NAVENDA NÛÇEYAN – Qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê ya li Mereşê li gelek bajaran hatin bîranîn. Saet di 04:17’an de ji bo qurbaniyan deqeyek rêz hate girtin.
Li gorî daneyên fermî; di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan ên navenda wan Mereşê de herî kêm 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dan û 37jê zarok bi giştî herî kêm cenazeyên 147 kesan jî nehatin dîtin. Bi boneya sala 3’yemîn a erdhejê li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Bîranîn, saet di 04.17’ê de dest pê kirin. Di erdhejan de bajarên Edene, Semsûr, Amed, Xarpêt, Hatay, Dîlok, Mereş, Kîlîs, Meletî, Osmaniye û Riha zêde hejiya bûn û bajarên Êlih, Çewlig, Kayserî, Mêrdîn, Nîgde, Sêwas û Dêrsim jî jê bandor bûbûn.
Di bîranîn li Hatay, Edene, Amed û Meletiyê de xizmên kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dabûn, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tev li bûn.
AMED
Di salvegera erdheja mezin a 6’ê Sibata 2023’yan de Apartmana Sozelê ya li semta Ofîsê hilweşiyabû û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Adalet Kaya û Halîde Turkoglu, Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hevşaredarên navçeyan, endam û rêveberên nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Beriya ku merasîm dest pê bike, beşdaran li ser şûna Apartmana Sozelê ya ku di erdhejê de hilweşiyabû, mûm pêxistin û qaranfil danîn. Piştî danîna qaranfîlan, saet di 04:17an de ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin.
Hevseroka Komeleya Erdhej û Piştevaniyê Helîn Bozarslan di bîranînê de got ku di erdhejê de bi sedan zarokan winda bûne û xwest ji bo pêşîlêgirtina karesatên nû tevdîr bên girtin.
Parlamenter Adalet Kayayê jî anî ziman ku hêj birînên welatiyên sax nehatine dermankirin, avahiyên xetere nehatine hilweşandin, welatî di kontîneran de dijîn û got: “Ji bo edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî bacên edhejê pirsî û got heke ji bo tevdîran bihatina xerckirin dê karesatekî wiha mezin nehate jiyîn.
Di dawiya bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn cihê kavilê.
EDENE
Komeleya Piştevaniyê ya Erdhejê û Hêzên Ked û Demokrasiyê jî li navçeya Çukurovayê ya Edeneyê li pêşiya Apartmana Alpargunê ku 96 kesan jiyana xwe ji dest dabûn bîranîn li dar xist. Kesên di erdhejê de xizmên xwe winda kirin, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin û find hatin vêxistin. Gelek welatî di erdhejê de giriyan. Piştî rêzgirtinê, beşdaran qurnefîl danîn hundirê avahiyê.
HATAY
Li navçeya Samandag a Hatayê jî welatiyan saet di 04.17’ê de bîranîn li dar xist. Bîranîn, bi rêzgirtina 2 deqeyan domiya dest bi bîranînê kir. Li navçeya Îskenderûnê jî welatî li Cemxaneya Îskenderûnê civiyan. Bîranîn bi 2 deqe rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranîna de hate gotin ku encamên karesatê ne bûyereke xwezayî lê encama rêzexemsarî û bêtevdîriyên dewletê bû.
MELETÎ
Platforma 6’ê Sibatê ya Meletiyê jî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî. Girse, li ser Cadeya Tevfîk Temellî hate gel hev. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de dovîzên “Ne erdhej xemsarî dikuje”, “Heta hesab neyê dayin hevhelalkirin nabe” û “Kavilên 04.17’ê wijdan e” hatin hilgirtin. Her wiha meşale hatin vêxistin.
Bîranîn, bi banga “Gelo kes dengê min dibihîse?” bi dawî bû.



