Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Ayten Dersim: Weke şervanên azadiyê em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin

Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim di nivîsa xwe ya ji bo malpera fermî ya PAJK'ê de nivîsand, şoreşgerên di komkujiyên li Parîsê de şehîd bûne bi bîr anî.

Edîtor: Nucan Serdoz
12/01/2023 - 11:12
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ayten Dersim: Weke şervanên azadiyê em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim di nivîsa xwe ya ji bo malpera fermî ya PAJK’ê de nivîsand, şoreşgerên di komkujiyên li Parîsê de şehîd bûne bi bîr anî û got, “Bersiva me ya ji bo şehîdan ew e ku em bibin hevrêyên wan di rêya heqîqetê de. Bi gotina ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, divê em li ser têkoşîn û hişmendiyê bisekinin. Em ê hesab ji komplogeran bipirsin. Sekna me ya rêxistinbûyî û meşa me ya bi biryar wê li her derê dewam bike.”

Gotara Ayten Dersim a li ser malpera PAJK’ê hatiye weşandin wiha ye:

“Têkoşîna azadiyê têkoşînek demdirêj û dijwar e. Rêwiyên vê rêyê ew in ku li pey heqîqet û azadiya mezin biryarê didin. Helbet ev şoreşger in. Ev şoreşger şoreşgerên modernîteya demokratîk a sedsala 21’ê ne. Ev Apoyî û PKK’yî ne. Ev şoreşger ew in ku di felsefeya azadiyê ya Rêbertiya de perwerde bûne, di îdeolojiya azadiya jinê de bi biryar in, di asta EVÎNÊ de biryara azadiya civakî didin. Em bi lêzêdekirina girêdanên nû bi zincîra azadiyê, mirinê têk dibin û derbas dikin.

Tevgera jina azad bi têkoşîna xwe ya 50’î salî bûye pêşenga jin û civakan li hemû cîhanê. Jinên cîhanê bi dirûşmeyên formula efsûnî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li her derê têkoşînek hevpar pêk anîn. Di serdemeke wiha de faşîzm hê jî bi êrîşên li ser pêşeng û mîlîtanên jinê dixwaze encamê bigire. Di salvegera 10’emîn a Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parîsê de di dilê Parîsê de komkujiyeke din bi serê me jinan ve hat.

Weke jin û gelê Kurd, me tirs ji berê ve şikandiye, yên difikirin me bi mirinê bêdeng bikin, xwe dixapînin. Ji ber ku weke jinên Kurd em şagirtên Sarayan, Evînan, Rojbînan, Fîdanan, Sêvêyan, Fatmayan û bi hezaran şehîdan in.

Hevrê Evîn yek ji pêşengên tevgera jinê bû û bi zanebûn hate hedefgirtin û qetilkirin. Bi sekna welatparêzî, berxwedan û hişmendiya şoreşgerî ya Botanê yek ji pêşengên me yên mînak bû. Zêdeyî 30’î sal in di têkoşîna azadiyê de têkoşiyaye û di îdeolojiya azadiya jinê de bûye pêşeng. Li çiyayên azad mezin bû û hevrêya Sarayan bû. Sekna wê ya azad û vîn û biryardariya wê di dilê hemû jinan de cihek taybet ava kiriye. Ji bo nivîsandina dîroka nenivîsandî ya azadiya jinê di Şoreşa Jinê ya Rojava de cih girt û di avakirina modernîteya demokratîk de israr kir. Her tim bi têkoşîna azadiyê re hişmendî û baweriya jinê ava kiriye. Li vir helwesta jinên rêxistinkirî ku faşîzm jê ditirse heye. Û dixwaze bi komployên xwe li jina ku jê ditirse bixe. Lê belê weke jinên Kurd me berê xwe da vê yekê û êdî em ji rêya azadiyê dernakevin.

Sara bi kesayet û jiyana xwe efsane, bi têkoşîna xwe destanek û bi şehadeta xwe nasnameyeke gerdûnî ye. Ew ajîtatorek ku dema hewce dikir gel li dora xwe dicivand, dema hewce dikir şervan û dema hewce dikir siyasetmedar. Çi li febrîqeyê, çi li zindanê, çi li çiyê û çi di qada civakî de jineke jîr a APOyî bû ku dizanibû li her derê şer bike.

