CENEVRE – Li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê, berî meşandina girseyî ya ku dê roja 7ê Sibatê, Şemî bi şîara “Azadî ji bo Rêber APO – Statû ji bo Rojavaê” ji Meydana Plainpalais ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî (BM) ve were lidarxistin, amadekarî berdewam dikin.
Di çarçoveya banga beşdariyê ya bo meşandina girseyî de, ciwanên endamê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û ciwanên enternasyonalist li hemû Cenevreyê de, bi taybetî li gelek navendên kirrînê, bi gel re bi rêz û rasterast têkilî dan û çalakiyên bangkirinê pêk anîn. Di dema çalakiyê de, armanc û naveroka meşandinê hatin ravekirin û raya giştî bo beşdarbûna li meşandina girseyî hate vexwendin.
Bangên ku ji aliyê ciwanan ve hatin kirin, bi zimanên îngilîzî, fransî, kurdî û tirkî hatin pêkanîn.
Di dema çalakiyên bangkirinê de, gelek kes agahiyên li ser meşandinê wergirtin û bang ji bo beşdarbûna li civîna ku dê roja 7ê Sibatê, Şemî li Meydana Plainpalaisê were lidarxistin, careke din hate dubarekirin.



