Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

Edîtor: Axin Mahir Dicle
19/12/2025 - 10:09
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 31 mins read
A A
HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Em hevrêyên xwe Şoreş Brûsk, Siyajîn Heskîf, Elîşêr Feraşîn, Egîd Şengal, Aram Simko û Cernas Şemîr ên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berxwedana fedaî têkoşiyan û gihîştin şehadetê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me yên ku ji bo doza azadiya gelê me û welatê me şoreşgerî hilbijartin û ji gava yekem a ku avêtin nava têkoşînê, bi hemû hebûna xwe bêyî dudilî bibin, tevlî PKK’ê bûn. Zû pêş ketin û bi awayekî çalak beşdarî têkoşînê bûn. Hevrêyên me yên hêja yên ku ji bo pêkanîna xeyalên xwe ketin nava hewldaneke bêhempa, bi sekna xwe ya Apoyî, wêrekiya xwe ya bilind, kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar her peywira ku girtin ser xwe bi serketî bi cih anîn. Em radigihînin ku em ê her tim şoparê xeyalên hevrêyên xwe Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas ên ku hewl dan layiqî ked û berdêlên Rêber Apo û şehîdên me yên leheng bûn û mîrateyek têkoşînê ya bêhempa hiştin, bin.

Li ser vê bingehê, em soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê, ku ewladên leheng ên gelên Kurd û Ereb ji me re hiştine bi serfirazî bilind bikin û em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên şehîd û gelên xwe yên welatparêz ên Kurd û Ereb re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Şoreş Brûsk

Nav û paşnav: Servet Kartal

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dayik û bav: Habinas – Abdurrahman

Dîrok û cihê şehadetê: 2’yê Cotmeha 2019’an / Xakûrkê

 

Nasnav: Siyajîn Heskîf

Nav û paşnav: Zîlan Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Konya

Navê dayik û bav: Hîkmet – Abdulcebbar

Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Tebaxa 2019’an /Avaşîn

 

Nasnav: Elîşêr Feraşîn

Nav û paşnav: Sedat Işik

Cihê jidayikbûnê: Wan

Nav dayik û bav: Şîrîn – Şahîn

Dîrok û cihê şehdaetê: 24’ê Kanûna 2019’an / Zap

 

Nasnav: Egîd Şengal

Nav û paşnav: Radî Ebdela

Cihê jidayikbûnê: Şengal

Navê dayik û bav: Frah – Ebdela

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Nîsana 2019’an / Garê

 

Nasnav: Aram Simko

Nav û paşnav: Esed Huseynî

Cihê jidayikbûnê: Bane

Navê dayik û bav: Omer – Bedrî

Dîrok û cihê şehadetê: 2’yê Cotmeha 2019’an / Xakûrkê

 

Nasnav: Cernas Şemîr

Nav û paşnav: Axdileziz Muhammed Gerdî Hemad

Cihê jidayikbûnê: Baac

Navê dayik û bav: Hezna Îsa – Muhammed Gerdî

Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2019’an / Garê

ŞOREŞ BRÛSK

 

