Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

QSD: Fermandar Ferhad Dêrik şehîd bû

Edîtor: Nucan Serdoz
27/10/2023 - 17:23
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
QSD: Fermandar Ferhad Dêrik şehîd bû
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku bombebarana îro ya dewleta Tirk a dagirker de fermandar Ferhad Dêrik (Şibilî Şibilî) şehîd bû. QSD′ê got, wê xwîna şehîd vala neçe.

Daxuyanî wihaye:

′′Dewleta Tirk a dagirekr êrişên xwe yên terorî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Sibeha îro (Înê) bi balafireke bê mirov a xedar fermandarê hêzên me Ferhad Dêrik (Ferhad Şibilî) ê dema serdana mala xwe dikir, li naverasta bajarê Dêrikê yê bakurê rojhilatê bajarê Qamişloyê kir hedef. Di encamê de fermandar Ferhad şehîd bû.

Şehîd Ferhad ji malbateke welatparêz e ku bi têkoşîna nîştimanî ya kurdî û sûriyeyî xwedî dîrokeke tijî  û dagirtî ye. Malbatê di çarçoveya şoreşa Rojava-  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek şehîd di rêya parastina gelê ji tevahî êrişan de dane. Yek ji wan şehîd Ferhad Dêrik e yê par di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagairker de li nêzî bajarokê Silêmaniyê yê herêma Başûrê Kurdistanê ye. Birayê wî Ferhad Dêrik jî sala 2014′an jî şehîd bû. Her wiha pismanî wê Îsam sala 2014′an li pêngava rizgarkirina gelê Êzidî yê Şengalê de şehîd bû. Dîsan 7 ferdên malbatê di pêvajoyên dirêj ên têkoşîna li dijî dagirkeran û terorîstan de şehîd bûn.

Ji malbatê hevrê Ferhad, gelek kes di nava refên hêzên leşkerî de ne, hinek ên din jî di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin. Dayika wî di Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê de ye. Hevrêyê me Ferhad (Şibilî), bi destpêka Şoreşa 12′ê Tîrmehê de, tev li refên têkoşînê bûn û beriya wî jî têkoşiya. Hevrêyê Ferhad erka parastina gel, bajar û taxan girte ser xwe û roleke sereke di avakirina komên leşkerî yên pêşîn ên parastinê de list. Herî dawîn cihê xwe di nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de girt. Beriya ku şehîd bibe mîsyona rêvebirina Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ya li herêma Dêrazorê wergirt.

Şehîd Ferhad bi dilnizmî, dirustbûn û jîrbûna xwe dihat naskirin. Şehîd Ferhad xwedî rihê hevalatî yê şoreşgerî yê bilind bû ku li gorî wî tevgeriya û erkên xwe yên şoreşgerî pêk dianî. Şehîd Ferhad her tim mîna meşaleya ku agirê wê nayê vemirandin bû, bi şev û bi roj bê westandin kar kir. Hevrê Ferhad ji bo pêkanîna armancên şoreşê yên azadiya gelê xwe tê koşiya. Ruxmî êrişên dijmin ên ku heta niha li ser herêmên me ranewestiyane şehîd Ferhad di pêkanîna erkên xwe de bi îsrar bû.

Hevrêyê me şehîd Ferhad beşdarî piraniya pêngavên leşkerî yên li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst û êrişên dewleta Tirk a dagirker  bû. Hevrê Ferhad bi xurtî cihê xwe di pêngavên yekemîn û duyemîn ên Til Koçer û Til Hemîsê bûn. Di sala 2014′an jî cihê xwe beşdarî vekirina kerîdora di navbera Şengal û Rojava de bû. Di heman demê de beşdarî pêngavên rizgarkirina Şengalê, pêngava rizgarkirina Til Birak, pêngava rizgarkirina Hesekê, pêngava rizgarkirina Til Temirê, pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo û pêngava duyemîn a rizgarkirina Reqayê de girt. Hevrê Ferhad beşdarî berxwedana li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de bû. Hevrê Ferhad gelek caran birîndar bû, birînên wî bandor li îradeya wî nekir û têkoşîna xwe li dijî teror û dagirkeran berdewam kir, ji ber ku soz dabû ku dê heta dawiyê gelê xwe biparêze.

Di serî de em sersaxiyê ji xwe, ji tevahî malbatên şehîdan, bi taybet malbata şehîd Ferhad (Şibilî Şibilî) re dixwazin. Em ê ji bersivdayînê û tolhildana kujerên wî dudulî nebin. Bersiva me wî layiqî xwîna hevrêyê me yê şehîd be. Wê xwîna şehîdan vala neçe, wê hesab ji qatilan bê pirsîn.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ferhad Dêrik
Nav û paşnav: Şibilî Şibilî
Navê dayikê: Xanim
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrik/1995
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik-27′ê Cotmeha 2023′an.′′

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan ya werzîşe herema Firatê tornuva despe kir

Nivîsa Pêş

Munzur: Bi mîlyonan azadiya fîzîkî ya Rêbertî dixwazin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Munzur: Bi mîlyonan azadiya fîzîkî ya Rêbertî dixwazin

Munzur: Bi mîlyonan azadiya fîzîkî ya Rêbertî dixwazin

YCWK’ê li Amedê konteynireke faşîstan şewitand

YCWK'ê li Amedê konteynireke faşîstan şewitand

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.