan, cîhan heta gerdûnê de êdî lûtkeya pirsa “Çi rast e?” ye.

Niha gava ku mirov bi awayekî şênber rewşa Eqlê Çêkirî binêre û vî babetî bi çavekê rêxistinî binirxîne, wê mirov yekser ferq bike ku eqlê çêkirî amadekariyek e. Ciwan ji bo çi tên amade kirin? Ji bo ku em vana binirxînin lazim e em di destpêkê de binirxînin, ka ev eqlê çêkirî yê ku di cîhanê de deng veda, çawa xwe ava kir, ji çi pêk tê û armanca wî ya esasî çi ye.

Eqlê Çêkirî ma ne ji eqlê çênekirî pêk tê?

Bi vê pirsê re, em naxwazin bikevin pênaseya navê wê, ji wê zêdetir em taybetmendiyên wê binirxînin, wê baştir bibe. Gava ku em berê xwe didin pênaseya EÇ, em dikarin taybetmendiyên wê bi 4 sernivîsan dabeş bikin. Beşê Yekemîn, Agahî ne. Taybetmendiya yekemîn agahî wergirtin, rêxistinkirin û herî dawî jî qeyd kirin e. Beşê Duyemîn, Ziman e. Fêm dike û vedibêje. Vedibêje û berhev tîne. Beşê Seyemîn, çareserkirina pirsgirekan e. Niha ger em çav li pêkhateya mejiyê mirovan bikin, em rastî “lobên” (beşên) cewaz tên ku her yek jê xwedî hêz û armanceke di zanist, perwerde û jiyana mirovan de. Rast e, ev lob di cihên diyarker de cih digrin, lê belê di nav hevdû de ne. Yek nebe, ya din ne pêkan e. Yek di rewşeke lawaz de be, teyisandina xwe bi awayekî suruştî li ser ya din dike. Gava mirov lê hûr dibe û di hewldana fêmkirina vî babetî de be, eqlê çêkirî mîna mezinbûnekê li ber çavan dimîne. Lê ev zanebûn, ev agahî, ev dîrok, ev ziman û çareserî di me de qey nînin? Hene. Lê zanebûn çawa bû bêrêxistinî? Zanebûn dikare di meşekê de, di axafitinekê de heta di gestîkekê de bê dîtin. Ger em niha EÇ kurt pênase bikin, wê pênaseya rast di esasê xwe de “Zanebûna komkirî û amade” be. Bi pêşketina Înternetê di salên 90î de û bikaranîna Kompûteran heta Telefonan de, armanca esasî bi pêşketina wana de agahî belavkirin û agahî komkirin bû. Êdî civak jî dizane ku ger zanista pozîtîvîst tiştekî pêşbixîne, wê amûrê ku pêşxistî, di serî de di oxira netew-dewletê de bikarbîne, gava ku bikaranîna wê bi temamî hat dahurandin kirin, wê ji wir şûnde bikeve bajêr, civak û malan de. Dîroka kompûterî jî bi vî awayî bû. Lê ev xetên çors û qalind in. Ger em ziraviyên wê tehlîl bikin, êdî platformên mîna Înstagram, Snapchat yan X dikarin bên dîtin. Em vana jî fêm dikin, lê belê EÇ xwedî çi rolê ye û wê jiyana me hêsan yan giran bike? Tê gotin ku bi pêşketina “cîhana modern” afrînertî kêm dibe. Yanî, zewq û fikra ku mirov pê bikaribe bi xwe biafrîne, bineqşîne heta binivîsîne kêm dibe. Mirovên ku xwedî wê hêzê ne jî, di hewldana wê yekê de ne ku hûnerê vegerînin cewher, û ne amûrekê bazarê. Lê mixabin, îro jî em rastî bûyerên wisa tên ku nivîs, helbest heta wêneyên ku wênesaz ked û fikrên xwe pê îspat dikin li ser platformên Eqlê Çêkirî fermî tên firotin. Gava em dibêjin “firotin” em qala dayina pereyan nakin. Em behsa talana hûnerê dikin. Çand û Hûner îspata dîrokê ye, ev îspata dîrokî çawa tê firotin civakan seyir dihêle. Yanî her mirovî afirand, niha jî ew afirandin bi destê îspateka mirovekê din tên firotin. Di civaka Kurdistanê de, ji bo nimûne em her rastî vegotina dîrokê ya devkî tên. Vegotinên komkujî, parçebûnan heta talanên jandar her bi awayekî devkî nîfş bi nîfş hatin vegotin. Zanista pergalê vî rêbazî mîna lêkolînekê nahesibîne. Heta weke “ne fermî” bi nav dike. Di vê mijarê de em dibînin ku fikra teqeziyê pir di pêş de ye. Yanî “îspat” tê xwestin. Ma dayikeke 80 salî ku rastî 3 Komkujiyan hatiye ne îspat e? Zarokek, ku hîna di zikê dayika xwe de ye, rastî van bûyeran tê, ma qey ev jî ne epî-genetîka ku qaşo zanista desthilatdar qal dike, ye? Tu dikarî bi awayekî çors û qalind bi rêka eqlê çêkirî xwe bigihînî van agahiyan. Lê çîroka ku di gundekê talanbuyi ji devê dayikekê tê vegotin, tu li ser ChatGPT peyda nakî.

