Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 9’emîn de ye: Em ê teqez bi ser bikevin

Edîtor: Nucan Serdoz
05/12/2023 - 14:00
di nav Bakur, Çalakî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 9’emîn de ye: Em ê teqez bi ser bikevin
ParvekeTweet

AMED – Greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyan di roja 9’emîn de ye ku ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin. Girtiyên li Bloka A a Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Amedê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê peyamek şandin ku ji 27’ê Mijdarê ve dewam dike.

Girtiyan bi bîr xistin ku Rêber Apo nêzî 25 sal in bi rengekî bêhiqûqî li Îmraliyê li girtîgeha yek kesî tê girtin û gotin, “25 sal in bi kiryarên kêfî re rû bi rû ye. Di nava pîvanên mirovaiyê û hiqûqa destûra bingehîn de rewşeke bi vî rengî nîne.”

‘BILA MAFÊN DESTÛRA BINGEHÎNÎ BÊNE NASKIRIN’

Girtiyan xwestin ku tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin, rewşa wî ya tenduristî û temênê wî berçavan bê girtin û di vê çarçoveyê de li malê were ragirtin, bi parêzer û malbata xwe re her hefteyê hevdîtinê bike û mafên wî yên destûra bingehîn werin naskirin. Bi domdarî girtiyan ev tişt parve kirin: “Weke ku tê zanîn ku Rêber Apo ji bo biratiya gelan, ji bo çareserkirina krîz û şerê li Rojhilata Navîn û herêma em lê ne, xwedî roleke çareseriyê ye. Ji ber di pêvajoya salên di navbera 2013 û 2015’an de pozê kesekî xwîn nebû. Ev bi polîtîkayên aştiyê û bi keda birêz Ocalan çêbû. Lê belê kesên alîgirên şer xwe li vê pêvajoyê ranegirtin û dîsa şer dan destpêkirin. Ji wê rojê heta niha şer diqewime û dibe sedema gelek windahiyên aborî, civakî, siyasî û mirovahiyê.”

‘EGER DAXWAZÊN ME BI CIH NEYÊN ANÎN, ÇALAKIYÊN ME WÊ HÎN RADÎKAL BIBIN’

Girtiyan destnîşan kirin ku ew dixwazin ku dewlet li gorî feraseta “Vegera ji şaşiyê, başî ye” tevbigere û peyama xwe wiha bi dawî kirin: “Bila ev pêvajoya şer were rawestandin, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo were rakirin, şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê li ber çavan were derbaskirin û di malê de bê ragirtin, mafên wî yên hiqûqî û mirovî werin dayîn û pêvajoyeke nû ya diyalogê were destpêkirin. Greva me niha dorveger e û her 10 rojan carekê komeke cuda dewr digire. Eger daxwazên me neyên bicihanîn wê çalakiyên me bêhtir bi radîkal dewam bikin. Em dixwazin pêşî li mirinan, pêvajoya şer bigirin. Em bang li hemû mirovên xwedî wijdan û saziyan dikin ku bila deng bidin dengê me. Em ê bi hev re bi mezinkirina çalakiya xwe ve teqez bi ser bikevin. Wê serketin a têkoşeran be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şervana bi heybet: Cûdî Çekdar

Nivîsa Pêş

Rewşa Ciwanên li Dêrsimê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Rewşa Ciwanên li Dêrsimê

Rewşa Ciwanên li Dêrsimê

HPG: Sûcên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker dewam dikin

HPG: Sûcên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker dewam dikin

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG`ê li Wanê wesayîta leşkerî ya artêşa dagirker rûxand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PKK Navê Heqîqeta Nû ya Kurd e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan û Ciwanên Tebqa Şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.