Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Xwendekarên Koye piştgiriya xwe ji daxwazên mamostayan re nîşandan

Zêdetirî 50 rojin ji ber nedana muçe û mafên din ên mamostayan, li piraniya bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê hejmarek zêde ya mamostayan boykot ragihandine û naçin dewamê.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/11/2023 - 10:15
di nav Başûr, Çalakî, Ciwan, Kurdistan, Nûçe, Xwendekarên
Reading Time: 4 mins read
A A
Xwendekarên Koye piştgiriya xwe ji daxwazên mamostayan re nîşandan
ParvekeTweet

KOYE – Zêdetirî 50 rojin ji ber nedana muçe û mafên din ên mamostayan, li piraniya bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê hejmarek zêde ya mamostayan boykot ragihandine û naçin dewamê. Xwendekarên dibistana amadeyî yên navçeya Koye jî piştgiriya xwe ji bo daxwazên mamostayan anîn ziman û gotin, divê hikûmet mafên darayî yên mamostayan bide.

Zêdetirî 50 rojin boykota mamostayan ku li piraniya bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê li dijî nedana muçe û tayînekirinê hatiye ragihandin, didome. Boykotê bandorek nerênî li ser xwendinê kiriye, ji ber vê çendê jî xwendekarên dibistana amadeyî yên navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo mamostayan anîn ziman. Xwendekaran xwestin hikûmet di zûtirîn dem de daxwazên mamostayan bi cih bîne.

Xwendekarê bi navê Mihemed Ednan da zanîn ew ji ber boykotê û venebûna deriyên dibistanan bifikarin û got; “Em wek xwendekarên refa 12 ya amadeyî ji rewşa heyî pir bi fikarin, ji ber ku em nizanin wê çarenûsa xwendina me ya îsal çilê were.”

Mihemed Ednan daxwaz kir ku hikûmet muçeyên mamosta û karmendan bide û got, mamosta nikarin bi berîkên vala waneyan bidin, em jî nikarin dewamê bikin, ji berku debara me jî li ser muçeyê kesûkarên me ye.

Xwendekarê bi navê Sefîn Hîwa yê refa 12’an ya amadeyî jî li ser boykotê û bandorê wê ya li ser xwendinê got: “Em ne tenê ji bo daxwaza mafên xwe bikin livirin. Di heman demî de em ji bo daxwaza mafên karmend û mamostayan jî li virin. Em daxwaz ji hikûmetê dikîn di zûtirîn dem de mafên mamosta û karmendan bide. Ji berku ger muçeyê wan neyê dayîn bandorê li ser jiyana rojane û bazarê jî dike.”

Sefîn Hîwa destnîşankir ku wek xwendekar ew di nav derûniyek xirab de dijîn û got: “Em nizanin çarenûsa xwendina me ya îsal wê çilê were. Em nizanin ew mijarên ku di waneyan de li sinorê parêzgeha Hewlêr û Dihokê tê xwendin wê ji bo me jî derbasdarbe yan jê were qut kirin. Ji berku niha li wan parêzgehan dema ezmûna ye. Lê me qet nexwendiye.”

Xwendekarê bi navê Aras Elî jî da zanîn rewşa ku niha li Herêma Kurdistanê ji ber nedana muçe û rewşa xirab ya darayî çêbûye, bandorê li ser wan jî kiriye û got: “Nedana muçeyê mamosta û karmendan bandorê li ser proseya xwendinê kiriye û bûye sedem asta zanistê li vê deverê dakeve. Em dikarîn bêjin ku hikûmet dixwaze kerta perwerda giştî (hikûmî) paş de bihêle. Daku xwendina li dibistanên taybet zêde bibe û zarokên wan xwendewar bin û xelkê din jî nexwendewar be.”

Aras Elî da zanîn ger bersiva daxwazên mamosta û karmendan neyê dayîn, ew ê carek din li ber dibistanên taybet dest bi xwepêşandanan bikin û rê nedin li wan dibistanan jî xwendin berdewam bike.

Li aliyê din Rêvebera Perwerdeya Koye Şehên Osman jî got: “Wezîrê perwerdê ragihandiye ku heta niha ti tiştek ji bo kêmkirina xwendina giştî bi taybetî jî refa 12 nine. Ti guhertinek di salnameya xwendinê de nayê kirin. Em jî ji ber rewşa ku niha mamosta û karmend tê de ne bi fikarin. Lê tiştek ji destê me nayê.”

Şehên Osman da zanîn ku divê hikûmet daxwazên mamostayan bi cih bîne û ji bo ku xwendina îsal vala neçe. Şehên got, ger rewş bi vî rengî berdewam bike metirsî li ser xwendina giştî ya li sinorê Silêmanî û Koye heye.

Çavkanî: RojNews

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rewşenbîr û Ciwan

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê ber bi çeperên gerîla ve rê çêdike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê ber bi çeperên gerîla ve rê çêdike

Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê ber bi çeperên gerîla ve rê çêdike

Orman: “Civaka ku ciwanên xwe winda dike, tu carî nikare bi ser keve.” 

Orman: “Civaka ku ciwanên xwe winda dike, tu carî nikare bi ser keve.” 

Manşet

  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.