Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin

Edîtor: Nucan Serdoz
07/04/2024 - 15:03
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
ParvekeTweet

ENQERE – Berdevka Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglû diyar kir ku dê kampanyayên “berxwedana biheybet ên li dijî şerê taybet” mezintir bikin û wiha got: “Em ê ji faşîzmê re bibin derd û qels bikin. Em ê pir mezin bi ser kevin.”

Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Edanûr Îbrahîmoglû têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî û rojevên li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da. Îbrahîmoglû ku beriya civîna meclisê axivî, wiha got: “Di hefteya ewil a meha sibatê de ji bo protestokirina komploya navneteweyî Meşa Azadiyê hate lidarxistin û bi vê yekê re gelê kurd û gelên Tirkiyeyê careke din nîşan dan ku navnîşana çareseriyê Îmrali ye, birêz Abdullah Ocalan e.”
8’Ê ADARÊ Û NEWROZ
Îbrahîmoglû bi domdarî bal kişand ser pêvajoyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Newrozê û ev tişt anî ziman: “Jinan li dijî polîtîkayên şerê taybet û qirkirina jinan ên îktîdarê, li qadan dengê xwe bilind kirin. Di esasê xwe de van protestoyan nîşan dan ku polîtîkayên şerê taybet vala hatine derxistin. Coşa 8’ê Adarê û Newrozê gihiştin hev. Bi pêşengtiya hevalên me yên jin ên ciwan, coşa Newrozê veguhestin qadan û milyonan kesan Newroz pîroz klirin. Em dikarin bijêjin ji sedî 90’î wan jî ciwan bûn. Coşa Newrozê careke din nîşan da ku ciwanan ji pêşengtiya xwe, ji pêşengtiya jinên ciwan, armanc û îradeya xwe tu tiştek winda nekirine. Ev îrade û bawerî hêj didome.”
BERXWEDANA WANÊ
Têkildarî hilbijartinên 31’ê Adarê û pêvajoya piştre jî Îbrahîmoglû wiha got: “Coşa 8’ê Adarê û Newrozê bandora xwe li 31’ê Adarê û berxwedana Wanê kir. Îktîdara AKP-MHP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê têkçûneke mezin jiya. Li hemberî vê têkçûnê nezanî dê çi bike û ji ewil xwest hiqûqa xwe ya talanê li Wanê, Curnê reş, Sêwereg û Bedlîsê bidomîne. Hêj niha jî dixwaze gelek cihan bi rêya hiqûqa talanê bi dest bixe.
XELKÊ WANÊ LI DIJÎ BÊHIQÛQTIYÊ SERÎ NETEWAND 
Xelkê Wanê li dijî vê bêhiqûqtiyê li ser pêya bû û nîşan da ku dê serî netewîne. Ji kêliya ewil ve daket kolanan. Ciwan û jinên ciwan ên wanî daketin kolanan û bi berxwedana xwe bi ser ketin. Hikûmeta AKP’ê xwest têkçûna xwe ji hevalê me Muhammed orhan derxîne. Wêneyê Muhammed Orhan ê ku tê de dibişiriya, nîşan da ku tu qîmeta polîtîkaya şer û çewisandinê ya AKP’ê nema ye.
Ciwan li ser pêyan ne û hêj dibin hêvî. Hilbijartinên 31’ê Adarê nîşan dan ku tu wateya polîtîkayên şer ên îktîdar 8 sal in bênavber didomîne nîne. Ev yek di şexsê berxwedana Wanê de şênber bû. Krîza aborî û siyaseta şer a li tirkiyeyê bi AKP’ê da windakirin. Hilbijartinên 31’ê Adarê û berxwedana Wanê careke din nîşan da bê ka têkoşîna hevpar çiqasî girîng e. Zemîna têkoşîna yekbûyî, têkoşîna demokrasiyê ya Wanê veguhest metrepolên Tirkiyeyê û têkiliya di navbera gelê kurd û gelên Tirkiyeyê de xurtir kir. Ev 8 sal in bi polîtîkayên şer di navbera gelan de dîwaran çêbikin lê berxwedana Wanê ev dîwar qul kir. Ji bo zemîna têkoşîna hevpar a pêşerojê, em ê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.
BANGA JI BO CIWANAN
Îktîdara AKP-MHP’ê di hilbijartinên gulan û adarê de xwest polîtîkayên şerê taybet bi hinek aparatan pêk bîne. Ev jî hîzbulkontra û kesên ji xwe re dibêjin neteweperestên kurd ku tu eleqeya wan bi kurdbûnê ve nîne. Yên digotin em ê bi flamayên xwe bên qada Newrozê, li wir xuya nekirin. Ev kesayetên ku aparatên şerê taybet in û eleqeya wan bi kurdbûnê re nîne, ji bilî dûrxistina ciwanan a ji siyaseta demokratîk û têkoşînê, xwedî tu armancan nînin. Lewma em bang li ciwanên jidil dikin ku tekane navnîşana wan Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ye.
EM Ê JI FAŞÎZMÊ RE BIBIN DERD
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de me careke din dît bê ka siyaseta şer çiqas bêbandor bûye û gelê me çiqas xwedî bawerî û xwedî îrade ye. Ji bo vê sînerjiyê veguherînin mezinkirina hêviyê û birêxistinkirina têkoşînê, em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê di civîna xwe de li ser vê mijarê nîqaşan bikin. Em ê bi pêşniyara plansaziyekê bikevin civînê. Dê ev plansazî jî êdî bûye kevneşopiyek ku gelê me û herî zêde ciwan jê hez dikin e. Di çarçoveya kampanyaya ‘Berxwedana biheybet a li dijî şerê taybet’ de em ê li dijî şerê taybet çalakiyê li dar bixin. Ez careke din bibêjim ku em ê ji faşîzmê re bibin derd. Em ê ji faşîzmê re bibin derd û wê qels bikin. Em ê di têkoşîna xwe ya ciwanan de pir mezin bi ser kevin û tevgera xwe ya demokratîk pir mezin birêxistin bikin. Dê dawî nûwaze be.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Başûr bi çalakiyên cuda cuda 4’ê Nîsanê pîrozkirin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Welatparêz Xurmatû rojbûna Rêber APO pîroz kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Welatparêz Xurmatû rojbûna Rêber APO pîroz kirin

Ciwanên Welatparêz Xurmatû rojbûna Rêber APO pîroz kirin

Li Tetwanê serdema nû –  Jin û ciwan bi hev re birêve bibin

Li Tetwanê serdema nû - Jin û ciwan bi hev re birêve bibin

Manşet

  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin
  • Li Stuttgartê, Endamên Ciwan Ên TCŞ Li Dijî Dagirkeriyê Afîşan Daliqandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.