Hevrêyê me Şoreş Brûsk li navçeya Gimgim a Mûşê ji dayik bû. Ew bi karakterê berxwedêr û çanda welatparêz a kûr a gelê me yê Serhedê mezin bû. Hevrê Şoreş, kesayetekî bi îradeyeke xurt, her tim bi bîranîna kekê xwe yê ku di sala 1992’yan de tevlî têkoşînê bû ve girêdayî bû. Ew bi guhdarîkirina çîrok û bîranînên birayê xwe yê şoreşger ku rojekê bibe mîna wî mezin bû. Ew hevrêyekî ku ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bêxem nebû; wî lêkolîn kir, şopand, hîs kir û li ser fikirî. Ji ber vê yekê armanc kir ku bibe parçeyek ji vê têkoşînê, cihê xwe di nav de bigire û ji bo azadiya gelê me tişta bikeve ser milê xwe pêk bîne. Hevrê Şoreş ji ber sedemên aborî, di sala 2005’an de derbasî Ewropayê bû. Lê belê ji welatê xwe Kurdistanê û civaka Kurd dûr neket û hesreta çandê wî ber bi lêgerîneke nû ve bir. Hevrê Şoreş dixwest hesreta xwe ya ji bo gel û welatê xwe bi beşdarbûna têkoşînê sivik bike. Li ser vê bingehê, di xebatên ciwananên şoreşger ên welatparêz de xebat meşand. Di hişyarkirin, rêxistinkirin û seferberkirina ciwanên Ewropayê yê nava çalakiyan de rol lîst. Ji ber xebatên xwe, di sala 2011’an de hat girtin û salekê di di zindanê de ma. Hevrê Şoreş piştî ji zindanê derket, xebatên xwe domand. Hevrê Sara-Sakîne Cansiz a ku yek ji damezrînerên PKK’ê û pêşenga tevgera azadiya jinan bû, bi hevrêyên me Rojbîn û Ronahî re di sala 2013’an de, ji aliyê dewleta Tirk ve li paytexta Fransa Parîsê bi namerdî hatin qetilkirin, di dilê hevrê Şoreş de agirê tolhildanê ya ku neyê vemirandin pêxist. Hevrê Şoreş dizanîbû ku li dijî dijin tenê meşandina xebatên şoreşgerî  têrê nake, bi bilindkirina têkoşîna çekdarî dikare tola şehîdan hilîne. Hevrê Şoreş li ser vê bingehê, di sala 2013’yan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Şoreş li Qendîlê perwerdehiya yekem a gerîla dît. Ji ber ku di aliyê îdeolojîk û rêxistinî de xwe pêş xistibû zû adapteyî jiyana PKK’ê bû. Bi kesayetiya xwe ya gihîştî û dilnizm, zû pêş ket û berpirsiyarî girt ser xwe. Hevrê Şoreş heta sala 2016’an li Qendîlê xebat meşand. Her tim berê wî li têkoşîna fedaî ya li Bakurê Kurdistanê bû û di bihara 2016’an de derbasî Cîlo bû û li wir tevlî berxwedanê bû. Piştre dîsa vegeriya Qendîlê û li wir xebatên xwe domand. Hevrê Şoreş pêş ket û xurt bû, di şerê gerîlatiyê jêhatî bû. Gihîşt asteke ku dikare fermandariya tîm û yekîneyê bike. Beşdarbûna bi zanebûn a hevrê Şoreş ew kir fermandarekî ku ji hêla hemû hevalên xwe ve bê hezkirin û rêz jê re were girtin. Armanca wî ya sereke ew bû ku bibe fermandarek gerîla yê serketî da ku hebûn û azadiya gelê Kurd misoger bike. Hevrê Şoreş li ser vê bingehê, hewl da ku xwe perwerde bike û pêş bixe. Di pêvajoya ji nû ve avakirina HPG’ê de, li ser şerê gerîla yê wê serdemê, taktîkên nû û şêwazên xebatê sekinî. Gerîlatiya serdemê di kesayeta xwe de serwer kir û hewl da ku ji berpirsiyariyên daye ser milê xwe re bibe bersiv. Hevrê Şoreş wekî fermandarekî kedkar, fedakar û dilsoz derket pêş, dizanibû ku wê çawa erkên xwe bi serketî bi cih bîne.

Hevrêyê me Şoreş dema ku li herêma Goşînê ya Xakurkê li ser erkê xwe bû, di encama êrîşeke hewayî ya dijmin de di 2’yê Cotmeha 2019’an de gihîşt şehadetê. Em soz didin ku em ê timî bîranînên hevrê Şoreş ê ku ji Serhedê dest bi rêwîtiyê kir û gihîşt Parîsê, piştre jî çiyayên Kurdistanê, li Qendîl, Cîlo û Xakurkê têkoşîn meşand û bû qehreman, bidin jiyîn.

