KOBANÊ – 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ku di 25’ê Berfanbarê 2021 de di êrîşekî dewleta Tirk li ser Akademiya Ciwanan a Kobanê şehîd bûn, li navçeyên Şêranê, Çelebî û Qînê bi merasîman hatin bibîranîn.
Bi pêşengtiya tevgera ciwanan û Meclîsa Malbatên Şehîdan, li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Şêranê, bi amadebûna malbata şehîd Mesûd, 80 kes kom bûn ji bo bîranîna şehîdan.
Bîranîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpêkir. Piştî wê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftinekî hat kirin.
Malbata şehîd Mesûd mûm vêxist, û dîmenekî li ser jiyana her 6 şehîdan hat temaşekirin.
Herî dawî, beşdarên bîranînê qala kesayeta şehîdên tevgera ciwanan kirin û soza şopandina rêyê wan dan.



