Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Roj roja xwedî derketina li azadiyê ye, roj roja hesabpirsîna ji komkujiyên AKP a faşîst e

Koordînasyona PAJK'ê di daxuyaniya xwe de got; "AKP a faşîst li her derê zexteke giran dike, bi êşkence, kuştinê, komkujî û polîtîkaya gefxwarinê, bi bikaranîna çekên kîmyewî re, bi êrîşên leşkerî teslîmiyetê li ser Kurdan û jinan ferz dike. Roj roja xwedî derketina li azadiyê, xwedîderketina li rûmetê ye. Roj roja hesabpirsîna ji kuştin û komkujiyên AKP a faşîst e."

Edîtor: Nucan Serdoz
05/10/2022 - 10:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
PAJK: Roj roja xwedî derketina li azadiyê ye, roj roja hesabpirsîna ji komkujiyên AKP a faşîst e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Têkildarî endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê hate qetil kirin, Koordînasyona PJAK’ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de wiha hate gotin:

“Ev êrîş li dijî hemû welatparêzan, akademîsyenên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, siyasetmedar, ramanger û şoreşgeran, li dijî her kesî hatiye kirin. Dewleta Tirk bi qetilkirina akademîsyena Kurd nivîskara jin Nagîhan Akarsel, tolhilanîna ji jinên Kurd e ku bi îradeya JIN, JIYAN, AZADÎ pêşengiyê ji azadiyê û veguherîna demokratîk re dikin. Di serî de jinên li Başûrê Kurdistanê ji bo gelê me meseleke rûmetê ye ku hesabê vê bipirsin. Ji bo YNK’ê meseleyeke rûmetê ye. Jinên Kurd li dijî êrîşên teslîmgirtin, înkar û îmhayê yên dewleta Tirk serî netewandin, teslîm nebûn û biryara xwe li ser rêya têkoşîna bi rûmet dan. Rûmeta ku bi jinê re berz bû, rûmeta gelê Kurd e. Parastina vê rûmetê ji bo her welatparêzên Kurd xeta jiyanê ye.

Dem hatiye ku dewleta Tirk a faşîst bi rêxistiniya xwe ya vekirî û eşkere ji Başûrê Kurdistanê bê avêtin. Berxwedana gerîla ya li çiyê navê vê têkoşîna bi rûmet e. Li bajaran jî bi boykot û çalakiyan her tiştên bi navê dewleta Tirk divê bêne avêtin û ev yek ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê şertê helwesta neteweyî ya bi rûmet e. Li pêşiya xelkê Başûrê Kurdistanê du rê hene. Ya wê bi rengekî bi rûmet bi nirxên xwe yên neteweyî bi azadî bijî û xwedî li nasname û îradeya xwe derkeve. Ya jî wê bibe kûkla AKP’ê, bibe qada cînayetên qirêj ên AKP’ê. Mîna ku ji qetilkirina hevala me Nagîhan Akarsel jî tê fêhmkirin û hate dîtin, Başûr ji herêmeke Kurdan tê derxistin, ketiye ser rêya ber bi Enqere ya dewleta Tirk ve diçe. Ji bo pêşî li vê bê girtin, em bang li xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dikin ku bi pêşengiya jinan tevlî meşa bi rûmet a neteweyî bibe. Li dijî dewleta Tirk a dijminê Kurdan û jinan, em bang li Kurdan hemûyan dikin ku bi yek dilî li her derê li dijî faşîzmê rabin ser piyan.

Ji kuştina Nagîhan Akarsel, PDK berpirsyar e ku bi hevkariya bi dewleta Tirk a li ser dijminatiya li Kurdan, xeleka xiyanetê dike xeleka mirina Kurdan.

Ji kuştina Nagîhan Akarsel rêveberî û siyaseta YNK’ê berpirsyar e ku li hemberî zexta teslîmgirtinê û cînayetên AKP a faşîst li Silêmaniyeyê dike, helwestê nîşan nade.

Ji vê kuştinê dewleta Iraqê berpirsyar e, ku li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê îradeyê nîşan nade.

Ji kuştina jin û welatparêzên Kurd, ji komkujiyan DYE berpirsyar e ku bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst re hevkariyê dike, siyaseta lihevkirinê dimeşîne, rê li ber tasfiyekirina pêşengên têkoşîna azadiyê vedike û polîtîkaya îmhakirina şervanên azadiyê di serî de li Başûrê Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê dimeşîne.

Jîna Emînî wê bêdeng nemîne, Nagîhan wê bêdeng nemîne. Em ê li her derê têkoşînê geş bikin û di nava têkoşîna xwe de xwedî li Jînayan, Nagîhanan derkevin. Têkoşîna azadiyê ya jinê wê bi komkujiyan neqede, lê belê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst wê biqede.

AKP a faşîst li her derê zexteke giran dike, bi êşkence, kuştinê, komkujî û polîtîkaya gefxwarinê, bi bikaranîna çekên kîmyewî re, bi êrîşên leşkerî teslîmiyetê li ser Kurdan û jinan ferz dike. Roj roja xwedîderketina li azadiyê, xwedîderketina li rûmetê ye. Roj roja hesabpirsîna ji kuştin û komkujiyên AKP a faşîst e. Em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ye bi xurtî hesab bipirse.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêheval Sara û Rûken ne bombe, barê azadiya gelê Kurd li pişta xwe kiribûn

Nivîsa Pêş

Ji jinên ciwan ên Mexmûrê xebatê xêzkirina ser dîwaran

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji jinên ciwan ên Mexmûrê xebatê xêzkirina ser dîwaran

Ji jinên ciwan ên Mexmûrê xebatê xêzkirina ser dîwaran

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne eşkere kir

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Kizilayê Ji Bo Rojavayê Daxuyanî Belav Kirin
  • Li Kobanê konsera berxwedanê
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ereb Li Şengalê Piştgiriya Xwe Ji Bo Berxwedana Rojava Nîşan Didin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.