SIYAJÎN HESKÎF

Hevrêya me Siyajîn bi eslê xwe ji Êlihê ye û li yek ji metropolên Tirkiyeyê Konyayê ji dayik bû. Dema ku koçberî çêdibe, êdî rê dibin parçeyek ji jiyanê. Gelê Kurd ê ku herî baş vê yekê dizane ye. Ji ber ku koçberiya bi darê zorê ya ku ji aliyê dijminan ve tê kirin, parçeyek ji dîroka dirêj û kevnar a Kurdistanê ye. Hevrê Siyajîn yek ji wan kesan bû ku vê yekê ji nêz ve jiya. Ew li Konyayê ji dayik bû, lê paşê neçar ma ku bi malbata xwe re koçberiyek din bike û li Stenbolê bi cih bû. Hevrê Siyajîn tevî ku li dûrî welatê xwe mezin bû jî bi saya welatparêziya malbata xwe û xwedî li nasnameya xwe derket, ji rastiya welatê xwe dûr neket. Timî ji rastiyên gelê xwe haydar bû. Hevrêya me ya ku di hawîrdoreke siyasî de teşe girt, bi çanda xwe mezin bû. Di salên dixwend de, wê bi kûrahî li ser sedemên dûrbûna ji welatê xwe û rehên xwe kete nava lêpirsînekê. Koçberî ne çarenûs e, heta nebatek jî, dema ku ji axa ku lê şîn dibe tê girtin û dibin cihekî din, şîn nabe. Ew ji jiyanê dixeyide û di dawiyê de dimire. Tişta ku dijmin dixwest bi Kurdan bide jiyîn ev e. Ji ber ku Kurdistan nefesa gelê Kurd e, dijmin ji bo Kurdan bê nefes bihêle koçberiyê wekî çekek bikar anî. Her ku hevrêya me Siyajîn bêtir dixwend, ew bêtir ji bandorên vê yekê û divê têkoşîneke çawa li dijî wê were meşandin derxist zanyariyê. Tam di vê pêvajoyê de bi awayekî zanetir têkoşînê nas kir û mîna jinek ciwan biryar da ku ji bo nasnameya xwe têbikoşe. Hevrê Siyajîn li ser vê bingehê biryarek radîkal girt. Hevrê Siyajîn di sala 2014’an de biryar da ku tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe û berê xwe da çiyayên azad ên ku xeyal dikir.

 

Hevrê Siyajîn, li pey nasnameya xwe ji bo jiyaneke nû gavên xwe yên pêşîn avêt û li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî perwerdeya yekem a gerîla bû. Ji ber asta wê ya xwendin û lêkolînê bilind bû, bi giranî li ser dersên hatine dayîn sekinî, perwerde gav bi gav di jiyana xwe de bi cih anî. Hevrê Siyajîn li ser vê bingehê ji perwerdeya amadekarî û lêhûrbûneke xurt mezûn bû û dest bi xebatên gerîlatiyê ku daxwaz û xeyala wê dikir,  kir. Tevî ku li metropolan mezin bû û qet çiya nedîtibû jî, bêyî ku zehmetiyê bikşîne zû adapteyî jiyana gerîla bû. Her çiqasî li metropolên Tirkiyeyê mezin bû jî, wê heta dawiyê wekî jineke Kurd a rastîn têkoşîna hebûnê meşand.

 

Hevrê Siyajîn, bi kûrahî girêdayî jiyana gerîla bû, her rêya ku lê meşiya, her kevirê ku dest dayê, û her dar û kulîlka ku bêhna wê kişand jdi hişê xwe de neqişand, bi ked û têkoşînê bû parçeyek ji van çiya û jiyana hevpar a li ser wan ava bû. Hevrêya me, terbiyeya ku ji malbata xwe wergirt bi çand û exlaqê Apoyî re yek kir, kesayetiyek kûr di xwe de ava kir.

 

Hevrê Siyajîn ku her tim dixwest li deverên ku lê bû li eniya pêş be, hewl dida ku beşdarî hemû çalakiyên li dijî dijmin bibe. Hevrê Siyajîn di temenê xwe yê biçûk ve rastiya dijmin baş dizanibû û ji ber dijmin neçar ma ku li ser rêyên koçberiyê bijî. Hem ji bo vê yekê û hem jî ji bo tolhildana hezaran kesan şer kir. Dema ku şer dikir, hewl dida ku têkoşîna xwe kûrtir bike. Ji aliyekî vw bêkêmanî beşdarî xebatên pratîkî bû, di aliyê din de jî li ser parêznameyên Rêbertiyê disekinî û beşdariya xwe li ser bingeha îdeolojîk pêk anî. Ji bo kûrkirina lêhûrbûna xwe û avêtina gavên xurttir bavêje beşdarî perwerdeya îdeolojîk a akademiyê bû. Li vir performanseke xurt nîşan da. Di encama baweriya ku da û asta biryardariya ku nîşan dabû de, li herêma Avaşînê ku bi bedewiya xwe tê nasîn, hat erkdarkirin. Hevrê Siyajîn li vir performansek xurt nîşan da, tevkariyeke xurt da pratîka qadê. Hevrê Siyajîn di navbera xwe û xwezaya Avaşînê de girêdanek mezin çêkir. Wê hemû bedewî û esaleta Avaşînê tevlî evîna xwe kir.

 

Hevrêya me Siyajîn di 27’ê Tebaxa 2019’an de li herêma Avaşînê gihîşt şehadetê û nemir bû. Hevrê Siyajîn, bû sembola şoreşger û dilnizm a berxwedana Avaşînê û ji bo me hevrêyên wê abîdeyeke rûmetê ye. Di şexsê wê de, mîrateya berxwedanê ya ku şehîdên me ji me re hiştine wê her tim rêya me ronî bike.

