Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hevdîtinên bi Rêber Apo re – Cemîle: Rêber Apo ji bo min wekî pêxemberekî bû

Cemîle Diya Nadir bal kişand ser zehmetiyên ku gelê Kurd bi komploya 9'ê Cotmehê re rû bi rû maye û bal kişand ser bandora wê ya ji Rêber Apo û wiha got: "Dema ku min Rêber Apo dît, ji bo min ew weke pêxemberekî hat." Di axaftina xwe de dide diyar kirin ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd xwedî kesayetekî gelekî pîroz e.

Edîtor: Nucan Serdoz
05/10/2022 - 0:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

HESEKÊ – Cemîle Diya Nadir ku beriya 25 salan bi Rêber Apo re hevdîtin pêk aniye û derbasî qada Rêber Apo bû, bîranînên xwe yên bi Rêber Apo re vedibêje.

Cemîle Diya Nadir bal kişand ser zehmetiyên ku gelê Kurd bi komploya 9’ê Cotmehê re rû bi rû maye û bal kişand ser bandora wê ya ji Rêber Apo û wiha got: “Dema ku min Rêber Apo dît, ji bo min ew weke pêxemberekî hat.” Di axaftina xwe de dide diyar kirin ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd xwedî kesayetekî gelekî pîroz e.

Di beşa sêyem a dosyaya xwe de, me hevdîtin bi Cemîle diya Nadir re kiriye, Cemîle wiha behsa kêliyên xwe yên ku bi Rêber Apo re derbas kiriye dike;

Çûyîna Sahaya Rêbertiyê

“Navê min Cemîla diya Nadir, dayîka şehîd Dilbirîn. Beriya 25 salan me serokatî dît. Em çend kes ji vê derê de bi hevdu re sibehê derketin, heya êvarê li Qamişlo, ji Amûdê û Dirbêsiyê em komî ser hevdu bûn û bi çar basan ji wê derê bi rêketin. Em heya Şamê ketin rê nêzî saet 4’ê sibehê em gihîştin Şamê. Hevalan em belav kirin em her hinek birin malna. Piştî seat 8’ê sibehê me taştê xwar û me berê xwe da sahaya serokatiyê. Dema ku em gihîştin wê derê hevalên ku me berê ew nas dikirin me li wê derê dît, hemû li ser xaniya belav bibûn û çekê wan di destê wan de bû. Çawa çavê me li wan ket, em pir kêfxwaş bûn. Em destpêkê çûn derî girtîbû, em çawa gihîştin ber derî derî ji me re vekirin. Hevalên jin yên wê derê jin kontrol kirin û hevalên xort jî yên zilam kontrol kirin. Em dema çûn cihê me berê amade kiribûn, em derbasî cihê xwe bûn. Hemû zarokên me, zarokên mirovên me û hevalên ku bi me re kar dikirin li ber derî sekinî bûn. Min jî di pencereyê re li wan mêze dikir, ez jî rabûm min got ez biçim gel wan, hevalê ku nobet digirt, rê li ber min girt nehêşt ez biçim destê xwe da ber min, ji min re got qedexe ye, tu biçe gel hevalan, min jî got çêdibe çênabe ezê biçim gel hevalan, ez jî dema çûm hemû ber bi min ve baz dan. Kurê min Nadir di nav de bû, hemû bi wî re ber bi min ve hatin, ji bo min hemû wekî Nadir bûn. Rewşa herêmê ji me dipirsiyan.”

