Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PDK’ê ji bo dewleta dagirker û qirker li nêzî Qadên Berxwedanê çeperan çêdike

Dîmenekî nû yê li ser hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re eşkere bû ku tê de xuya dike, hêzên PDK'ê ji bo parastina hêzên dewleta Tirk a dagirker çeperan û rê çêdikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/09/2022 - 13:29
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
PDK’ê ji bo dewleta dagirker û qirker li nêzî Qadên Berxwedanê çeperan çêdike
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên PDK’ê di 27’ê Tebaxê de ber bi Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê Amediyê yên Metînayê dest bi çêkirina rê kiribûn. Dîmenên li ser çêkirina rê ji aliyê ANF’ê ve hatibûn weşandin.

Piştre jî Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel daxuyaniyek li ser mijarê da û PDK hişyar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şerê me yê stratejîk, neteweyî û demokratîk bi ser dikeve. Dest ji destwerdana li vî şerî berdin.”

Li gel nerazîbûna mezin a raya giştî jî PDK’ê guh neda vê hişyariyê û bangê. Dîmenekî nû bi dest ket ku tê de xuya dike, PDK hîn jî çeper û rê ji artêşa Tirk re Çêdike.

Dîmenê ku 12’ê Îlonê hate kişandin bajarê Amediyê û gundên li derdorê nîşan dide. Yê ku li ser dîmen diaxive jî qadên gerîla nîşan dide û diyar dike ku girên li jorê bajarê Amediyê qadên berxwedanê yên gerîla ne.

Tê gotin, girên di dîmen de xuya dikin Girê Çarçel û Girê Hakkarî ye, jêra wan jî Parka Amediyê ye.

Heman çavkanî dibêje, “Rêzegirên têne dîtin hemû Girê Hakkarî ye. Li biniya Gigrê Hakkarî Girê Sêdarê xuya dike. Cihê heta Parka Amediyê qada Komando ye. Girê Şehîd Pîrdoxan, Girê Amediyê û Sêdarê hemû li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ye. Ev der bi temamî qada gerîla ye.”

Di dîmen de tê dîtin ku PDK ji bo dewleta Tirk rê çêdike. Çavkanî dibêje, li pişt girê ku nîşan dide PDK’ê di 27’ê Tebaxê de ji bo leşkerên Tirk dest bi çêkirina rê kiriye û hîn jî vê rêyê çêdike. Çavkanî wiha dewam dike:

“Em dixwazin rastiyeke din nîşanî we bidin. Weke ku tê dîtin PDK ji bo karibe dewleta Tirk û leşkerên wê biparêze, ev rê biriye heta nava qadên berxwedanê yên gerîla. Ji xwe tê dîtin ku ev qad hemû qadên berxwedanê yên gerîla ye. Gerîla li van giran, li vê qadê li ber xwe dide. Lê belê hêzên PDK’ê careke din dest bi hevkariya bi dewleta Tirk re kir. Ji bo parastina leşkerên Tirk, PDK rê û çeperan çêdike. Vê yekê jî bi alîkariya leşkerên Tirk dike. Her roj em bi çavên xwe dibînin, em dixwazin bi dîmenan nîşanî we jî bidin. Ev rê û çeperên têne çêkirin hemû ji bo parastina leşkerên Tirk e. Li cihên têne dîtin, leşkerên Tirk bi cih bûne. Leşkerên Tirk li gel hêzên PDK’ê çeperan çêdikin. Ji ber ku artêşa Tirk li pêşberî şer û berxwedana gerîla xitimî ye. Li Girê Sêdarê, Girê Amediyê, Girê Şehîd Pîrdoxan, Girê Hakkarî û qada Komando, gerîla zêdeyî çar meh in li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide. Li vir şerekî giran diqewime, gerîla li ber xwe dide. Lê mixabin hêzên PDK’ê ji bo leşkerên Tirk ji rewşa xitimandî rizgar bike, hevkariyê pê re dike û xiyanetê dike.

Tê destnîşankirin ku çeperên têne çêkirin, konên têne vedan ji bo leşkerên Tirk in ku dixwazin baregehê çêbikin.

Çavkanî dibêje, “Leşkerên Tirk her roj bi hêzên PDK’ê re li vir dixebitin” û wiha dewam kir:

“Her wiha em dibînin ku hêzên PDK’ê ji bo dewleta Tirk her roj av, erzaq û amûran dibe. Rastiya şerê tê kirin û hevkariya hêzên PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li pêş çavan e. Dewleta Tirk û hêzên PDK’ê di nava hev de ne. Bi hev re li dijî gerîla çeperan çêdikin. Gerîla li dijî leşkerên ku hatine Kurdistanê dagir bikin her roj çalakiyan dikin, şer dikin. Dewleta Tirk jî dixwaze vê rewşa xwe ya xitimanî bi destê PDK’ê veşêre û ji holê rake. Ji bo dagirkirina Kurdistanê bi destê PDK’ê ev rê û çeper têne çêkirin. Her wiha leşkeran li van çeperan bi cih dikin û dixebitînin. Kincên sivîl li leşkerên xwe dikin, kincên karkeran li wan dikin û li van çeperan didin xebitandin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzên Rizgariya Efrînê bersiva êrîşên dagirkeriyê dan – 4 leşker û 12 çete hatin kuştin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN: Di çalakiya tîmên gerîla yên bi tevger de du dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li qada Berxwedanê 4 dagirker hatin cezakirin

LEZGÎN: Di çalakiya tîmên gerîla yên bi tevger de du dagirker hatin ceza kirin

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.