ELÎŞÊR FERAŞÎN

 

Hevrêyê me Elîşêr Feraşîn li navçeya Payîzava ya Wanê ji dayik bû. Ew di nava malbateke ji eşîra Gewdan a welatparêz de mezin bû, bi çanda exlaqî û siyasî ya xurt a civaka qedîm a Kurd mezin bû. Mezinahiya nirxên ku ew li ser wan mezin bû hişt ku Hevrê Elîşêr kesayetek xurt pêş bixe. Hevrê Elîşêr ê ku ji rejîma qirkirinê ya li hember gelê xwe haydar bû, ji temenê xwe yê biçûk ve rastiya dijmin nas kir. Xalê wî şehîd Huseyîn – Vahît Bîlîr, di sala 2002’an de tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû û di 14’ê Tîrmeha 2005’an de li herêma Çiyayê Reşkê ya Feraşînê şehîd bû, bandorek mezin li ser wî kir. https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2005-ehitlerimiz/item/651-huseyin-vahit-bilir   Hevrê Elîşêr kesayet, têkoşîn û berxwedana destanî ya xalê xwe şehîd Huseyîn ê ku lehengê vî gelî ye ji xwe re mînak girt. Her çiqasî hevrê Elîşêr 12 salan xwend û dibistana amadeyî serketî qedand jî, wî nexwest perwerdehiya xwe di sîstema dewleta Tirk a asîmîlasyonîst ku nasnameya Kurd û mafê hebûna zimanê Kurdî înkar dikir, bidomîne û dev ji dibistanê berda. Hevrê Elîşêr her tim li jiyaneke azad digeriya, bi xwendinê re zana bû û kete nav pêvajoyeke bihêz a pirsyarê. Hevrê Elîşêr hewl da ku we bigihîne wate û kelecana şêwazek jiyanê ya bi moral û bextewariyê tijî ye. Hestên welatparêziyê yên di dilê hevrêl Elîşêr de, Partiya me PKK ji zarokatiyê ve nas kir, şehadeta xalê wî û lêgerîna wî ya jiyaneke azad û ruhê ciwan ew birin biryarê ku tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibe. Hevrê Elîşêr li ser vê bingehê, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî PKK’ê bû.

 

Hevrêyê me Elîşêr perwerdehiya yekem a gerîla li Heftanînê dît. Piştî ku li Heftanînê pratîk meşand, pêş ket, tecrûbe û pisporî bi dest xist. Hevrê Elîşêr ê ku di gerîlatiyê de gav bi gav pêş ket,  pisporbûnê ji xwe re weke armanc destnîşan kir. Li ser vê bingehê beşdarî Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî ya li Heftanînê bû. Hevrê Elîşêr perwerdehiya ku li wir dît di jêhatîbûna gerîlatiyê de bû qonaxek girîng. Hevrê Elîşêr piştî ku xwe gihand astek jêhatîtir, hat asta ku dikare berpirsiyariyên girîng bigire ser xwe. Piştî êrîşên qirkirinê yên çeteyan li dijî gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê, ew derbasî Rojava bû. Bi ruhê fedaî yê Apoyî tevlî têkoşînê bû û hewl da ku Şoreşa Azadiya Rojava biparêze. Hevrê Elîşêr di taktîkên sûîqestê de pispor bû û ji bo nîşandana jêhatîbûna xwe tevlî tîmên segvanan bû. Li gorî hewcedariyê beşdarî gelek operasyonan bû, di yekîneyên gerok decih girt. Hevrê Elîşêr di parastina Şoreşa Azadiya Rojava de rolek girîng lîst. Têkoşîna  Rêbertiya me û gelê me da, hişt ku hevrê Elîşêr bi serbilindî û rûmetî evlî xebatan bibe. Hevrê Elîşêr hem xebitî, hem şer kir û ji bo kesayetiyek şoreşger a bi heybet ava bike têkoşiya. Li ser vê bingehê, hewl da ku di têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî de xwe bigihîne astek xurt.

