Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KODAR û PJAK: Rêya şehîd Rêzan Cavîd, rêya Rêber Apo ye

KODAR û PJAK’ê têkildarê şehadeta Rêzan Cavîd ê li bajarê Qamişloyê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû daxuyaniyeke hevbeş dan û diyar kirin ku ewê bi tekoşînêke xurttir ji berê yekîtiya netewî-demokratîk di her çar beşên Kurdistanê pêk bînin.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/08/2022 - 17:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KODAR û PJAK: Rêya şehîd Rêzan Cavîd, rêya Rêber Apo ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşa 6’ê Tebaxê ya dewleta Tirk a dagirker li taxa Sînaa ya bajarê Qamişloyê pêkanî de Endamê Koelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Yûsif Rebanî (Rêzan Cavîd) bi 3 kesên din re şehîd bûn. Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û KODAR’ê bi wesîleya şehadeta endamên xwe şehîd Rêzan Cavîd daxuyaniyeke hevbeş dan.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Îro şoreşa mezin û mirovahiyane ya gelê Kurd di hestiyartirîn dema xwe de ber bi azadiyê ve diçe. Gelê Kurd û tevgera wê ya azadîxwaz di destnîşankertirîna qonaxa xwe ya tekoşînê de ye û ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê ye û binirxtirîn û layiqtirîn destketên netewî-demokratîk dest xwe xistine. Dijminên tevger û gelê me di pêvajoya niha de ku tekoşîna fedakarane û fedayiyane ya gerîla û gel di bilindtirîn asta xwe de ye, ji ber nêzîkbûna gelê me ji azadiyê re, ji her demê zêdetir ketiye nava tirsê, ji bo wê jî êrîşên bêrehmane û berfireh dikin û hemû destket û hebûna gelê me dikin armanca xwe da ku tune bikin.

Di encama yek ji êrişên dijmin û xayinan de, roja 6’ê Tebaxa 2022 li taxa Sinaa ya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê de, hevalê me yê hêja heval Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) şehîd bû. Şehadeta heval Rêzan Cavîd xusareke mezine ji bo tevgera azadîxwaza me û rêxistina me “Komelgeya Demokaratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê û hemû gelê Kurd. Em wan êrîşên dijminan û bi taybet êrîşên rejîma faşîst û dagirker ên Tirkiyê prostesto dikin û ji ber şehadeta hevalê xwe ji Rêber Apo, gelê welatparêz yê bajarê Mihabadê û malbata Rebanî û hemû gelê Kurd û azadîxwazên ku ji bo azadiyê fedakarî û fedayitiyê dikin sersaxiyê dixwazin. Rêya şehîd Rêzan Cavîd, rêya Rêber Apo û têkoşîna heval Rêzan jî berdewama têkoşîna qehremanane ya ji bo destxistina binirxitirîn destketên azadîxwazane yên mirovî ye.

Heval Rêzan Cavîd weke endamê konseya rêveber a Komelgeya Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê ji bo pêşxistina xebatên pêkanîna yekîtiya netewî-demokratîk a gelê me di her çar beşên Kurdistanê û şopandina nêzîk ya ezmûna gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çûbû Rojavayê Kurdistanê. Şehadeta heval Rêzan Cavîd û dehan zarokên gelê me li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îsbat dike ku dijminên gelê me dest dane destê hev da ku pêşî li wê şoreşa bi heybet bigirin û bi armanc girtina pêşengên gel di hemû beşên Kurdistanê de, nehêlin gelê me û têkoşîna wan rêya xwe berdewam bike.

Şehîd Rêzan Cavîd sala 2003 tevlî tevgera azadîxwaz bû. Ew endamê kongreya damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistian (PJAK)’ê bû û bi tekoşîna xwe ya bêsekin, şitla wê av da û mezin kir. Ew bû sembola fedayitî ji bo gelê xwe û tenê yek kêliyê jî di wê rêya dijwar ya azadiyê de dudil nebû. Hevalê me yê Hêja ji destpêka damezirandina PJAK’ê de di qadên rewşenbîrî û çapemenî heya endamtiya meclisa PJAK’ê ji bo pêşde birina şoreşa gelê me tekoşîneke mezin kir. Herwiha sala 2014’an di kongreya damezirandina “Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê jî  amade bû û ji ber dirustî û têkoşerî û keda xwe bû layiqê hilbijartin weke hevserokê KODAR’ê û heya dawiya dema karê xwe wisa kar û xebat kir.

