Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Peyama Newroza Reqayê: Em ê Newroza îsal bikin qonaxeke nû ya têkoşînê

Di pîrozbahiya Newroza Reqayê de hate gotin Newroza 2024’an dê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û qonaxeke nû ya têkoşîna ji bo Sûriyeyeke nenavendî.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/03/2024 - 18:31
di nav Giştî
Reading Time: 3 mins read
A A
Peyama Newroza Reqayê: Em ê Newroza îsal bikin qonaxeke nû ya têkoşînê
ParvekeTweet

REQA- Newroza li bajarê Reqayê bi beşdarbûna bi hezaran kesî li Stadyuma Beledî tê pîrozkirin. Piştî pêxistina meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê ve, bernameya pîrozbahiyê dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl bixêrhatina beşdaran kir û got: “Em Newrozê cejna vejîn, azadî, sembola serketina heqiyê li gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Çerkez û Tirkmen pîroz dikin.”

Hêvîn Îsamîl diyar kir ku ew ê têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin û wiha pê de çû: “Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê dê li kêleka gelê xwe yê berxwedêr têkoşîna demokasî, civakî ya aştiyane berdewam bikin da ku li hemberî zilm û qeydan civakeke azad û hevgirtî ava bikin. Em ê ji bo rakirina tevahî cureyên cudakariyê li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk bixebitin.”

Hêvîn Îsamîl di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em her sal bikin Newroza li hemberî dagirkeriyê û her bihosteke xaka dagirkirî rizgar bikin. Dagirkerî wê teqez têk biçe. Newroza îsal dê bibe qonaxeke nû ya têkoşîna ber bi avakirina Sûriyeyeke pirreng a nenavendî ve.”

Di dewama pîrozbahiyê de bi navê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê hevserokê meclisê Xalid Berkel axivî. Berkel Newroz li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û wiha got: “Her sal di 21’ê Adarê de serdema berxwedan û çanda azad li hemberî hemû cureyên zilm û zordestiyê nûjen dibe. Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hevalên xwe bi dengekî bilind got na ji zilm û teslîmbûyînê re, ji ber ku teslîmbûyîn xiyanet e û berxwedan jiyan e. Dema ku çanda berxwedanê geş dibe, hingî felsefe û ramanên rêberê neteweya demokratîk nûjen dibe.”

Xalid Berkel Rêber Abdullah Ocalan û parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Buseyna Ebdo diyar kir ku di Newrozê de îradeya gelan a ji bo azadî û aştiyê nûjen dibe.

Buseyna Ebdo bal kişand ser berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Berxwedan û sekna gelê me ji dagirkerên Tirk û tevahî dijmnên gelên azadîxwaz re îsbat kirin ku her tim îradeya gelan bi ser dikeve û planên dijmin têk diçin.”

Buseyna Ebdo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em ê Newroza 2024’an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Azadî û demokrasiyê bi pêkanîna azadiya wî ve girêdayî ne. Meşaleya Kawayê Hesinkar di rihê me de pêxistî ye. Em hêvî dikin ku Newroz bibe destpêka qonaxeke nû ya têkoşîn, hezkirin û aştiyê heta ku Sûriyeke demokratîk a nenavendî mîsoger bikin.”

Şahî bi gerandina govend hati bi dawi kirin.

 

1 Ji 12
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li Zurîhê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Dêrazor Newroz li Rêber Apo, gerîla û gelên cîhanê pîroz kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Dêrazor Newroz li Rêber Apo, gerîla û gelên cîhanê pîroz kirin

Ciwanên Dêrazor Newroz li Rêber Apo, gerîla û gelên cîhanê pîroz kirin

Li ODTÜ’ye Coşa Newrozê

Li ODTÜ'ye Coşa Newrozê

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.