Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

PDK tu carî ji pozîsyona xiyanetê derneket

Edîtor: Nucan Serdoz
07/05/2022 - 0:02
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
PDK tu carî ji pozîsyona xiyanetê derneket
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Aslan Aslan nivîsand

Ev çend sal in hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re derketiye asta herî jor. Berê jî hevkariya wan hebû, lê ne ewqasî zêde û aşkere bû. Lê di van salên dawî de êdî tiştekî were veşartin nemaye. Yên ku PDK’ê bi rêve dibin û yên li ser hikûmetê rêveberiyê dikin heman kes in ango endamên malbata Barzanî ne. Her meh Barzaniyek diçe cem Erdogan û li ser tunekirina kurdan hevkariyê dikin. Neçîrvan û Mesrûr Barzanî bi gotin û kirinên xwe ketine bin xizmeta dijminê gelê kurd. Li şûna ku li cem gelê xwe cih bigrin, li cem dijminê gelê xwe cih digirin. Ji ber vê yekê jî mirov difikire û dipirse eger ev malbat kurd be, çima li dijî gelê xwe tevdigere?

Dewleta tirk ji destpêkê heta niha her tim dijminatî li kurdan kiriye û ji bo tunekirina kurdan her tiştî dike. Hewce nake mirov kiryarên vê dewletê bihejmêre. Her kes êdî dizane ku ev dewlet dijminê kurdan e. Dewletek ku her rojên kurdan qetil dike, cih û warê wan dagir dike û xwezaya wê talan dike. Îca di rewşeke wiha de Barzaniyên ku dibêjin em kurd û kurdistanî ne çawa bi vê dewletê re dimeşin. Ma ne ev dewlet bû li dijî referandûma serxwebûnê ya Barzaniyan derket. Ma ne ev dewlet bû her carê dibêje Kurdistan tuneye. Wê demê ew kes li ser navê çi bi vê dewletê re hevdîtinan dikin. Eger Barzaniyan li ser aboriyê bi dewleta tirk re têkilî danîbana wê encamên wê xuya kiribana. Ango qeyrana li başûr wê nebûya. Lê tiştekî wisa jî xuya nake. Her cara ku diçin Tirkiyeyê û hevdîtinan dikin xwîna kurdan dirije.

Heta niha ne Barzaniyan, ne jî PDK’ê fîşekek jî li dijî vê dewleta dagirker neteqandiye. Dev ji wê berdin, helwestek jî nîşan nedaye. Ma ne ev dewlet bû di dema referandûma serxwebûnê de gef li te dixwar. Lê çend meh derbas nebû û xwe avêtin Erdogan. Tişta ku Barzanî û rayedarên PDK’ê dikin li dijî kurd û Kurdistanê ye. Malbatek ji bo berjewendiyên xwe tevdigere û derdê wê dirêjkirina temenê xwe ye. Êdî xelkê li başûr jî vê yekê dizane. Tiştekî ku ev malbata bide gel tuneye. Ji destpêkê heta niha tim û tim bi dijminê kurdan re hevkarî kirine. Ji bo ku berxwedêran bişkînin û asteng bikin bi dagirkeran re hevkarî kirine.

Her ji çend mehan carekê der barê vê malbatê de nûçeyek li ser dizî û gendeliya wan derdikeve. Ji bo dewlemendkirina xwe her tiştî dikin. Ji kurdan didizin û bêrîka xwe tije dikin. Ya ku dibe jî li Kurdistanê dibe. Vê malbatê Kurdistan pêşkêşî dagirkeran kiriye û çiqas dewlemendiyek ser erd û bin erd hebe firotiye. Her tiştî ji bo rehetiya xwe dike. Hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê civakî, hem jî ji aliyê aborî xiyanetê li gel dike. Bi siyaseta xwe li cem dijminê kurdan cih digre. Bi navê aboriyê didize û gel jî şerpeze dike.

Dibe ku ji bo hin nifşên berê malbata Barzanî û PDK têkoşerên Kurdistanê ne. Lê yên bixwînin û lêkolîn bikin wê zanibin ku ne wisa ye. Ji bo min jî tu carî wisa nebûye. Eger berxwedêriyek wan hebûya wê bala şoreşgeran kişandiba ser xwe. Lê mînak û pratîkek wan a şoreşgeriya Kurdistanê çênebûye. Ji pêvajoya avakirina Komara Kurdistanê ya li Mahabadê û ji tevgerên kurdî yên li rojhilatê Kurdistanê heta niha polîtîkaya wan dijminatî ye. Ew dibêjin em li dijî dagirkeran şer nakin û divê kurd jî nekin. Hem nakin, hem jî naxwazin kurd jî bikin. Wê demê em dikarin bêjin tu têkiliya wan bi Kurdbûnê re tuneye. Eger bi wan re kurdbûn hebe, wê bi vî dijminê qirker û barbar re hevkarî nekiriba. Êdî divê her kes dîroka vê malbatê û vê partiyê bixwîne. Çiqas şoreş û serhildanek ji bo Kurdistanê hebe her tim asteng kirine û hewl dane têk bibin. Şoreşa niha ya li rojava jî mînaka wê ye. Ji bo ku ew şoreş negihêje encamê ji partiyên dijber bigirin heta sîxurên xwe di nava tevgerê de ye. Lewma helwesta li dijî vê malbatê helwesta li dijî dagirkeriyê ye. Tu ferqa dewleta tirk û PDK’ê nemaye. Herdû jî li ser heman xetê dimeşin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 7’Ê GULANA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Hevalekî Nemir û Dilpak

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hevalekî Nemir û Dilpak

Hevalekî Nemir û Dilpak

Dengê me yê ku di nîvî de maye

Dengê me yê ku di nîvî de maye

Manşet

  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.