Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

‘Azadiya Rêber Ocalan wê bibe çareseriya qeyranan’

Nûra Xêro, ji pêkhateya Ereb, diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwaze û wiha got: "Azadiya Rêber Ocalan wê li Tirkiye, Iraq, Sûriye û gelek welatan bibe çareseriya qeyranan.”

Edîtor: Çekdar Amed
10/01/2024 - 13:00
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO, Rojava
Reading Time: 3 mins read
A A
‘Azadiya Rêber Ocalan wê bibe çareseriya qeyranan’
ParvekeTweet

HESEKE – Fikir, felsefe û têkoşîna Rêber Apo, dibe hêviya jinan. Nûra Xêro ya ji pêkhateya Ereb jî da zanîn Abdullah Ocalan wek Rêberê xwe dibîne.

Nûra Xêro ya ku di êrîşa Cotmeha 2019’an de neçar ma ji Zirganê koçî Til Temirê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê ku beriya qeyrana Suriyeyê destpêke ji bo karkirinê çû, derfeta dîtina mala Rêber Apo bi dest xistiye. Nûra Xêro, wiha got: “Em li nêzî mala Rêber Apo di zeviyê de kardikir. Dema ez ketim mala Rêber Apo min aramî hîs kir. Hesta aramiyê, ji azadiya ku ew pêşkêşî me dike tê.”

‘Em bi hêviya roja ku Rêbertiya me di nava me de be dijîn’

Nûra Xêro, diyar kir rêberek wek Rêber Apo di bin tecrîdê de xistin, ji bo gelan windahiyeke mezin e û wiha got: “Rêber Apo rêberekê azadiya gelan dixwaze û pêşeroja me û welatên din ronî dike ye. Tenê Rêber Ocalan dibêje jin hene, xwedî maf in û bingeha jiyana wekhev û azad in. Ji ber vê yekê em jî îro şopdarên Rêber Apo ne. Dema em îro lê dinêrin tu kesî nekarî pergala demokratîk ava bike, lê Rêber Apo fikirî û ava kir. Em bi hêviya ku roja Rêbertiya me di nav me de be û em careke din serdana mala wî bikin, dijîn.”

‘Pirtûkên wî li malan tê xwendin’

Nûra Xêro, dest nîşan kir Rêber Apo beriya çend salan pêşbîniya bûyerên îro li Rojhilata Navîn diqewimin dît û wiha axivî: “Rêber Apo bûyeran beriya ku biqewimin dît, dema pirtûkên wî yên beriya çend salan nivîsandiye dixwînin dibînin. Îro pirtûkên Rêbertî li mal, civat, kolan, tax û cihên kar tên xwendin. Rêbertî her roj di hiş û diayên me de ye. Rêbertî îro ne tenê rêberek welatekî ye, rêberê hemû welatan e.”

‘Nikarin fikrên wî di nava çar dîwaran de bigrin’

Nûra Xêro, bal kişand Rêber Apo ji ber fikrên xwe tê tecrîd kirin û wiha got: “Dewlet dikarin mirovan bigrin, lê nikarin fikrên wan di nava çar dîwarên girtîgehê de bigrin. Lewma dewleta Tirk a dagirker û faşîst çiqasî fikrên Rêber Apo ya di girtîgehê de dorpêç bike jî wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Em bi hepskirina Rêbertiya xwe re, hest dikin em hatina heps kirin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dixwazin. Azadiya Rêber Ocalan wê li Tirkiye, Iraq, Sûriye û gelek welatan bibe çareseriya qeyranan. Lewra divê em îro xwedî vê xezîneya veşartî derbikevin.”

Nûra Xêro ya bang li jinan kir, wiha got: “Ji ber ku Rêber Apo rêberê me ye, divê em destê xwe bidin hev û wî azad bikin. Her wiha em dixwazin welatên din jî piştgiriyê bidin me. Em hêvî dikin welatan li dijî vê bêedaletiya li ser Rêbertiya me têbikoşin. Îro ragirtina Rêber Apo, şermekî mezin a welatên cîhanê ye.”

ÇAVKANÎ: JINHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Sara “Tenê sê rojan li mala me mabû, lê belê mîna sê salan bû.”

Nivîsa Pêş

Ciwan û karkerên Şêx Mexsud Şehîd Sara bibîranîn

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Ciwan û karkerên Şêx Mexsud Şehîd Sara bibîranîn

Ciwan û karkerên Şêx Mexsud Şehîd Sara bibîranîn

‘Li Başûrê Kurdistanê 700 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar in’

‘Li Başûrê Kurdistanê 700 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar in’

Manşet

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.