Bêgûman ferqeke mezin di navbera EÇ yê dîmenkî û EÇ yê nivîskî de heye. Mirov hebûneke wisa ye ku her di xeyalan de ye. Yanî her tevgerek wate, armanceke xwe heye. Gava ku li cîhanê dinêre xeyal dike, daxwaz dike heta hêvî dike. Di EÇ yê dîmenkî de em rastî bûyerên ku mînak nehatine jiyan kirin tên, lê belê tên zindî kirin. Ev bi xwe re cîhaneke ferazî tîne. Gelek pêkhate ku di temenê 20 heta 30 salî de ne, wêneyên xwe yên ferdî ji bo nîmûne bi rêya EÇ çêdikin. Êdî bingehê xeyalan ne exlaq e, bingehê xeyalan buye ferazîbûn. Li rex wê, EÇ yê nivîskî zanebûna fikrî kom dike. Dîmen, şekil e û Nivîs fikir e. Ev herdû xwezayi hevdû di nava civakê de temam dikin. Hûnermend derketine ku di esas de nînin. Pirtûk tên nivîsandin ku di pênc deqîqeyan de hatin nivîsandin, li ser de jî, dîmenên ku di esas de nînin bi saniyan tên çêkirin. Nivîskar mir û pênûs bi xwe rabû. Stranbêj ket xewa sedsalê û têla tembûrê bi xwe hejiya. Bêgûman ferqek heye, gava em “mirovperestî” û “mirovahîperestî” tînin ber hev. Gava em vana hemuyan dinirxînin, em qala xistina navenda her tiştî ya mirovan nakin. Em qala parastina nirxên perwerdeyî û zanistê dikin. Gava ev dibin mijarên gûftogoyê jî, em reş nakin. Lê şêweyê ku vana hemuyan bi awayekî erênî bikarbîne çi ye?

Rûxmê ku Eqlê Çêkirî xwediyê wê hêzê ye ku bikaribe gelek agahiyên berhevkirî pêşkeş bike, xwediyê tiştekî nîne. Ew jî têgihiştin di wateya “empatîyê” de ye. Ya din jî, kêmmayina hestan e. Ji ber ku ew konsept bi temamî hatiye program-kirin û li ser esasê datayan yan algorîtman hatiye ava kirin, ne xwediyê wê hêzê ye ku li ser bingehên exlaqî biryaran bide yan rexnegir bibe. Yanî bêalî ye û bi tenê agahiyên teqez dide. Lê ziravtiya wê çi ye, paşxaneya çîroka ku ChatGPT beriya deqîqeyan ji me re gotiye çi ye? Bi vê yekê re, diyalog û nêrîngirtina di jiyana heyi kêm dibin. Li şûna ku mirov nêrînan ji hevdû bigrin, li şûna ku diyalogekî bikin wê ChatGPT bipirse. “Diyalog.” Ji xwe ferqa di navbera Wikîpedya û Chatgpt çi ye? Chatgpt bi te re diaxive, nêrînên te dipirse heta xwestekên te dipirse. Wîkîpedya hema “rêzaneke”. Ev hemû tebeqeyên pêşketina EÇ ne. Wikîpedya têr nekir, ji ber ku sîteyek e (site). Mirov heger bi hêz bike, li ser zêde bike yan jî “temam” bike, erênî ye. Lê tu tiştekî bi temamî ji holê rakî û li şûna wê tiştekî din ava bikî, hem exlaqî hem felsefîk jî ne rast e. Di sala 2026an de bêgûman em nikarin bêjin ku EÇ bi temamî eqilê mirovan ji holê rakiriye lê belê bandoriyeke xwe ava kiriye ku afrînertiyê lawaz bike. Lê belê xwesteka ku mirov di xwe de ava bike ji bo ku xwe di babetekî de ji hêla hîşmendî ve bi hêz bike, lawaz dike. Gava em qala xwe perwerde kirinê dikin, yan jî mijara “xwe derbaskirinê” tînin ser ziman, em bêgûman jiberkirina hema hindek agahiyan nakin. Em qala rast fêm kirinê û rast pêkanînê dikin. Mirov, hebûneke wiha ye ku ne hema fêm dike û yekser pêk tîne. Di navbera fêmkirin û pêkanînê de, navbereke zirav heye, ew jî “hêz” e. Hêza baweriyê ye, hêza îqnabuyinê ye û hêza çareserkirinê ye. Di sedsala 21an de, ya girîng ew e ku mirov ji xwe bipirsin “gelo zanebûna min, çiqasî xizmeta civakan dike?” Ev zanebûn, hêz e yan jiberkirineke? Rêber APO di manîfestoya dawî ya Civaka Demokratîk û Aşitiyê mijarên di derbarê gerdûnê, mirovan, “cîhana hundirîn” heta çêbûna cîhanê tîne ser ziman. Qala kuna reş heta kuna spî dike. Lê piştî ku vana tîne ser ziman, bi awayekî zelal tîne ser ziman ku ya girîng ne bersivên teqez dîtin e. Dibêje “Ya girîng berfirehkirina aso ye.” Yanî mesela ne ew e ku tu teqez di derbarê cîhana hundirîn a mirovan bersivekê yan jî tespîtekê peyda bikî, lê belê ji xwe diyar e ku hebûna ku serê xwe bi babetên bi vî awayî diêşîne, di jiyana xwe de xwedî pîvanên bingehîn ên mirovî ye. Xwedî asoyek e. Ew jî felsefe ye. Eqlê Çêkirî, wekî me li jor jî anî ser ziman ne xwediyê hêza hîskirin yan li gor exlaqekî, li gor bîrdoziyekê biryardayin e. Ji ber ku hatiye programkirin, nikare xwedî aliyekî be. Em bawer in sedema esasî ku gelek mirov vê çavkaniyê jî esas digrin, yek ev e. Yanî çavkaniya agahiyên teqez e. Lê belê hêza felsefekirinê tê de tune. Xweşikbûna jiyanê, bi wêje, hûnerê, dîrokê heta mîtolojiyê pênase kirin, ew cewher e ku hebûna mirovan di jiyana xwe de pêkan dike. Me li jor mînaka kuna reş û kuna spî da. Di kêliya ku kuna reş her tiştî dadiqurtîne, kuna spî tiştekî di xwe de derbas nake. Bi hemû awayan dehf dide û nahêle tiştek di wî de bê hewandin. Yê ku di jiyana me de her tiştî dadiqurtîne kî ye? Yê ku nûnertiya tarîtiyê dike kî ye û yê ku nûnertiya ronahiyê dike, kî ye?