Ew ji çalakî û nameyên gerîlayên fedaî yên Apoyî bi bandor bû. Armanca wî ew bû ku têgeha fedaîtiyê fêm bike, derxe zanyariyê û mîna fedaiyekî têbikoşe. Şoreşgeriya di astek normal an asayî de qebûl nekir û bala xwe da fedaîtiyê. Li ser vê yekê, di encama pêşniyar û israrê de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrê Elîşêr li Zapê perwerdehiya fedaîtiyê dît, ji bo di kesayeta xwe de bibe fedaî û şopdarê şehîd Zîlan – Zeynep Kinaci bi hemû hêza xwe, xwe tevlî kir. Hevrê Elîşêr bû fedaiyek bê hesab û bê teredût, bi wêrekî û bêtirsiya xwe ya bilind derket pêş. Bi kedakrî, fedakarî û enerjiya xwe ya bêdawî, ji hemû hevalên xwe re bû çavkaniya hêzê. Di avakirina mewziyên şer ên li Herêma Berxwedana Girê Amediyê de ku paşê dê bibe kelehek berxwedanê ya mezin û navê xwe di dîroka Kurdistanê de binivîsîne, roleke mezin lîst. Hewldanên hevrê Elîşêr di afirandina vê destana dîrokî û pêşveçûna wê de çêbû. Bi prensîba “kesên ku di amadekariya şer de bi ser nekevin, xwe ji têkçûnê re amade dikin” tevdigeriya, her kêliya jiyana xwe gerîlatî jiya û erkên ku digirt ser xwe bi cih dianî. Hevrê Elîşêr ji alîyekî ve bi dîtina perwerdehiya fedaîtiyê hewl da xwe bigihîne kesayetekî hêja û gerîlayê profesyonel, ji aliyên din ve jî erkên xwe yên dîrokî bi cih anî. Hevrê Elîşêr bi kesayetiya xwe ya dilnizm û hevrêtiya xwe ya dilsoz, di dilê hemû hevalên xwe de cih girt û di heman demê de hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrê Elîşêr ê ku ji bo pêşeroja azad a gelê me bi ruhê fedaî li ser erkên xwe bû, di 24’ê Kanûna 2019’an de li herêma Girê Amediyê ya Zapê gihîşt şehadetê. Em soz didin ku em ê xwedî li mîrateya têkoşîna lehengê eşîra Gewda, ewlaqê hêja yê malbatê û hevrêyê me yê fedaî Elîşêr Feraşîn derkevin, bîranîna wî bidin jiyîn û armancên wî bi ser bixin.

EGÎD ŞENGAL

Gelê me yê Êzidî yê ku nûnerên herî qedîm ên çanda Kurd e tevî 73 Fermanan jî hebûna xwe parastin û xwe gihandin vê rojê, bi ruhê xwe yê berxwedanê bûne israra  jiyanek azad. Hestên welatparêz ên gelê me yê Êzidî, ku nirxên xwe yên civakî digihînin nifşên din her tim li pêş e.

 

