Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rêber APO: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk – Çand

Parastina Kurdên di nava pencê Qirkirina Çandî de

Edîtor: Nucan Serdoz
26/12/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Rêber APO: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk – Çand
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Danasîna du têgînên bingehîn çand û şaristanî bi sedema têkiliya wan a bi mijara me re û analîzkirina wan ji bo xwezaya civakî dikare pêşî li me veke û em pê ber xwe bibînin. Mirov dikare têgînên din jî piştre li pey hev terîf bike.

1- Çand

Em bi awayekî giştî dikarin çandê weke yekparebûna tevahiya manedan û avahiyên civaka mirov di pêvajoya dîrokî de pêk aniye bidin naskirin. Em avahiyên pêkhatine, weke tevahiya saziyên li veguherînê vekirî ne, didin naskirin û manedanan jî dikarin weke asta naverok an jî manedanê ya bi hev re ya saziyên vediguherin ên dewlemend û cûrbicûr bidin naskirin. Em bi teşbîhekê dikarin baştir bidin naskirin. Mirov avabûnê dikare weke çarçoveya berbiçav a avahiya maddî, maneyê jî weke qanûna wê ya bi fikir, bi his, naveroka berbiçav a çarçoveyê û ya wê dilebitîne diyar bike. Em dikarin bibêjin, em li vir nêzî têgînên Hegel ên ‘xweza’ û ‘geist’ê bûne. Nexasim mirov dikare bibêje maneya Hegel dused sal berê li van têgînan bar kiriye û naveroka danasîna wî ya van têgînan bi pêşketinên zanistî yê piştre dewlemendtir bûye. Di çarçoveyeke teng de jî têgîna çandê tê terîfkirin. Em li vir hewl didin, çandê zêdetir weke mane, qanûna avahiyê û zindîtiyê diyar bikin. Wexta em behsa civakê dikin, em di çarçoveyeke teng de çandê weke cîhana maneyê ya civakê, qanûna wê ya exlaq, zêhniyet, huner û zanista wê terîf dikin. Di vê çarçoveya teng de saziyên polîtîk, ekonomîk û civakî têne yekkirin û di çarçoveyeke berfireh de danasîna giştî ya çandê tê kirin. Ango li ser vî bingehî weke naverok û sazî maneya xwe hebe, mirov dikare weke hebûn behsa civakê bi xwe bike. Eger bi tenê behsa civaka sazî yan jî manedayî were kirin, têra xwe mirov pê dixape. Civakeke taybet têra xwe gihiştibe asta sazîbûn û manedanê, dikare weke hebûn bibe xwedî nasname û bê binavkirin. Bi tenê behsa civaka manedan an jî sazîbûnê were kirin û di nava civakên bi vî rengî de fikirîna li jiyaneke mirovane, çawa di tevahiya civakên dîrokê de hatiye gotin, wê weke şaşî, jirêderketin, bêexlaqî û kirêtî were qebûlkirin û mehkûmkirin. Piştî ku civakek ji aliyê sazîbûnê ve were belavkirin, mirov êdî nikare behsa maneya wê û çanda wê ya teng bike. Di rewşeke wisa de sazî weke taseke avê ya tijî ye. Piştî ku tas şikiya, eşkere ye ku mirov nikare behsa avê bike. Eger mirov behs bike jî ew av êdî ne ji bo xwediyê tasê, ji bo erdên din an jî xwediyên qabên din herikî ye, û bûye hêmaneke jiyanê. Encama jidestdana zêhniyet, estetîk û maneya civakî bêhtir xeternak e. Di rewşeke wisa de mirov dikare behsa rewşa zindiyên serê wan hatine firandin û bi tenê di cihê xwe de diperpitin bike. Civakeke cîhana xwe ya estetîk û zêhniyetê jidestdayî dişibe berateyekê ku ji rizînê re, bi awayekî hovane ji parçebûn û xwarinê re hatiye terikandin. Ango ji bo mirov civakekê weke çand bide naskirin, şert e ku mirov ji sedî sed wê di nava yekparebûna manedan û sazîbûnê de binirxîne. Di vê mijarê de mînaka herî berbiçav rastiya civaka Kurd e ku gelekî dramatîk pêk tê. Ji ber ku hem ji aliyê sazîbûnê, hem jî ji aliyê jidestdana zêhniyet û manedanê ve gelekî hûrhûrî parçe bûye, mirov dikare civaka Kurd weke ‘civaka ji aliyê çandî ve hatiye qirkirin’ bide naskirin.

ABDULLAH OCALAN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 26’Ê KANÛNA 2022

Nivîsa Pêş

Terfe Hecî Elî “Hevaltiya min bi Serokatî re heya dawî bibe”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Terfe Hecî Elî “Hevaltiya min bi Serokatî re heya dawî bibe”

Terfe Hecî Elî "Hevaltiya min bi Serokatî re heya dawî bibe"

DAÎŞ’ê li Reqayê êrîş bir ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn

DAÎŞ'ê li Reqayê êrîş bir ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Kizilayê Ji Bo Rojavayê Daxuyanî Belav Kirin
  • Li Kobanê konsera berxwedanê
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ereb Li Şengalê Piştgiriya Xwe Ji Bo Berxwedana Rojava Nîşan Didin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.