Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Fermandar Alî Haydar Dersim şehîd bû

HPG'ê ragihand ku Bîlal Karakûş (Alî Haydar Dersim) şehîd bûye û got, "Em soz didin ku her tim xwedî li bîranîna fermandarê leheng hevrê Alî Haydar derkevin, armancên wî yên pîroz bi ser bixînin."

Edîtor: Nucan Serdoz
16/12/2022 - 15:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG: Fermandar Alî Haydar Dersim şehîd bû
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Ewladê leheng ê xelkê me yê Dersimê, milîtanê pêşeng ê partiya me PKK’ê û fermandarê gerîla yê wêrek hevrêyê me Alî Haydar 17’ê Tîrmeha 2022’an de şehîd bû. Fermandarê me yê leheng 30 salan bêrawestan, ji çiyayên Kurdistanê heta bi çiyayên Tirkiyeyê li her qadê bi baweriyeke mezin, fedakariyeke bilind û îradeya ji pola têkoşiya. Bila serê malbata welatparêz a hêja ya fermandarê me yê leheng û xelkê Dersimê sax be. Bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz û hevrêyên me sax be ku li her qadê bi biryardariyeke mezin li ser xeta Apoyî têdikoşin. Em soz didin ku her tim xwedî li bîranîna fermandarê leheng hevrêyê xwe Alî Haydar derkevin û armancên pîroz ên ku di oxira wê de emrê xwe da, teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Alî Haydar Dersim bi vî rengî ne:

Nasnav: Alî Haydar Dersim
Nav paşnav: Bîlal Karakûş
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Zulkuf-Dogan
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Xelkê me yê Dersimê bi sekna xwe ya li dijî dagirkerî û dagirkeran, li çiyayên serbilind ên Kurdistanê bi berxwedana xwe ya ji bo parastina ziman, nasname û çanda xwe, di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Tevî ku mêtingeran gelek caran ji bo tunekirin û qirkirinê êrîş birin ser jî xelkê me yê Dersimê ziman, çand û nasnameya xwe ya azad parast, kevneşopiya berxwedanê her tim zindî hişt. Dersim ku yek ji wan qadên destpêkê ye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê belav bû, bi deh hezaran ewladên xwe yên leheng beşdarî nava refên têkoşînê kir û bi pratîka xwe bi xurtî nîşan da ku li ser şopa felsefeya Rêber Apo ye.

Hevrêyê me Alî Haydar jî li nva malbateke welê ji dayik bû ku bi xurtî bi vê kevneşopiya berxwedanê girêdayî ye û xwedî kedeke mezin e. Ji ber ku li nava malbat û derdoreke dilsozê xeta têkoşînê mezin bû, dewleta Tirk a mêtinger zû nas kir û tevlî nava têkoşîna şoreşgerî bû. Hevrêyê me Alî Haydar bi çîrokên têkoşîn û berxwedanê yên Seyîd Rizayan, Elîşêran, Zarîfeyan û Besêyan mezin bû, li dijî dewleta Tirk a mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Alî Haydar baş zanîbû ku têkoşîneke gel a rêxistinbûyî nebe serketin ti carî pêk nayê, lewma kete nava lêgerîna zemîneke rast û bi bandor a têkoşînê. Hevrêyê me PKK ji nêz ve dişopand û ji dil bawer kir ku agirê azadiyê yê ku Rêber Apo pê xistiye wê armanca paşeroja azad a gelê me pêk bîne. Hevrêyê me Alî Haydar êşa êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ên li ser Dersimê ji dil ve hîs kir û êşa ku gelê me dikişîne kir bingeha têkoşîna şoreşgerî ya tevahiya temenê xwe.

Hevrêyê me biryar da ku bibe milîtanê xeta serketinê ya PKK’ê û di sala 1993’an de li warê lê ji dayik bû û mezin bû biryar da tevlî nava refên Greîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Alî Haydar di nava têkoşîna xwe de her tim li refên pêş û li qadên herî zehmet têkoşiya, bû xwedî îradeyeke mezin. Têkoşîna wî ya şoreşgerî ya 30 salan ku her saleke wê bi têra romanekê bû, bêrawestan kar kir, wezîfe bi cih anî, bi ruhê milîtaniya fedaî her tim ji xwe re kir esas ku wezîfeyên demê bi ser bixîne. Hevrêyê me Alî Haydar bi rêbaza xwe ya tevlîbûna fedaî, şer û jiyanê, bû milîtanekî bi biryar ê Rêber Apo, şopdarekî dilsoz ê xeta şehîdan, ewladekî bi rûmet û leheng ê hêjayî xelkê Dersimê.

Di salal 1993’an de li herêma Erzîromê dest bi gerîlatiyê kir û bi tecrûbeya xwe 4 salan bênavber têkoşîneke serketî meşand û derbasî herêma Dersimê bû. Hevrêyê me Alî Haydar li Dersimê di nava pratîkê de bi pêş ket, tevlî gelek çalakiyanb û û tevî hevrêyên xwe derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Bi kesayetiya xwe ya wêrek û encamgir, her tim li refên herî pêş bû û di demeke kurt de bû fermandar, bi berpirsyariyeke hîn mezintir rabû. Bi dilsoziya xwe ya bi xeta partiyê û bicihanîna pîvanên milîtaniya Apoyî y li her qadê dihate naskirin.