Hevrê Egîd di nava malbateke welatparêz ku li gorî kevneşopiya berxwedanê ya civaka me ya Êzidî ya qedîm teşe girtiye ji dayik bû. Hevrêyê me derfeta ku bi ziman û çanda xwe mezin bibe dît û ji zarokatiya xwe ve bi kesayetiya xwe ya jidil û sade bal kişand ser xwe. Hevrê Egîd êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ku gelê me wekî Fermana 73’an bi nav dike û sûcên herî mezin ên li dijî mirovahiyê dît, êşên ku di jiyana wî de şopên kûr hiştin, kişand. Dît ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di vê serdema dijwar de alîkariya gelê me yê Êzidî yê ku bi qirkirinê re rû bi rû ye kir û şahidiya şerê fedaîtî û hevrêtiya xurt kir. Hevrê Egîd fi şexsê Apoyiyan de hêviya azadiyê ji nû ve dît. Hevrê Egîd ji bo tevlîbûna refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku tevî derfetên  sînorkirî bi fedaî gelê me li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên dijminên mirovahiyê parastin û piştî ku ewlehiya gelê xwe misoger kirin bêyî ku li benda tiştekî bikin vegeriyan çiyayên Kurdistanê, bû armanca wî ya sereke. Hevrêyê me, bi zanîna ku çavkaniya ku hêzê dide gerîlayan felsefeya Rêber Apo ye, biryar da ku Rêbertiya me ji nêz ve nas bike. Bi xwendin û lêkolînê, dest bi fêhmkirina Rêber Apo û felsefeya wî ya jiyanê kir. Fêm kir ku felsefeya Rêber ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên bindest hêviya pêşeroja azad e. Hevrêyê me yê ku bi kûrahî bala xwe da ser vê yekê, di sala 2017’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrê Egîd, piştî ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û beşdarî perwerdehiya bingehîn bû, li çiyayên bi heybet ên Kurdistanê gav avêt jiyaneke nû. Bi heyecan û meraqeke mezin, dest bi fêrbûna bingehên jiyana gerîla kir. Hewldaneke mezin da ku xwe li gorî şert û mercên dijwar ên çiyê biguncîne. Bi hevrêyên xwe re bû yek û têkiliyek xurt bi têkoşîna me re danî. Li hember têkiliyên xweperest ên pergalê, têkiliyên hevrêtiyê yên sade, ji dil û samîmî yên gerîlayan ku jiyaneke nû ava kirin, şopeke kûr li ser hevrê Egîd hişt. Bi zanîna ku her nirxa di PKK’ê de heyî bi fedakariya bêhempa ya şehîdan hatiye afirandin, hevrêyê me armanc kir ku van nirxan di xwe de ava bike û bibe xwedî hêzek xurt. Hevrêyê me bi perwerdehiya dît felsefeya Rêber Apo bêhtir fêm kir û bi girêdana jiyanê re derbasî pratîkê kir. Hevrê Egîd bi qasî bîrdoziyê girîngiyeke mezin da jêhatîbûna leşkerî û dest bi pisporbûna taktîkên gerîla kir da ku taybetmendiyên mîlîtan ên pêwîst ji bo bersivdayîna şerê dijwar bi dest bixe. Piştî ku hem perwerdehiya xwe ya îdeolojîk û hem jî ya leşkerî bi serketî qedand, hevrêyê me derbasî herêma Garê bû û li wir beşdarî xebata pratîkî bû. Hevrê Egîd bi kesayetiya xwe ya dirust û bi kelecan hêz da hemû xebatan û bi moral û coşa xwe bandor li ser hevrêyên kir. Her tim ji bo karên herî dijwar amade bû û taybetmendiyên kedkar û fedakar ên ku di malbateke kedkar de de bi dest xistibû, di tevahiya jiyana wî ya têkoşînê de her tim wekî taybetmendiyên kesayetiya diyarker derdiketin pêş. Herêyê me di nava xebatên binesaziyê yên şer de cih girt û di pêşxistina berxwedana dîrokî ya li dijî dewleta Tirk a metînger kedeke mezin da. Hevrê Egîd bi tevlîbûna xwe bi herikîna jiyana bihêz a PKK’ê re bû yek û xwe pêş xist, bi gavên xurt û bi biryar di rêya şehîdan de meşiya. Hevrê Egîd xwedî li nirxên heyî derket û ji bo mezinkirina wan bêwestan xebitî. Di hemû xebatan de serketin esas girt û di jiyanê de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Gelê me yê Êzidî ji ber nebûna hêza xweparastinê bi komkujiyên pê re rû bi rû ma, ji hêla hevrê Egîd ve qet nehatin jibîrkirin. Hevrêyê me, bi zanîna ku divê hemû gelê me hêza xwe biparêze û bersivê bide êrîşên dijmin, wekî milîtanekî Apoyî ji bo xweparastina gelê me û misogerkirina pêşeroja azad têkoşiya. Hevrê Egîd bi şev û roj xebitî û bû xwedî tempoya têkoşînê. Hevrêyê me di zanîna girîngiya afirandina xwe ya di kêliyê de bû, her kêliyê xwe bi têkoşîn û felsefeya Rêber Apo dagirt.

Hevrê Egîd dema ku li herêma Garê li ser erkê xwe bû, di encama êrîşa artêşa dagirker a Tirk de, 11’ê Nîsana 2019’an gihîşt şehadetê û mîrateyek têkoşînê ya bêhempa li pey xwe hişt. Hevrê Egîd di hembêza civaka me ya Êzidî de mezin bû û bi felsefeya Rêber Apo xwe di nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ji nû ve afirand, ala berxwedanêji me re hişt û wekî hevrêyên wî em ê teqez bigihînin serketinê.

