Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Divê jin bi hişmendiya ku komplo û tecrîd dijî wane, têkoşînê bilind bikin

Edîtor: Nucan Serdoz
13/02/2024 - 17:15
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: Divê jin bi hişmendiya ku komplo û tecrîd dijî wane, têkoşînê bilind bikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand û hate gotin; “Li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst a ku ji bo pêşketin û berdewamiya xwe jinê weke milkê xwe ya herî girîng dibînin, paradigmaya azadiyê ya Rêber Apo bûye deriyê jiyana azad a ku jin pêl bi pêl ber bi wê ve diherikin. Divê jin bi hişmendiya ku komplo û tecrîda li dijî wan e, li dijî komplo û tecrîdê têkoşînê bilind bikin. Di ferqa ku azadiya Rêber Apo azadiya wan e, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, divê bi ruhê seferberiyê beşdar bibin û rêxistina xwe xurt bikin.”

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ‘meşeke ji rêzê nîne; meşeke jiyana azad, demokratîk û wekhev e. Di daxuyaniyê de di serî de çalakiya mezin a li Kolnê ji bo hemû çalakiyan bang hate kirin ku bi ruhê seferberiyê tevlîbûn bê kirin.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Di sala 25’an a komploya navneteweyî de, di şexsê endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK’ê hevrê Viyan Soran de ku gotibû ‘Bi sîstema Îmraliyê jiyan nabe’, hemû şehîdên xwe yên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn dîwarekî ji agir, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan, dayikên xwe yên di nobeda edaletê de ne û meşvanên azadiyê hemûyan silav dikin, berxwedana jinan, gelê me û dostên me pîroz dikin ku li dijî komployê ji Kurdistanê destpê kirin û li tevahiya cîhanê belav bû û 25 sal in dewam dike.

Em dewletên ku tevlî komploya navneteweyî bûne careke din şermezar dikin, diyar dikin ku wê li pêşberî gelan, li pêşberî dîrokê timî bêne darizandin û bi vî sûcê qirêj bêne bîranîn.

Hêza esasî ya ku komploya navneteweyî kir, sîstema modernîteya kapîtalîst a global bû. Armanca wan ew bû ku di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê ya Kurd biqedînin, di serî de Kurdistan karibin destwerdanê li tevahiya Rojhilata Navîn bikin.

Ji bo cîhanê bi dest bixin, Rojhilata Navîn parve bikin di nava xwe de şerekî mezin ê berjewendiyan dimeşandin û gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn kirin qurbanê berjewendiyên xwe yên qirêj.

Li hemberî vê komploya qirêj ku rojeke qirkirinê ya Kurdan û jinan e, Rêber Apo çareseriya Modernîteya Demokratîk destnîşan kir ku ji bo gel û jinên Kurd bû rêya serketina têkoşîna hebûn û azadiyê. Destnîşan kir ku rêya esasî ya civakeke demokratîk jî xwe dispêre şoreşa azadiya jinê û şoreşa ekolojîk.

Bi afirandina hêzeke bi vî rengî ya çareseriyê, rastiya hêzê modernîteya kapîtalîst ên ku komploya navneteweyî kirin nîşan da ku dijminê azadî, demokrasî, jinê û gelan e û van hêzên ku xwestin wî û di şexsê wî de civaka demokratîk darizînin, wî bi xwe ew darizand û mehkûm kir.

Di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de ku ji bo wê digotin ‘Em ê hucre bi hucre bikujin, tune bikin’, Rêber Apo guhertina paradîgmayê pêk anî û bi gotina ‘Bûyîna 3’yemîn’ pêk anî. Li cihê ku dihate gotin ku fikirîn lê nabe, Rêber Apo fikrên nû yên bûn hêviya cîhanê afirand û dengê jiyana azad a ku hêzên hegemon dixwestin bibirin, gihand tevahiya cîhanê. Ji ber vê yekê jî careke din divê bê destnîşankirin ku komploya navneteweyî bi berxwedana Rêber Apo û rêbaza wî ya têkoşînê li Îmraliyê hate pûçkirin.

Li hemberî komploya navneteweyî ku hate xwestin roja mirovahiyê bê tarîkirin, Rêber Apo kete nava têkoşîneke mezin, asta Rêbertiya Neteweyî gihand Rêbertiya global. Bû Rêberê bindestan, jinan, mirovahiyê û gelan. Rastiya Rêber Apo li hemberî hêzên komploger jin kir hêz û rêya rizgariyê.

Li dijî vê sîstema ku jin bênasname kiriye, bêqîmet kiriye, kiriye mîna metayeke ku bê kirîn û firotin, ji nirxên wê dûr xistiye, li nava dîwarên malê asê kiriye, yan jî li nava sînorên dewletan asê kiriye, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê dîwarên vê jiyana dîlgirtî ya ku weke qederê li jinan dihate ferzkirin, parçe kir.

Li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst a ku ji bo pêşketin û berdewamiya xwe jinê weke milkê xwe ya herî girîng dibînin, paradigmaya azadiyê ya Rêber Apo bûye deriyê jiyana azad a ku jin pêl bi pêl ber bi wê ve diherikin. Pergala ku bi karekterên serdestiya mêr û jinên kole xwedî dibe, li hemberî paradigmaya me ya jiyana azad têk diçe. Ji ber vê jî di sedsala 21’an ku em weke sedsala jinê pênase dikin, em baştir dibînin ku komploya navnetewî di rastiyê de komployeke li dijî hemû jinên ku li jiyana azad digerin e. Ji bo vê jî divê jin bi hişmendiya ku komplo û tecrîda li dijî wan e, li dijî komployê û tecrîdê têkoşînê bilind bikin. Di ferqa ku azadiya Rêber Apo azadiya wan e, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, divê bi ruhê seferberiyê beşdar bibin û rêxistina xwe xurt bikin.

Bi vê wesîleyê, em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jin û ciwan, raya giştî ya demokratîk û dostên xwe dikin ku ji bo şikandina dîwarên esaretê ya Îmraliyê ku tê wateya qirkirina jin, xweza û mirovahiyê, li dijî komploya navneteweyî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rihê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin.

Em guh bidin banga şehîd Serxwebûn Serhed ê di operasyona şoreşgerî ya Ş. Helmet Derelûk de ku gotibû, “Ev meş ne meşeke ji rêzê ye, di şexsê me de dîrok û miletek e ku ji bo hilanîna tolê salan bi ser dijmin ve dimeşin.” Ev meş ne meşeke ji rêzê ye û bi hişmendiya ku ev meş ber bi jiyana azad, demokratîk û wekheviyê ye nîşan bidin. Di serî de meşa mezin a li Kolnê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi rihê seferberiyê em beşdarî hemû çalakiyan bibin. Em li ser bingeha azadiya jinê avakirina pergala xwe ya konfederal a demokratîk û azadîparêz, bi pêş bixin û bi xwendin û têgihiştina Rêber Apo li her qada em lê ne hêza xwe ya rêxistinbûyî xurt bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kantona Firatê dest bi meşa dirêj kirin.

Nivîsa Pêş

Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin

Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin

Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrîk li Mexmûrê hatin bibîranîn

Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrîk li Mexmûrê hatin bibîranîn

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê ku Kawayê Hesînkar pêxistiye, li Swîsrêyê geş dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2017’an şehîd bûn eşkerê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • EMÊ KARIBIN DEV JI 3 HEZAR ŞEHÎDAN BERDIN?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.