Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e

Edîtor: Nucan Serdoz
15/02/2024 - 16:26
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
ParvekeTweet

RIHA – Yek ji Meşvanên Azadiyê ya ku xwe gihandî xaka ku Rêber APO lê jidayik bûyî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got: “Ev meş ne tenê meşa kesên dimeşin e, meşa bi milyonan kesan e. Heta ku dengê birêz Ocalan digihije her kesî û heta ku pirsgirêka kurd çareser dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ji bo azadiya Rêber APO  û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, di 1’ê sibatê de ji Qers û Wanê “Meşa Mezin a Azadiyê” hate destpêkirin. Di roja 15’emîn de û di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de Meşvanên Azadiyê xwe gihandin navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêber APO  li wir ji dayik bûye. Xelkê navçeyê Meşvanên Azadiyê bi pankarta “Hûn bi xêr hatin xaka ku roj lê derketî” û bi dirûşmên “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” pêşwazî kirin. Meşvanên Azadiyê bi dirûşman xwe gihandin avahiya DEM Partiyê ya navçeyê û li vir daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniyê de axivî.
‘MEŞA MILYONAN E’
Uçar, di serî de spasiya hemû kesên di tevahiya meşê de piştgirî dane wan kir û wiha got: “Tenê kesên di vê meşê de cih girtin nemeşiyan, bi milyonan kes meşiyan. Li her deverê me bêhna xaka Kurdistanê û dîroka wê kişand. Banga me ji bo kesên hewl didin meşa me krîmînalîze bikin ev e; xwediyê vê meşê gelê kurd e, daxwaza gelê me jî aştî ye. Bi sedsala ye li vê xakê şer hate ferzkirin û têkoşîna me jî ji bo bilindkirina dengê aştiyê ye. Birêz Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Dema birêz Ocalan anîn vê derê, ji bo tunekirina gelê kurd ev komplo hate pênasekirin. Lê belê ev komplo bi ser neket.”
‘TEKANE ÇARESERÎ AZADIYA OCALAN E’
Bi domdarî Uçar diyar kir ku li dijî hemû daxwazên wan polîtîkaya zextê tê ferzkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Banga me ji bo dewletê ye ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de tiliya xwe nahejîne û polîsan derdixîne pêşiya me; gelê kurd tu caran serî netewand û dê netewîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê her kes hêza xwe bike yek. Pirsgirêka kurd heqîqeteke ku divê bê çareserkirin. Banga me ji bo kesên di polîtîkayên şer de israr dikin ev e; ev pirsgirêka dê bê çareserkirin û tekane rêya çareserkirina wê jî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Piştî komploya navneteweyî, Tirkiyeyê hiqûq û qanûnên navneteweyî binpê kir û pergala tecrîdê didomîne. Lê belê gelê kurd dest ji daxwazên xwe bernade.”
‘EM SPASIYA HER KESÎ DIKIN’
Uçar, da zanîn ku kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn dev ji daxwazên xwe bernedane û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd li dijî komploya navneteweyî û li dijî DAIŞ a ku ji hêla hêzên hegemon ve hatiye afirandin têkoşiyan. Gelê kurd, jinên kurd li Rojava deriyê paradîgmayeke nû vekirin. Divê paradîgmaya birêz Ocalan teqez li vê erdnîgariyê aj bide. Em ê vê meşê bi dawî bikin lê belê heta dengê birêz Ocalan digihije her kesî û pirsgirêka kurd tê çareserkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. Em spasiya her kesên di tevahiya meşê de ked dayîn û têkoşiyayîn dikin.”
Meşvan piştre jî ber bi gundê Amarayê ve bi rê ketin.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li meşa li Hesekê peyama “Têkoşîn dê bidome”

Nivîsa Pêş

Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû

Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû

Rêwiyên azadiyê li Strasboûrgê hatin cem hev

Rêwiyên azadiyê li Strasboûrgê hatin cem hev

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Qamişlo pêşengeha pirtûkan hat li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.