Di hemû pîvanên têkoşîna me ya azadiya jinê de îmzaya Sara tê dîtin. Maratona têkoşînê ya ku di qonaxa yekemîn a komê de dest pê kir, di berxwedana zindanan de gihişt lûtkeyê. Yekemîn jina APOyî a ku di zindanê de parastina siyasî kir, tif kir rûyê celladê yekem û di dîrokê de cara yekem jina ku bedena xwe da rojiya mirinê ye. Mîrateyê serbilindiyê ya Seyît Riza dewam kiriye, bûye navê têkoşîneke bilind û bi rûmet. Tovê hemû geşedan û pîvanên têkoşîna me ya azadiyê reşand û şîn kir.

Hevrê Sara jinek APOyî bû û bi helwest û têkoşîna xwe ya heybetbûna Dêrsimê û hişmendiya şoreşgeriyê hatibû avakirin, kir malê civakê.

Rêbertî ji bo qetilkirina hevrê Sara got “ev komkujî komkujiya Dêrsimê ya duyemîn e” û bi gotina “komploya navneteweyî berdewam dike” perspektîfa têkoşînê ya pêwîst da me. Weke şervanên azadiyê em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin û em ê ti carî dev ji doza xwe bernedin. Divê were zanîn ku nasnameya berxwedan û azadiyê ya ku bi Sara re bûye xwedî îfade, bûye malê hemû gelan û jinan. Ti kes nikare pêşiya jina Kurd a ku tama azadiyê girtiye û hêza çiyayan li pişta wê ye, bigire. Li Zap, Avaşîn û Zagrosê careke din hate îspatkirin ku, jinên Kurd bi jiyan û helwestên xwe li ser rêya heqîqetê modernîteya demokratîk ava dikin. Niha bi hezaran jin weke hevrêyên Sarayan dimeşin. Bi hezaran jin li kolanan rêxistinên xwe ava dikin. Bi hezaran jin li hemberî dijminên xwe bêyî ku serî bitewînin, li ber xwe didin. Û ev bi hezaran jî bi komkirina hemû cîhanê li dora “Jin, Jiyan, Azadî” biryara avakirina sîstema xwe ya konfederal a demokratîk didin.

Sara pêşeng û avakerê van nirxan in. Dema ku şoreşger rêya şoreşê girtin, êdî kes nikare wan ji vê rêyê dûr bixe. Bi taybetî eger ev Kurd û jin bin, hêza tu kesî têrê nake ku wan ji têkoşînê paşde gav bide avêtin. Ji ber ku em tîyê azadiyê ne û em bi biryar in. Weke gel û jinên Kurdistanê me hezar carî sond xwariye ku em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin. Em milîtanên Rêber APO ne û şervanên ku li ser şopa berxwedan dimeşin. Em şopdar û hevrêyên Sarayan, Ronahîyan, Rojbînan, Evînan, Sêvêyan, Pakîzeyan, Besêyan û Zarîfeyan in.

Em soz didin hemû hevrêyên xwe ku heta em şoreşa jinê pêk bînin, têkoşîna xwe dewam bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêberê me azadiya hemû jinan e. Komploger ne duh bi ser ketin û ne jî dê sibê bi ser bikevin. Weke jin divê em li her derê hê bêhtir rêxistinbûyî, xweparastin bikin, hîn bêhtir bi hişmendî li azadiyê kilîd bibin, divê em têkoşînê mezin bikin.

Divê em bi civakbûyîna efsûna Jin, Jiyan, Azadî di hemû qadên jiyanê de bersiva mêtingerî û faşîzmê bidin. Bersiva me ji şehîdan re ew e ku em di rêya heqîqetê de bibin hevrêyên wan.

Bi gotina ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, divê em li ser têkoşîn û hişmendiyê bisekinin. Hesab ji komplogeran xwestin wê helwesta me ya rêxistinbûyî û meşa bi biryar li her derê be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV: Dîmenê çalakiyeke bi çekên giran li Girê Cûdî

Nivîsa Pêş

HBDH YK banga ciwanan kir û digot: ‘Bêyî têkoşînê tiştek bi dest nakeve.’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
li Stenbolê li febrîqeyekê çalakiya sabotajê hate kirin

HBDH YK banga ciwanan kir û digot: 'Bêyî têkoşînê tiştek bi dest nakeve.'

Li Kurdistane êrîşên dagirker ên bi çekên kîmyewî

HPG: Artêşa Tirk a mêtinger êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî dewam dike

Manşet

  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin
  • Li Stuttgartê, Endamên Ciwan Ên TCŞ Li Dijî Dagirkeriyê Afîşan Daliqandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Gerîlayên Ereb: Ev Êrîş Li Dijî Hemû Gelên Herêmê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.