KOBANÊ – Li Kobanê bi hezaran gel 12 şervanên HSD yên ku li Reqa, Maskane û Dêrazorê şehîd ketibûn oxir kirin.
Merasîm bi deqayekî rêzgirtin destpêkir. Piştî wê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Fermandariya HSD axaftin hatin kirin.
Di dawiyê de wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û şehîd hatin veşartin.

