Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

KCK’ê şehîdên meha Kanûnê bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
20/12/2023 - 9:45
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Têkoşîna azadiyê ya ku PKK’ê daye destpêkirin, bi vî awayî yek ji avabûna herî watedar û mezin a dîrokê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – KCK’ê şehîdên Komkujiya Mereşê ya 1978’an, Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûna 2000’î û Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an bi bîr anî û got, “Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di şexsê mirovên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan em hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin, serê xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin û soza ku me dane şehîdan careke din dubare dikin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Em ketine salvegerên Komkujiya Mereşê ya 19-24’ê Kanûnê, Komkujiya 19’ê Kanûna 2000’î ya li hemberî girtiyên li zindanan hate kirin û Komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an a li Parîsê hate kirin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di şexsê mirovên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan em hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin, serê xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin û soza ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Em van komkujiyan û dewleta Tirk a mêtinger qirker ku ev komkujî pêk anî careke din bi tundî şermezar dikin. Dîroka dewleta Tirk dîroka komkujî û qirkirinê ye. Di serî de li hemberî gelê Kurd, li dijî gelan, Elewiyan, baweriyan, sosyalîstan, hêzên demokrasiyê bi rêk û pêk komkujî hatin kirin. Ev komkujî rastiya dewleta Tirk jî radixe pêş çavan.

KOMKUJIYA MEREŞÊ DI VÊ SERDEMÊ DE JÎ TÊ DEWAMKIRIN

Yek ji bûyerên ku rastiya qirker û komkujiyê ya dewleta Tirk radixe pêş çavan Komkujiya Mereşê ye ku di 19-24’ê Kanûna 1978’an de hate kirin. Komkujiya Mereşê weke parçeyek ji Plana Şark Islahat û polîtîkaya Qirkirina Kurdan hate kirin. Bi Komkujiya Mereşê re xwestin, herêma rojavayê Kurdistanê ku weke rojavayê Firatê tê naskirin ji xelkê Kurd-Elewî paqij bikin û qirkirina Kurdan bigihîne herêmên navîn ên Kurdistanê. Lewma Komkujiya Mereşê qonaxek ji rêze komkujiyên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd e. Ji ber vê yekê jî ev komkujiya ku ji kuştin û koçberkirina xelkê Kurd-Elewî hate destpêkirin, bi dawî nebûye û di vê serdemê de jî dewam dike. Li aliyê din, Komkujiya Mereşê di heman demê de ji bo wê yekê hate kirin ku nehêle Tevgera Azadiyê ya Kurd ji rojavayê Kurdistanê xwe bigihîne tevgerên şoreşger û civaka Tirkiyeyê.

KOMKUJIYA PARÎSÊ BI PIŞTGIRIYA NATO Û GLADYOYÊ HATE KIRIN

Yek ji komkujiyên din ên ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan kir, di 20’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê pêk hat. Ev komkujî ji aliyê gelê me ve weke Komkujiya Parîsê ya Duyemîn hate pênasekirin. Şoreşa mezin û endama konseya me ya rêveber Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin û bi vî rengî şehîd ketin. Mîna Komkujiya Parîsê ya yekemîn, ev komkujî jî bû komkujiyeke welê ku dewleta Tirk bi tena serê xwe nekir. Dewleta Tirk zêdeyî sed sal in qirkirina Kurdan û hemû komkujiyên bi vê armancê dike, bi piştgiriya NATO’yê pêk aniye. Êrîşên li Ewropayê hatin kirin jî bi piştgiriya NATO û Gladyoyaê hatin kirin. Ev rastî eşkere ye û ji aliyê gelê me û her kesî ve tê zanîn. Dewleta Fransayê bi ronînekirina van komkujiyên li Parîsê re hîn jî di bin gumanbarî û tewanbariyê de ye. Divê dewleta Fransayê dest ji veşartina rastiyê berde û bi eşkerekirina rastiyan re komkujiyan ronî bike. Di serî de Fransa heta ku dewletên Ewropayê komkujiyên li Parîsê ronî nekin wê nikaribin xwe ji bin gumanbarî û tewanbariyê rizgar bikin. Gelê me teqez bi biryar e ku li dijî komkujiyan têbikoşe û komkujiyan eşkere bike. Divê her kes bi vê zanibe.

KOMKUJIYA 19’Ê KANÛNÊ RASTIYA ZALIM A DEWLETA TIRK RAXIST PÊŞ ÇAVAN

Di êrîşên nemerdane û hovane de ku 19’ê Kanûna 2000’î li zindanan li hemberî girtiyan hate kirin, bi dehan girtî hatin qetilkirin û şehîd bûn. Êrîş û komkujiyên ku di 19’ê Kanûna 2000’î de li hemberî girtiyan hatin kirin, careke din nîşan da ku dewleta Tirk a zalim û hovane bi ti awayî sûd ji mirovahiyê wernegirtiye. Di vê serdemê de jî desthilatdariya AKP-MHP’ê vê rastiya komkujiyê temsîl dike, dewam dike. Di serî de tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ya li Îmraliyê, zindan di bin tecrîd û êşkenceyê de ye. Girtî jî li hemberî vê li ber xwe didin, çalakiyan dikin. Çalakiya girtiyan ku bi rengê greva birçîbûnê ya dorveger hatiye destpêkirin, divê ji aliyê mirovên li derve ve baş bê fêhmkirin. Çalakiya girtiyan piştgiriyek ji bo kampanya navneteweyî ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin. Lewma bersiva herî rast a li çalakiya girtina wê tevlîbûneke xurt a li kampanyayê be. Tenê bi vî rengî em dikarin piştgiriyê bidin girtiyan. Divê her kes vê rastiyê bibîne û helwesta xwe bi tevlîbûneke xurt a li nava kampanyayê nîşan bide. Ji bo nîşandana helwesteke rast, me pêwîstî pê dît ku bangeke bi vî rengî bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Elmanyayê li gerîlayê HPG’ê pirsî, lê dewleta Tirk bersiv neda

Nivîsa Pêş

Navên leşkerên ku mirinên wan tên veşartin, hatin eşkerekirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Navên leşkerên ku mirinên wan tên veşartin, hatin eşkerekirin

Navên leşkerên ku mirinên wan tên veşartin, hatin eşkerekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê serkeftina Qasim Keşko pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê serkeftina Qasim Keşko pîroz kir

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PKK Navê Heqîqeta Nû ya Kurd e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan û Ciwanên Tebqa Şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Gerilayê HPG’ê Ş. Mazlûm Partîzan sersaxî hate xwestin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.