ARAM SIMKO

Gelek şoreşger û leheng ji rojhilatê welatê me, Kurdistanê derketine. Yek ji wan hevrêyê me Aram Simko ye. Hevrê Aram li bajarê Banê ji dayik bû. Hevrê Aram di malbateke kedkar de mezin bû. Hevrê Aram bi xwe rastîiya wê yekê dîtiye ku gelê Kurd ne tenê ji aliyê ziman û nasnameyê ve di bin êrîşî de ye,  di heman demê de ji aliyê aborî ve jî di bin êrîşê de ye û herêmeke ku wekî bihuştêye neçarî xizaniyeke mezin hatiye kirin. Hevrê Aram ji ber vê yekê di temenê biçûk de wekî kedkarekî xebitî û hewl da alîkariyê bide malbata xwe. Hevrê Aram xwendina dibistana li rejîma Îranê qebûl nekir û 4 sal şûnde dev ji dibistanê berda. Hevrê Aram, wekî ewladekî paqij û dilsoz ê gelê me yê Soran, sînorên çêkirî yên di nav Kurdistanê de hatine xêzkirin û belavkirina yekîtiya gelê me tine hesiband. Ew bi hişmendiya ku gelê Kurd ki ku derê dibe bila bibe, bi kîjan zaravayî diaxive bila biaxive, ew gelekî qedîm ê ku ji destpêka dîroka civakan ve nasnameya xwe bi dest xistiye mezin bû. Rewşa giştî ya gelê Kurd, welatparêziya kûr û tevgerên berxwedanê li Rojhilatê Kurdistanê, çîrokên lehengiyê û dengê bilind ê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di dilê hevrê Aram de olan dan. Hevrê Aram fikirî ku hewce ye ku li hember berxwedana dîrokî ya gelê Kurd divê tiştekî bike û bi vî awayî dest bi lêgerînê kir. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo rastiyek temsîl dikir ku bi tevahî bersiva lêgerîna hevrê Aram dida û berê xwe da Tevgera Apoyiyan. Hevrê Aram piştî lêkolîn, fêrbûn û biryara xwe, di sala 2018’an de tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrê Aram li Xakurkê tevlî refên PKK’ê bû. Hevrê Aram ciwanekî pir zîrek, kedkar û pratîkî bû ku zû adapteyî jiyana gerîlatiyê bû. Wekî ewladekî rastîn ê gelê me yê çiyayî, ew zû bi çiyayan re bû yek. Hevrê Aram gerîlatî û şêwaza jiyanê ji hevrê, fermandarên kêleka xwe fêr bû. Bi xwe dît ku jiyana gerîla akademiya herî mezin a jiyanê ye. Piştî ku vê heqîqetê fêm kir, hewl da ku jiyana bingehîn a gerîlayan di xwe de bi cih bike û şoreşgeriya Apoyî di kesayetiya xwe de serwer bike. Hevrê Aram, şoreşgerekî kedkar, fedakar û dirust bû û xwe bi kedê afirand. Taybetmendiya herî xweş a PKK’ê ew e ku ew cîhek bê çînî û bê cudahî her kes bi keda xwe diafirîne û nasnameya xwe bi dest dixe û hevrê Aram herî zêde ji vê heqîqetê hez dikir. Hevrêyê me bi xwe jiya ku ev hawîrdora azadiyê ya ku ji hêla jiyana sosyalîst a PKK’ê ve tê pêşkêşkirin bê çawa rê li ber pêşketinên mezin vekiriye.

Hevrê Aram gav bi gav xwe di gerîlatiyê de pêş xist û erka diket ser milê xwe bê teredût bi cih anî. Hevrê Aram hem di aliyê pratîkî de di jiyanê de xwe pêş xist û hem jî bi xwendin û lêkolînê di aliyê hişmendî de xwe pêş xist. Her çiqasî bi zaravayê Soranî mezin bû jî zû fêrî Kurmancî bû û nîşan da ku ew Kurdekî esilzade ye ku xwedî hişmendî û hestên neteweyî yên xurt e. Hevrê Aram milîtanekî Apoyî bû ku bi rûyekî bişirîn, moralê bilind û dengê xwe yê xweşik dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Ew hevrêyekî ku di nava karekî zehmet û mirovan diwestand de bi çêkirina çayekê û bi streke ji dilê xwe got, reng û hêz dida jiyanê û motîvasyona wî biind bû. Hevrê Aram bi kedkariya xwe, hevrêtiya xwe ya ji dil, dirustî, dilsoziya xwe ya bi şehîdan re, wêrekî û fedakariya xwe dilê hemû hevrêyên fetih kir. Di heman demê de bi berpirsiyariya şoreşgerî ya bêhempa, rola xwe di jiyanê de bi serketî bi cih anî.

Hevrêyê me Aram ê ku erkên mezin û rêyeke dirêj li pêşiya wî bûn, dema ku li herêma Goşînê ya Xakurkê li ser erkê xwe bû, di encama êrîşeke hewayî ya dijmin de 2’yê Cotmeha 2019’an gihîşt şehadetê. Em hevrê Aram, gerîlayê kedkar û ewladê leheng ê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku ji bo pêkanîna armanc û xeyalên wî û nemirkirina bîranîna wî, em ê têkoşînê mezintir bikin.