Hevrêyê me Alî Haydar bi danheviya xwe ya bêdawî ya li nava refên têkoşînê di her karî de bi ser ket, li qadên ku dewleta Tirk a faşîst xwe lê rehet û serwer didît, baweriya xwe bi lêdana derbên mezin anî û li ser vê bingehê sala 1998’an weke fermandarekî pêşeng derbasî herêma Derya Reş bû. Ji bo hesab ji dagirkeran bipirse her firsend kir çalakî û bû tirsa dilê dewleta faşîst. Hevrêyê me ku sekin lê nedibû, hêz û enerjiya têkoşîna bi felsefeya Apoyî ti carî ji dest neda û piştî Derya Reş vegeriya Dersimê, heta sala 2001’ê li vê herêmê têkoşîna xwe dewam kir. Piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û ji bo karibe di felsefeya Rêbertî û paradîgmaya nû de bêhtir xwe kûr bike û wezîfeyên demê bi ser bixîne, beşdarî perwerdeyan bû. Hevrêyê me Alî Haydar tecrûbeya xwe gihand hevrêyên xwe û ji hevrêyên xwe jî tecrûbe wergirt, ji xwe re kir bingeha têkoşîneke hîn bi bandor. Piştî pratîka li herêma Qendîlê di sala 2003’an de careke din berê xwe da Bakurê Kurdistanê û demekê li Amedê gerîlatî kir. Bi eşq û dilsoziya mezin a bi xaka pîroz a Dersimê re nekarî zêde jê dûr bimîne û sala 2004’an derbasî Dersimê bû. Heta sala 2009’an li herêmên Dersim, Derya Reş û Koçgirî gerîlatî kir, her kêliyên xwe ji bo pêkanîna hêviya azadiyê ya gelê me derbas kir. Li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyeke efsanewî meşand û asta têkoşînê timî bilind kir. Bû yek ji fermandarên mînak ku xwedî tecrûbeya salan û danheviya bêdawî. Di sala 2009’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li perwedeya Ocaxa PKK’ê di felsefeya Rêber Apo de xwe bêhtir kûr kir û bû fermandarekî mînak ê xeta serketinê ya serdema nû.

Li hemberî êrîşên qirkirinê yên sedsala 21’ê yên li hemberî gelê Kurd, bi taybetî jî li hemberî xelkê me yê Êzidî hate kirin, weke fermandarekî pêşeng ê Hêzên Parastina Gel ku hêza rewa ya parastinê ya gelê me ye, li qadên ku çeteyên DAÎŞ’ê lê bû, li dijî çeteyên qirker şerekî bi bandor kir. Hevrêyê me Alî Haydar tevî şervanên wêrek ên gelê Kurd û hevrêyên xwe yên Apoyî, gelê me ji êrîşên qirkirinê parast, wezîfeya xwe ya azadiyê bi cih anî û piştre li çiyayên Kurdistanê vegeriya, têkoşîna li dijî dewleta Tirk dewam kir.

Hevrêyê me Alî Haydar hem li Derya Reş, hem li Dersimê hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di fermandariyên eyaletan de wezîfe kir, gelek wezîfeyên fermandariyê bi serketî bi cih anî û xwe gihand asta cihgirtina li fermandariya qadê. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, sade û durust li her qadê li nava hevrêyên xwe û gelê me bû cihê hezkirin û hurmetê. Di şexsê hevrê Şehîd Aydin de ku xizmê wî bû û sala 1994’an li Dersimê şehîd bû, xwedî li têkoşîna şehîdên me yên nemir hemûyan derket û di nava têkoşînê de xwedî li bîranîna wan dewam kir. Bi rengê fremandarê pêşeng û milîtanekî fedaî tevlî gelek çalakiyan bû, tevî ku gelek caran birîndar bû ti carî paşve gav neavêt, bi îradeya Apoyî zû rehet bû û li refên herî pêş cih girt. Di nava têkoşîna xwe ya 30 salan de gelek hevrêyên xwe perwerde kir, gelek fermandarên hêja gihand, serê hevrêyên xwe timî bilind kir, bi qasî şer di nava jiyanê de jî bû milîtanekî mîna derwêşan, fedakar û fedaî yê xeta Rêbertî.

Hevrêyê me Alî Haydar fedaiyê doza azadiyê û hebûnê ya gelê me, milîtanê bi îradeya ji pola ya partiya me PKK’ê, ewladê leheng berxwedêr ê Dersimê bû. Bila serê malbata wî ya hêja û tevahiya gelê me sax be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 16 KANÛNA 2022

Nivîsa Pêş

Gerîla TV: di encama 2 çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîla TV: di encama 2 çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin

Gerîla TV: di encama 2 çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin

Serhed: Divê her kes ji bo misogerkirina azadiya jinê, jiyana ekolojîk û mafên demokratîk têbikoşe

Serhed: Divê her kes ji bo misogerkirina azadiya jinê, jiyana ekolojîk û mafên demokratîk têbikoşe

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Şehîd Hogir bi coşeke mezin li Qamîşlo destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.