Nêzî 3’ê saetan li ser piyan bû ji me re nirxandin dikir

“Kêmek dem derbas bû, me dît erebeyek hat, ew serokatî bû. Em herkes derbasî cihê xwe bûn, silav da me û derbas bû. Em hemû li aliyekê rûniştibûn ew jî li hemberî me bû, ji me re axivî, nêzî 3’ê saetan li ser lingê xwe ma û ji me re axivî. Piştî 3 saet derbasbûn serokatî ji me re got rabin firafînê bixwin. Piştre em yek bi yek hem jin û hem jî mêr em hemû radibûn diçûn li kêleka wî me ew maçî dikir û me serotên xwe pê re dikişand. Li piştî ku me serotên xwe pê re kişand maseya wî danîbûn aliyekî li û xwarina wî li ser bû, li kêleka wî rêzek mase danîbûn, aliyek jin û aliyê din jî mêr bûn. Xwarina ku ji me re amade kiribûn heya niha jî tê bîra min, birinc, tirşika nokan û mirîşk bû. Serokatî ji me re got bixwin heya ku hemû hestiyên wê tên xwarê, ev gotina wî hîna di bala min de ye. Piştî me xwarin xwar ew rabû ser xwe, em jî hemû pê re rabûn ser xwe, lingê xwe dadiwşand, digot lingê min pir dêşe, ez gelekî westiyame. Sankê wê rojê çûbû gok leyîstibû. Nêzî saetekê jî em wisa bi hevdu re man û piştre xatira xwe ji me xwast û çû. Emê xwe li wê derê heya mixribê man. Me li sahaya serokatî bi hevalan re şevbihêrka xwe kir.”

Li ber serokatî em ketin heyecanê de

“Dema ku me cara destpêkê serok dît, wekî tu kesekî pêxember bibînê ye, ji bo me serokatî wisa bû. Dema ku em di erebeyê de bûn, her kesekî ji me ji xwe re digot ezê viya ji serok bipirsim û vê bêjim. Piştî ku em ji gel serokatî derketin me ji hevdu pirsî me got; “Ka heval we çi pirs ji serok kirin, me nedî hûn pirsan dikin ?”. Hemûyan gotin her pirsek me çû cihekî me êdî nizanîbû em çi bêjin. Çawa çavê me li serok ket êdî hew tiştek nehat bîra me. Dema mirov kesayeta wî dibîne, bê kesayet dibe.”

Piştî dîtina serokatî hezkirina kar zêde bû

“Beriya ku ez biçim gel serok bi min kar dikir, lê piştî ku ez çûm gel serok û hatim êdî aliyê nefsî de hîn zêdetir rihet bûm û kar hîn zêdetir bû, ez dema ji malê derdiketim zarokên min di xew de bûn ez dihatim hîna di xew de ne. Me gelek xebatên cihê reng dikir. Çi kar dihat ber me, me hemû pêk dianî. Ji ber hejmarê hevalan kêm bû, piranî me bi xwe xebat dida meşandin.”

Girtina Serokatî felaketek bû

“Dema ku komploya ser serokatî bi pêşketî, ji bo me weke şevekî reş bû. Kes nema ku ala reş ser xaniya mala xwe daneyînî. Mala me heya 20 rojan hîç vala nebû, her roj dostên me diçûn û dihatin. Dema serok hate girtin zirar gelek gihîşte me, gel kete nav hevdu de. Xelkê hem xwe şewitand û hem jî tiştên cuda bi serê xwe anîn.”

 

 

NC// Dîren Bagok

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komploya Navdewletî wê bi îrade û vîna azad ve têkbiçe

Nivîsa Pêş

Yekîneya Tolhildanê ya Merwan Amed li dijî komploya 9’ê Cotmehê çalakiyeke sabotajê li darxist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîneya Tolhildanê ya Merwan Amed li dijî komploya 9’ê Cotmehê çalakiyeke sabotajê li darxist

Yekîneya Tolhildanê ya Merwan Amed li dijî komploya 9’ê Cotmehê çalakiyeke sabotajê li darxist

Şoreşger û pêşengê ku ji têkoşîna azadiya gelê Başûrê Kurdistanê re berdêl daye: Şehîd Dr. Sîrwan

Şoreşger û pêşengê ku ji têkoşîna azadiya gelê Başûrê Kurdistanê re berdêl daye: Şehîd Dr. Sîrwan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.