CERNAS ŞEMÎR

Hevrêyê me Cernas Şemîr li Baacê ya girêdayî Şengalê, wekî zarokekî gelê me yê Ereb ji dayik bû. Ew li Nînowa ya girêdayî Mûsilê mezin bû û cewhera civakî, exlaqê xurt û karakterê berxwedêr ê gelê me yê Ereb bi dest xist. Hevrê Cernas şeş salan xwend û dibistana seretayî bi serketî qedand. Hevrê Cernas bi zimanê xwe yê dayikê yê Erebî re Îngilîzî jî fêr bû û xwe pêş xist. Hevrê Cernas di temenê xwe yê zû de şahidiya êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê ku li dijî gelê me yê Êzidî yên Şengalê û hovîtiya DAÎŞ’Ê ya li Mûsilê kirin, kir. Vê hovîtiyê hiş û dilê hevrêyê me ji kûr ve hejand. Ew wate neda ku bê mirov çawa dikarin li hember mirovan ewqasî zalim dibe û bi hovîtî êrîş dike. Ew dilê wî yê ku bi hezkirina mirovahiyê tijî bû, li dijî van êrîşên nemirovane bi hêrs tijî bû. Hevrê Cernas, çeteyên DAÎŞ’ê yên ku gelê me yê Ereb û Îslamê îstismar dikin, çetetî, talankarî û qirkeriya wan zû fêm kir û derxist zanyariyê. Wekî ewladekî wêrek ê gelê Ereb, wî têkoşîna li dijî van çeteyên kujer wekî berpirsiyariyek dîrok û wijdanê ku daye ser milên xwe dît. Hevrê Cernas ê ku di nav gelê Kurd de mezin bû ûbi taybetî gelê me yê Êzidî û gelê Kurd ji nêz ve nas dikir û ji roja ku ew bi bîr bû biratiya gelan jiya, bi dîtin û bi bawerî mezin bû. Ji ber vê yekê ti carî cudahiya etnîkî ji bpo hevrêyê me Cernas nebû diyarker. Hevrê Cernas di sala 2018’an de bi berpirsiyariya mirovekî esilzade tevlî têkoşîna şoreşgerî  li Medîbanê tevlî şoreşê bû.

Hevrê Cernas beşdarî têkoşîna li Şengalî bû û ji gerîlayên ku li wir dît ve pir bandor bû. Hevrê Cernas di nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalî (YBŞ) de bi awayekî sîstematîk ramanên Rêber Apo fêr bû. Hevrê Cernas ê ku xwe li ser bingeha îdeolojiya Apoyî perwerde kir û piştî ku cewhera armanca Apoyî ya rizgariya hemû gelan fêm kir, bêhtir xwedî li têkoşînê derket. Bi taybetî ji jiyan û têkiliyên hevrêtiyê yên milîtanên fedaî yên Apoyî bi bandor bû û hewl da ku ev şêwaza jiyana kûr û fedaî di kesayetiya xwe de bi cih bike. Di sala 2018’an de vekişîna HPG’ê ji Şengalê bandorek kûr li ser hevrê Cernas kir.

Hevrê Cernas ê ku di hesreta milîtanên Apoyî yên ku bi wan re hînî jiyana hev re û têkoşînê bûbû de bû, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û xwest tevlî HPG’ê bibe. Ji bo hevrê Cernas ê ku guncav hat dîtin ku demekê li Şengal bimîne, xwe pêş bixe û dawiyê derbasî çiyê bibe, li wir tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Di bihara 2019’an de, dema ku xwe bi tevahî amade hîs dikir, careke din pêşniyar kir ku vegere çiyê û berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi coş, heyecan û hesreteke mezin, ew gihîşt çiyayên Kurdistanê û dîsa bi hevrêyên xwe re hat gel hev.

Hevrê Cernas di 29’ê Nîsana 2019’an de, heman roja ku ew gihîşt çiyayên Kurdistanê di êrîşa dijmin de li herêma Çemankê ya Garê gihîşt şehadetê. Em bi şehadeta hevrêyê xwe ku di demeke ku wê erkên mezin pêk bianiya û jiyaneke watedar li çiyayên azad bijiya de, pir xemgîn bûn. Em soz didin ku bi pêkanîna xeyalên hevrêyê xwe Cernas a gerîlatiya nîvcomayî û yekîtiya azad a gelên Kurd û Ereb re bîranînên wî bidin jiyîn û armancên wî bi ser bixin. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Cernas, gelê me yê Ereb ê welatparêz û hezkiriyên wî yên li Şengalî re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Manşet

  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.