Înterneta ku em tê de mîna ferdekî ku rojevê dişopîne de, cih digrin pêkhateya ku di zorîneyê de ye, Ciwan in. “Eqlê Çêkirî hatiye saz kirin, ji bo ku em nizanin çi rast e û çi şaş e. Di heman demê de em tên amade kirin.” Digotin Ciwanên ku li ser platformên Dijîtal Medya de aktîv in. Belkî ev ne nêrineke ji rêzê be. Berê, gava ku teoriyên “veşartî” dihatin ser ziman, hindek yekser wekî kultekî/terîqetekê hatin destgirtin. Dema ku di sala 1969an de NASA gihiştîbû heyvê, gelek mirovan ev yek înkar dikir. Bi sedan mînakên wekî teoriyên girêdayi COVID-19, êrîşa terorê ya 11ê Îlonê û hwd. Hene. Ji wan nêrînan re, “têoriyên komployê” (komplo teorisi) tên gotin. Ev berê, bi awayekî sînordar ve dihatin parve kirin. Lê belê ast û hejmara ku ev têorî niha bi taybetî di nava Ciwanan de têne gotin, ne tesedûfek in. Roj bi roj û sal bi sal, ev zêde dibin. Em vê yekê tînin ser ziman ji ber ku girêdayi babetê Eqlê Çêkirî de, gelek têoriyên komployê pêşdikevin. Civak ji bo çi tê amade kirin? Şerê medyatîk xwedî çend qurbanan e? Armanca dewletên veşartî çi ye? Û pirsa herî girîng, damarên wê di kîjan welat, bajar heta malan diherikin? Di esasê xwe de ya girîng ne ew e ku em ya “teqez” peyda bikin, wekî me li jor jî anî ser ziman. Lê gava ku tu hemû teoriyên rexnegir bînî gel hev, dîmeneke hevpar derdikeve holê. Ev jî lêpirsîna dewletê û veşartîbûna wê ye. Ji ber wê yekê lêpirsînkirina Eqlê Çêkirî jî, çiqas bi awayekî lez bê pêşxistin, wê ewqasî fêmkirin heta pêşxistina tedbîrên li beramberî wê çêbibin. Ev yek ji bo ku tirs, yan “panîk” bê avakirin nayê ser ziman. Lê belê rastiyeke kûr tê de heye ku heger neyê pênase heta îfade kirin, wê bandoriyeke neyênî bi taybetî di nîfşê nû, di Ciwanan de çêbike. Ji ber wê yekê bi taybetî wek Ciwan ji me tê xwestin ku em hemû rûpoş û goşeyên vê rastiyê bibînin û ji xwe bipirsin “Ez ji çi bawer dikim?”

Mizgîn Dêrelûk

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

Nucan Serdoz

Manşet

  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.