Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

YPS/YPS-JIN: Pêngava serketinê bi îdîa û biryardariyeke mezin dewam bike

YPS/YPS-JIN'ê got, "Em bang dikin ku li dijî êrîşên qirker ên dijminê faşîst, bi rengekî hîn çalak xwedî li pêngava me ya serketinê derkevin û pêngavê mezin bikin."

Edîtor: Nucan Serdoz
19/01/2023 - 14:07
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPS/YPS-JIN: Pêngava serketinê bi îdîa û biryardariyeke mezin dewam bike
ParvekeTweet

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona YPS/YPS-JIN bi wesîleya salvegera 7’emîn a damezrandinê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst dagirker ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve bi plana qirkirinê ya têkbirinê ya topyekûn êrîşî tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê dike û hate gotin, “Li dijî êrîşên qirkirinê yên faşîst ên topyekûn ên dijmin, weke tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê me berxwedaneke bêhempa ya dîrokî nîşan dan.

Berxwedana bajaran a bi dirûşma xwerêveberiya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kir. Ev berxwedana dîrokî û bi heybet ku di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê me de gaveke nû bû, mohra xwe li dîroka me xist. Li hemberî vê berxwedana dîrokî û bi yebet a li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gimgim, Farqîn, Silopiya, Gever, Wan, Dêrik, Kerboran, Hezex, Rêzan û Bismilê dewleta Tirk a faşîst bi her cûre sûcên şer û li dijî mirovahiyê kir û êrîşî îradeya xwerêveberiyê ya gelê me yê welatparêz kir.

Li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst dagirker, rêxistina me YPS/YPS-JIN’ê di salên 2015-2016’an de berxwedaneke bi heybet nîşan dan. Ev berxwedana ku bi Pêşengiya fermandarên pêşeng Çiyager, Zeryan, Îslam, Xebatkar, Nûcan, Çeko û Berfîn hate kirin, veguherî berxwedaneke destanî. Di vê demê de hevrêyên leheng ên mîna Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Haci Lokman Bîrlîk, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên weke rêber û lehengên gel ji nava gelê me yê welatparêz û şoreşger derketin, li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a faşîst dagirker pêşengî ji xelkê me yê welatparêz re kir. Di şexsê hevrê Çiyager û Zeryan, Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de em şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Di vê pêvajoya têkoşînê de weke gel û tevger me êşên mezin kişand, berdêlên giran dan. Fedakariyên ahtin kirin, êşên hatin kişandin, berdêlên hatin dayin ti ji wan vala neçûn. Her nirxekî hate dayin bû gavek ber bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku YPS/YPS-JIN li ser şopa şehîdan bi biryardariyeke xurt û ruhê têkoşîna azadiyê dest bi sala 8’an a têkoşînê dikin û hate gotin, “YPS/YPS-JIN di nava heft salên têkoşînê de li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a faşîst dagirker timî di nava êkoşîna çalak de bû. Dewleta tirk a faşîst dagirker ku beriya heft salan li ser gelê Kurdistanê û tevgera azadiyê planên têkbirinê amade kir, di şexsê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de bi xwe di nava hilweşînê de ye. Têkoşîna sala 2022’an a dîrokî ya li dijî dewleta Tirk a faşîst, nîşaneya şênber a vê têkçûnê ye.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku YPS/YPS-JIN di vê sala têkoşînê ya dîrokî de bi pêngava serketinê ya li metropolên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bûye tirsa dilê rejîma faşîst û ahte gotin, “Divê gelê me yê welatparêz şoreşger zanibe ku ev pêngava me demkî nîne. Rêxistina me YPS/YPS-JIN ji bo gelê me yê welatparêz û şoreşger bigihîne ‘Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad’ wê vê pêngava serketinê bi îdîa û biryardariyeke mezin dewam bike. bi vê wesîleyê em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz şoreşger dikin ku di sala 8’an a damezrandina YPS/YPS-JIN’ê de li dijî êrîşên qirker ên dijminê faşîst dagirker hîn bi çalak xwedî li pêngava me ya serketinê derkevin û mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cemîl Bayik: Ji ber ku jinên Kurd bi salan e têkoşîneke mezin dimeşîne, gelek berdêlên giran dan

Nivîsa Pêş

HPG: Gelê me keda Şehîdan a ji bo têkoşîna Azadiyê tu carî ji bîr neke

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Gelê me keda Şehîdan a ji bo têkoşîna Azadiyê tu carî ji bîr neke

HPG: Gelê me keda Şehîdan a ji bo têkoşîna Azadiyê tu carî ji bîr neke

Gerîlayên Azadiyê Li Çemçoyê 4 leşkerên Tirk a dagîrker cezakirin

Gerîlayên Azadiyê Li Çemçoyê 4 leşkerên Tirk a dagîrker cezakirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.