ŞENGAL – Îro li Navenda bajêr a Şengalê bi boneya Roja cîhanî ya Rojava, meşeke girseyi hate lidarxistin. Meş ji Medreseya Sor destpêkir û li Dewreya Yermûk bi dawî bû. Di meşa ku gelê Êzidî û Ereb tê de cihgirtin, dirûşmeyên mîna “Bijî Yekitî” û “Bijî berxwedana QSDê” hatin bangkirin.


