NAVENDA NÛÇEYAN – Li nêzî Navenda Çandê ya bajarê Humsê cenazeyê ciwanekî bi navê Mazin El Yûsif li ber deriyê çapxaneya wî hat dîtin.
El Yûsif endamekî ‘Heyva Sor a Ereb a Sûriyeyê’ ye û berê serokê şaxa taxa Zehra ya bajêr bû.
Heta niha tu agahî der barê vî sûcî de nehatine zanîn lê civaka xwecih û çalakvan ji ber domandina sûcên kuştin, revandin û talankirinê bêzar in.