Şehîdê giranbûha, Rêzan Cavîd bi dirêjahiya salên xwe yên tekoşînê weke kesayeteke pak û dirust, bû xemxwarê gelê xwe û tevgera azadîxwaza gelê Kurd û girêdayiyê rêya tekoşîna Rêber Apo. Bi têkoşîna xwe bû kesayeteke Apoyî ku di nava gelê me bitaybet li Rojhilatê Kurdistanê de hate nas kirin. Şêwazê fedakarane û fedayi yê hevalê me nav gel de binavûdeng bû. Ji heman destpêkê ji bo yekitiya gelê Kurd û partî û rêxistinên her çar beşên Kurdistanê kedeke mezin da û qet jê newestiya. Bi taybet di xebatên lidarxistina kongreya netewiya Kurd di bajarê Hewlêrê de amade bû û şopeke birûmet ji bo dîroka gelê me li pey xwe hişt. Ji bo heman mebestê jî û ji bo pêkanîna yekitiya netewî-demokratîk di her çar beşên Kurdistanê tekoşîn kir, yekitiyek ku daxwaza tevger, Rêber Apo û gelê Kurd û sembola destxistina azadiya teqez e. Hevalê Rêzan Cavîd di berdewamiya heman keda mezin de çû Rojavayê Kurdistanê da ku bi hinek kar û xebatan, zemîneya yekîtiya netewî-demokratîk xurttir bike. Şehadeta wî xusareke mezin ji bo gelê me ye, lê kevneşopiya me ya tekoşînê bilind kirina ala tekoşîna hevalê me yê şehîd e. Em weke Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê û Partiya Jiyana Azada Kurdistan (PJAK)’ê sond dixwon ku rêya wî bikin rêyek tije rêvî û bi tekoşînêke xurttir ji berê mezintirîn daxwaza wî yanî pêkanîna yekîtiya netewî-demokratîk di her çar beşên Kurdistanê de û destxistina teqez ya azadiyê ji bo gelê me pêk bînin.

Weke konseya rêveber ya Komelgeya Demokratîk û Azada Kurdistan (KODAR)’ê û Partiya Jiyana Azada Kurdistan (PJAK)’ê careke din em êrişên qirker yên dewleta faşîst û dagîrkera Tirkiyê protesto dikin û ji ber şehadeta hevalên xwe Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) ji malbata wî ya rêzdar û gelê welatparêz yê bajarê Mehabadê û hevalên wî yên tekoşer û gelê me di her çar beşên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em ji hemû gelê me û dilsojên rêya azadî û demokrasiyê, bitaybet hezkirî û hevrêyên rêya mezin û şoreşgerane ya heval Rêzan Cavîd dixwazin ku ji bo bîranîna wî şehîdê giranbuha û mayîndekirina rêya tekoşîna wî di merasima bîranîna wî de bigihîjin hev û dijim bêhêvî bikin. Amadebûna gelê me li cem malbata rêzdar ya şehîd Rêzan Cavîd wê bibe sedema dilxweşiya wan û bihêvî bûneke zêdetir ji bo rêya azadîxwazane ya şehîdê me yê mezin. Em, konseya rêveber ya Komelgeya Demokratîk û Azada Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê û meclisa Partiya Jiyana Azada Kurdistan (PJAK)’ê sond dixwen ku heya nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê xwe û berdewamiya rêya şehîdan hemû fedakarî û fedayitiyê pêwîst bikin û bi destxistina azadiyê daxwaz hemû şehîdan û tevger û gelê xwe pêk bînin. Tekoşîna heval Rêzan Cavîd wê weke manîfesta rêya mezin ya tevgera me û hêzên gerîlla heya serkeftina teqez bimîne. Emê bihêztir ji berê tekoşîna xwe xurt bikin û azadiyê dest bixin. Ew dê bibe tolhidanek ji bo şehadeta hevalên me yên şehîd.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Dilsoz Tirbespiyê li goristana şehîd Dilşêr hate veşartin

Nivîsa Pêş

Ciwanên welatparêz û jinên têkoşer, 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên welatparêz û jinên têkoşer, 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Ciwanên welatparêz û jinên têkoşer, 15'ê Tebaxê pîroz kirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelan li Kûleya Eyfelê çalakî hate li darxistin

Ji bo azadiya Rêberê Gelan li Kûleya Eyfelê çalakî hate li darxistin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.