Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Veysî Taş li dijî tecrîda Îmraliyê agir berda bedena xwe

Veysî (Bubo) Taş (65)  duh bi şev li Sîteya Pîşesaziyê ya Biçûk a navçeya Artuklu ya Mêrdînê bedena xwe da ber agir.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/01/2023 - 18:44
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Veysî Taş li dijî tecrîda Îmraliyê agir berda bedena xwe
ParvekeTweet

MÊRDÎN – Veysî (Bubo) Taş (65)  duh bi şev li Sîteya Pîşesaziyê ya Biçûk a navçeya Artuklu ya Mêrdînê bedena xwe da ber agir. Taş ê ku rakirin li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê, li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Taş ji aliyê malbatê vê li Goristana Taxa Îstasyonê hate veşartin.

Taş, di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de di Zindana Amedê de hatibû ragirtin û êşkenceyên giran lê hatibûn kirin. Herî dawî 6 meh berê cara duyemîn ji girtîgehê derketibû. Derket holê ku Veysî Taş, ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitandiye. Veysî Taş, beriya xwe bişewitîne, vîdeoyek kişand û li ser whatsapp’ê weşand. Di vîdeoyê de sedema şewitandina bedena xwe vedibêje.

‘EZ Ê ÎŞEV TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ PROTESTO BIKIM’

Di vîdeoyê de Taş wiha dibêje:

“Weke ku Mûsa (Anter) jî gotiye, ez hem şahidê vê dozê û hem jî bersûcê wê me. Her çende ku bi qasî yê wî nebe jî, emrê min bi vê dozê derbas bû. Ev 10 sal in min xwe ji dozê vekişandiye. Ev 10 sal in bi tena serê xwe hewl didim xwe li ser pêyan bigirim. Êdî emrê min derbas bû. Lewma jî wê îşev xwe bişewitînim. Ez ê tecrîda li Îmraliyê protesto bikim. Ji bilî vê tu armanc û hewldana min nîne. Bila zarokên min, xwarzî û biraziyên min û birayên min ji vê piştrast bin. Daxwazeke min ji wan heye û bila piştrast bin; ez ji bo kesên li wê derê, yên li hêla din canê xwe feda nakim. Ez mirovekî ewqas jirêzê nînim. Ez canê xwe di vê rêyê de feda dikim. Ez canê xwe ji bo serokê Kurdistanê feda dikim. Ji ber ku emrê min bi vê dozê derbas bû. Ev 10 sal in ji vê dozê veqetiyam. Ez çi bikim jî, ji ber ku emrê min jî êdî derbas bû, hinek bêdeng mam û min nekarî tiştekî bikim. Ji ber ku hemû emrê min bi vê dozê derbas bû. Ji ber kalbûna xwe nikarim tiştekî bikim. Bifikirin ku ev 22 sal in Rêbertî… Bila xelet neyê fêmkirin. Bila kesek xelet fêm neke, hêrsa min li dijî tu kesekî nîne. Banga min ji bo gelê kurd e. Hev bigirin. Ji bilî vê feydeya tu tiştekî din bo me nîne. Weke ku min got, ez di 12’ê Îlonê de li Zindana Amedê mam.

Merhaba hevalên min.

Ez di şexsê xwe de vê çalakiyê îşev li dar dixim. Ev çalakiya min ji bo Serokê Kurdistanê Abdullah Ocalan e. Ev 22 meh in tecrîdkirî ye. Ez vê tecrîdê lanet dikim. Heke mirovek 22 mehan tecrîdkirî be û nekare biaxive, divê em Kurd xwedî li Serokê xwe derkevin. Nexwe di vê rêyê de em tevek dê yek bi yek bên tunekirin. Em ê ji hev belav bibin. Daxwaza min a ji ciwan û jinê Kurd ev e; ez çavê we tevan maç dikim. Bi xatirê we tevan. Karwanê şehîdan li benda min e. Xelef Kavrî, hêj di destpêkê de rêhevalê min bû. Şeva Çaran, Ferhat Kurtay li benda min e. Ez ê çalakiya xwe bi serbilindî pêk bînim. Çiqas nevî û zarokên min hebin, tevek jî di dilê min de ne. Ez ji tevan jî hez dikim, wan maç dikim. Bila xwîşk û birayên min baş bin. Bila xwedî li nevî û zarokên min derkevin û jê re bibin alîkar. Daxwaza min a ji we ev e. Ji bo keçên min, keçên min bavê we mirovekî bişeref e. Bavê we tu carî tiştekî nebaş bi serê we neanî. Pere, mal û milk tiştek nîne. Wê tevek jî bi mirinê re biçe. Em tevek jî dê di vê rêyê de biçin. Lê belê heke mirov xwedî şeref be, di rêya mirovahiyê de be, di rêya welêt de be, ya herî delal ev e. Di jiyanê de jiyan çiqas xweş be, mirin jî wisa ye. Heke tu jiyana xwe nezanî, dê mirina xwe jî nezanî… Bûkên min, zarokên min, xwarzî û biraziyên min, ji bo min negirîn. Bila li pey min tililiyan biavêjin. Ji ber ku min rêya şeref û namûsê hilbijart. Êdî dema min temam e. We tevan maç dikim. Hadê bi xatirê we. Li xwe baş binêrin. Ez bi rûkenî diçim. Ez bi eşq û îradeya xwe diçim. Ez ne bi darê zextê diçim. Bila kesek xelet fêm neke. Ev çalakî, çalakiyeke siyasî ye. Ji bo Rêbertiya me ye. Ez dixwazim hûn bi vê bizanin. Silho, xwedî li zarokên min derkeve. Li xwe baş binêrin. Şeva we xweş be. Heqê min li ser kê hebe bila helal be. Bila ew jî heqê xwe helal bikin. Bila ew jî di rêya baş de bin. Baş bin.

Bila kesek xelet fêm neke. Ez ji bo karên cuda vê çalakiyê nakim. Xelet fêm nekin. Bi hemû kesî re mîna xwişk û bira û rêhavalan bimeşin. Şeva we xweş be. Ez bi çavê we tevan maç dikim. Di jiyana we de ji bo we tevan serkeftinê dixwazim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karasû: DIVÊ EM QEHREMANÊN XWE YÊN FEDAÎ FÊM BIKIN

Nivîsa Pêş

ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2023’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 01’Ê ÇILEYA 2023’YAN

ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2023’YAN

SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ (II)

SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ (II)

Manşet

  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.