Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Umît: Şert e ku jin xwe ji sîstemê qut bike

Edîtor: Nucan Serdoz
21/11/2023 - 12:30
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
Umît: Şert e ku jin xwe ji sîstemê qut bike
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a televîzyona Medya Haberê bû û bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê axivî. Di destpêka axaftina xwe de Hêlîn Umît Rêber APO silav kir ku li hemberî sîstema komplo û qirkirinê ya Îmraliyê berxwedaneke bêhempa dimeşîne.

Umît anî ziman ku divê berxwedana li Îmraliyê û kiryarên li wê derê weke navenda bûyer û qewimînan bêne nirxandin, lewma rastiya Îmraliyê û rastiya Rêber APO her tim di rojevê de bêne hiştin. Hêlîn Umît salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê jî li damezrînerê PKK’ê Rêber APO pîroz kir.

Umît got, “Girîng e ku li dijî Navenda Qirkirinê ya Îmraliyê, li dijî sîstema qirkirinê têkoşîn bê meşandin. Pêwendiya vê yekê bi bilindkirina pîvana azadiyê heye. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku dema bê, di vê meha partiyê de sîstema li ser Rêber Apo rêberê azadiyê bişikînin.”

TUNDIYA LI JINÊ DI BINGEHA ŞARISTANIYÊ DE HEYE

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê beriya her tiştî banga têkoşîna rêxistinbûyî li jinan hemûyan kir û got, “Cîhana em tê de veguheriyeke qadeke welê ku ji ber feraseta bi serweriya mêr jiyan lê zehmet bûye. Hema bibêje li her qada jiyanê tundî heye. Lê belê di navenda vê yekê de tundiya li dijî jinê heye. Analîzên dîrokî û civakî timî me dibe rojên destpêkê yên dîrokê. Em bala xwe didin ser wê yekê bê şaristanî, dewlet, desthilatdarî çawa ava bûne. Vê yekê dibînin; şaristaniyê xwe spart du tiştan û bi vî rengî ava bû. Bi serweriya li ser jinê ava bû û ev yek jî xwe dispêre derew û tundiyê. Tundiya li dijî jinê di bingeha şaristaniyê de heye. Bêyî tundiya li jinê şaristanî, dewletperestî, sîstema desthilatdarîperestî nabe. Ji ber vê yekê zayendîperestiya civakî di gotinan de jî heye. Gotinên, ‘Divê tu ço li ser serê jinê kêm neke, dema serê xwe rakir divê tu lê bixe’, ji bo wê yekê ne ku jin ti carî nebin ya xwe, timî bê xistin, timî bê birûmetkirin.”

Hêlîn Umît anî ziman ku beden û hebûna jinê ya ku di destpêka mirovahiyê de weke pîrozmendiyê hate dîtin, bi şaristaniyê re veguherî tiştekî welê ku biçûk bê xistin, kêm bê dîtin û destnîşan kir ku di bingeha tundiyê de jî rastiyên bi vî rengî yên îdeolojîk, zayendîperestî hene.

Hêlîn Umît bi bîr xist ku jin li tevahiya cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn di nava şerekî giran de ne û wiha dewam kir, “Ji ber vê yekê di 25’ê Mijdarê de divê tundiya li jinê tê kirin, her wiha têkoşîna li dijî tundiyê hîn bêhtir di rojevê de bê hiştin. Ev yek jî ne tenê di rojekê de bê kirin. Bi rastî jî pêwîstiya me gelekî bi têkoşîna rêxistinbûyî heye. Pêwîstiya jinan bi wê yekê heye ku li hev kom bibin û dengê xwe bilind bikin.

Rabûna li ber sîstema milkiyetê ya heyî ji bo jiyana bi rûmet a jinê şert e. Bala xwe bidin ser; jin weke xwe nîne. Her tim a hinekan e. A hevserê xwe ye, a bavê xwe ye, a hevalê xwe yê mêr e. Her tim a mêrekî ye. Sîstema milkiyetê bi vî rengî ye. Niha partî jî bi heman rengî dikin. Yanî jin ên li nava AKP’ê her tim bi vî rengî ne. Yanî jin ne ya xwe ye. Ev tunekirin bi xwe çavkaniya herî mezin a tundiyê ye.

Divê jin bibe ya xwe. Namûsa herî mezin ew e ku jin bibe ya xwe. Divê em bibin a xwe. Em jin divê xwedî li hev derkevin. Bavê me jî be, mirovekî ku em gelekî jê hez dikin jî be, mêrek jî be divê têkildarî jinê biryarê wernegirin. Divê jin bi xwe biryarê têkildarî xwe bidin. Rêya vê yekê jî qutbûna ji sîstema heyî ya bi serweriya mêr e.

ŞERT E KU JIN XWE JI SÎSTEMÊ QUT BIKE Û BI RENGEKÎ CUDA BI RÊXISTIN BIKE

Şert e ku jin bi qasî jê tê xwe ji sîstemê qut bike û bi rengekî cuda bi rêxistin bike. Jin çiqasî xwe bi rengekî xweser bike, çiqasî li ser lingê xwe bisekine, ewqasî xwe nas dike, zayenda xwe nas dike, dibe xwedî îrade û dibe xwedî cihê hurmetê. Hezkirin û dilsoziya rasteqîn jî li ser vê bingehê li şûna xwe rûdinê. Lewma Rêber Apo got, ‘Aştî çavkaniyeke hezkirinê ye’. Ev ne gotineke ku weke wêjeyê hatiye gotin. Ji ber vê hişmendiya azadiyê, felsefeya azadiyê tevgera me ya jinê ya PKK’ê ji aliyê cewherî ve bûye çavkaniya hezkirinê. Bêyî vê yekê rabûna li ber tundiya heyî nabe.

Em qala rastiyeke welê dikin ku bûye mîna cinawirekî. Şaristaniya heyî ji her alî ve mêr e. Li her derê siyaset bûye karê mêr. Li nava artêşê ew serwer in. Ew diaxivin, ew diyar dikin. Barê sîstema mêtinger a kapîtalîst, barê şer hemûyan li pişta jinê dikin. Gelo jin wê vê yekê weke qederekê ji xwe re bibîne? Yan jî wê ji bo diyarkirina rêya xwe li hev kom bibe, xwe bi rêxistin bike û têbikoşe? Em dibêjin me bi esasî rêya vê yekê ava kir. Yanî weke PAJK’ê me ji jinên cîhanê re rêyek danîn, bûn mînak û modelek. Di serî de jinên li herêmê em bang li jinan hemûyan dikin ku vê mînakê, vê pêşengiyê baş nas bikin, bi rengekî rast tevlî bibin û li dijî sîstema bi serweriya mêr têbikoşin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TJK-E: Em bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin

Nivîsa Pêş

Ji Silêman Ehmed 28 roj e agahî tune ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Silêman Ehmed 28 roj e agahî tune ye

Ji Silêman Ehmed 28 roj e agahî tune ye

HPG: Li Metînayê 12 dagirker hatin cezakirin

HPG: Li Metînayê 12 dagirker hatin cezakirin

Manşet

  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16’Ê SIBATA 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Girê FM roja 9’emîn a êrîşa kîmyewî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.