Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Salvegera 15’ê Tebaxê li Mexmûrê hate pîroz kirin: Emê bi rihê 15’ê tebaxê têkoşîna xwe bilind bikin

"Em weke Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê, emê xwe bi rihê pêngava 15'ê Tebaxê bi rêxistin bikin, yekbûna xwe ava bikin û derbeyên giran li dagirkeran bixin."

Edîtor: Nucan Serdoz
09/08/2022 - 2:18
di nav Çalakî, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Salvegera 15’ê Tebaxê li Mexmûrê hate pîroz kirin: Emê bi rihê 15’ê tebaxê têkoşîna xwe bilind bikin
ParvekeTweet

MEXMÛR – Di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê de, 38’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, 38’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê, di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê de, di êvara 8’ê Tebaxê de, bi meşeke meşalayî hate pîroz kirin. Meşa jinên ciwan bi tevlîbûna sedan ji şêniyên wargejhê, ciwan û jinên ciwan ve hate li darxistin.

Meşa ku di pêşengtiya jinên ciwan de hatî li darxistin, li ber deriyê Saziya Malbatê Şehîdan destpêkir, û bi coşeke mezin di nava wargehê de derbas bû, piştî wê li parka şehîd Aryen Cûdî vegerî moraleke bi coş.

Beriya ku moral destpêbike, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê, di şexsê şehîdên 15’ê Tebaxê de deqeyeke rêzgirtin hate girtin. Piştî wê ji aliyê Sîpan Yaman ve daxuyanî hate xwandin. Di daxuyaniyê de Sîpan kişand ser rêxistinbûyîna şêniyên Wargehê û got; “”Em weke Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê, emê xwe bi rihê pêngava 15’ê Tebaxê bi rêxistin bikin, yekbûna xwe ava bikin û derbeyên giran li dagirkeran bixin.”

Bi temamî daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;

“Di destpêkê de em salvegera 38’an ya pêngava şoreşgerî a 15’ê Tebaxa 1984’an, ku bi pêşengtiya rêheval Egîd hatiye despêkirin, bi rihê gerîlayên ku derbeyên giran li dijminê faşîst û qirker dixin, pîroz û pêşwazî dikin. Di sala 39’yemîn de jî, emê weke ciwan tevlîbûna xwe hîna xurtir, bi rihê Egîdên serdemê çêbikin.

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me gelê Kurd, û bi taybet ji bo çînên bindest, li hemberî Dehaqên serdemê, pêngavekî nû ya serhildanê bû. Li hember dîroka ku dihate qirkirin, weke bersiveke xurt bû, û ji bo tevahî gelê Kurd nivîsandina dîrokekî nû bû. Rihê ku di 15’ê Tebaxê de hatibû ava kirin, îro careke din di şexsê gerîlayên serdemê de xwe dide der. Ev rih bû hêza berxwedanê ya gel û gerîla, bi vê rihê em ber bi sala 39’an ve diçin.

Weke tê zanîn şerê cîhanê yê sêyemîn, îro bi destê tevahî dewlet û hêzên hegoman ve tê rêve birin, heman demê de peymanên sedsalê jî temam dibin. Bi vê re jî girêdayî, hêzên dagirker yên li ser xaka me êrîşên xwe hîna zêdetir dikin, bi hemû hêza xwe êrîşî destkeftî û îradeya me dikin. Êrîşên dagirkeriyê çiqas zêde dibe, ewqas berxwedana gel jî zêde dibe. Emê bi gotina şehîd Reşîd Serdar a ku dibêje; “Eger gel û gerîla bibe yek, ne dijmin, siya dijmin jî li ser axa me namîne.” têkoşîna xwe bilind bikin.

Dewleta Tirk di bin navê Operasyona Pence Kilît de, êrîşên xwe yên hovane li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zêde kirine. Hesabê ku wan li Enqera dikir, li çiyayên Kurdistanê pûç bûn, ji ber ku rastî berxwedaneke mezin ya gerîlayan hatin. Di operasyoona ku dixwastin tevgera azadiyê pê kilît bikin, ew bi xwe kilît bûn. Desthilata AKP-MHP’ê yê ku xwe li ser xwîna gel ava kiriye, bê hesab êrîş dike.

Em weke Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê, emê xwe bi rihê pêngava 15’ê Tebaxê bi rêxistin bikin, yekbûna xwe ava bikin û derbeyên giran li dagirkeran bixin. Yên ku dixwastin çongê me bidin tewandin, emê çong li wan bidin tewandin, emê navê wan di nava çopa dîrokê de binivîsin.

Em bang li tevahî kesên berxwedêr dikin ku, di salvegera cejna vejînê de, bi dirûşmeya “JI GULEYA DESTPÊKÊ BER BI SERKEFTINÊ VE, SALA 39’AN BIKIN SALA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO”, li hember hêzên dagirker û qirker serî hil bidin.

Li ser vê bingehê em di destpêkê de salvegera 38’an li Rêber Apo, gerîlayên ku îro di çiyayan de li berxwe didin, li hemû gelên bindest û gelê Wargeha Penaber ya Şehîd Rustem Cûdî pîroz dikin.”

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, sinevizyona ku derbarê 15’ê Tebaxê de, ji bo çalakvanan hatî amade kirin, hate pêşkêş kirin. Her wiha di dawiya wê de jî bi gerandina dîlan û berz kirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî 15’ê Tebaxê” çalakiya jinên ciwan bi dawî bû.

 

1 Ji 4
- +

1.

2.

3.

4.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Ehwen Çiyako: Gerîlayên Azadiyê êdî bûne xwedî tecrûbeyeke mezin

Nivîsa Pêş

HPG: Heta nefesa dawî bi baweriya felsefeya Apoyî şer kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Heta nefesa dawî bi baweriya felsefeya Apoyî şer kirin

HPG: Heta nefesa dawî bi baweriya felsefeya Apoyî şer kirin

Li Dêrîkê ciwan û jinên ciwan ve xwe ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade dikin

Li Dêrîkê ciwan û jinên ciwan ve xwe ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade dikin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.