Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

6’ê Gulana 1972’an – Roja darvekirina Denîz, Hûseyîn û Yûsif e

Edîtor: Nucan Serdoz
06/05/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –  Ji berê de heya niha de dewleta Tirk weke pêşiyên xwe, komkujî û qirkirnan derbarê azadîxwazan de pêktîne. Di sala 1958’an bi pêşengtiya ciwanên çepgir û sosyalîst yên Tirkiyê Denîz Gezmîş, Hûseyîn Înan û Yûsif Aslan, li dijî emperyalîzm û dîktetoriya faşîst ya wê demê têkoşiyan. Daxwaza wan avakirina Tirkiyeke demoqratîk bû. Lê ev her sê şoreşger di 6’ê Gulana 1972’an de ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst ve hatin darve kirin.

Îro jî ev têkoşîna wan dabû destpêkirin di şexsê tevgera azadiya Kurdistanê de bi awayekî hîna kûrtir xwe dide jiyan kirin. Îro ev di şexsê PKK’ê de ev berxwedana şoreşger a li dijî derbeyê faşîst û leşkeriya 12’ê Adarê bû berxwedana hevpar a ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê.

DENÎ4Z GEZMÎŞ (1947-1972)

Denîz Gezmîş yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan bû ku piştî sala 1965’an û pêve li Tirkiyayê pêşket. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazûmankarên Artêşa Rizgariya gelê Tirkiye THKO ye.

Di 24’ê Reşemiya 1947’an li navçeya Ankara Ayaşê ji dayik bû. Ji ber ku ew zarokê malbatake mamoste bû, hîndekariya xwe ya seratayî û navîn li gelek bajaran, lîseyê jî li Stenbolê xwend. Denîz, di sala 1966’an de kete Faqûlteya Huquqê ya zanîngeha Stenbolê û hîn di salên dibistana Amadehiyê de çepgiriyê nasdike û di wan salan de xwe di nav çalakiyên demê de dibîne.

Di sala 1965’an de bû endamê bajarê Üsküdarê yê TİP (Türkiye İşçi Partisi Partiya Karkerên Tirkiyeyê)’ê. Cara pêşî di 31’ê Tebaxa 1966’an de di dema ku karkerên Şaredariya Çorumê ji Ankarayê dimeşin Stenbolê û çelengeke reş datînin ber abîdeya Taksimê piştgiriya karkeran dike. Di dema xwepêşandana [şermezarkirin]a rêveberên Tirk-İş’ê de hate binçavkirin. Paşê di bûyerên 19’ê Rêbendana 1967’an de tê girtin û tevî 2 hevalên xwe derdikevin dadgehê û serbest tên berdan. Pişre di gelek xebatên siyasî û damezirandina saziyan de cîh digre.

Di meha Rezbara 1968’an de tevî hevalên xwe Cihan Alptekin, Mustafa İlker Gürkan, Mustafa Lütfi Kiyici, Cevat Ercişli, M.Mehdi Beşpinar, Selahattin Okur, Saim Kurul û Ömer Erim Süerkan Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger damezirand. Di 28’ê Kewçêra 1968’an de di dema hatina serfê di Amerîkayê de li balafirgeha Yeşilkoyê xwepêşandan hatin lidarxistin û Denîz Gezmiş ji ber vê xwepêşandanê hate girtin û piştî demekê serbest hate berdan.

Di zanîngeha Stenbolê de bi girseya xwendekaran li hemberî hêzên rastgir derketin. Ev çalakiya wî wekî hincet hate nîşandan û di 19’ê Adarê de dîsa hate girtin û heta 3’ê Avrêlê di zîndanê de ma. Piştre di 31’ê Gulana sala 1969’an de di çalakiyeke şermezariyê de ji xwendekarên fakûlteyê re serokatî kir. Di yek ji van çalakiyan de birîndar bû. Der heqê wî de biryara giyabî derket. Lê belê ew dîsa jî ji zîndanê reviya û di dawiya meha Pûşperê de çû Filîstînê.

Heta meha Rezberê li kampên gerîla yên Filîstînê de ma. Deniz Gezmiş, di gelek çalakiyên THKO’yê de cih girt. Di 4′ Adara 1971’ê de di çalakiya revandina Emerîkiyan de, piştî serbestberdana leşkeran li navçeya Sivas a bi navê Şarkişlayê li nehiya Gemerekê hate girtin. Di doza THKO’ê de ku di 16′ Tîrmeha sala 1971’ê de dest pê kir, ji ber binpêkirina xala 146’e mîn a zagona Tirkan a cezayê, di 9’ê Rezbera sala 1971’ê de bi mirinê hate cezakirin û di 6′ Gulana sala 1972’an de hate dardekirin.

YÛSIF ASLAN (1947-1972)

Yûsif, di sala 1947’an de li gundekî Yozgatê hate dinyayê. Hindekariya xwe ya navîn li dorhêleke oldar û antî komînîst qedand. Di sala 1966’an de ket ODTU’yê. Hîna saleke wî neqediya bû tevlî kulûba ramanên Sosyalîst a ODTU’yê bû, di nava Dev-Genç’ê de dest bi xebatan kir. Piştî vê demê despêkê di dibistane amadekariyê de paşê jî li fakulteya Endezyartiyê de, di rêxistina çalakiyên boykotê û dagirkirina ODTU’yê de yek ji pêşengên zîrek bû. Çalakiya ku despêkê jê hate darizandin, şewitandina wesayeta sefîrê Amerîka û ajanê CİA Commer bû. Di sala 1969’an de tevî hevalên xwe çû Fîlîstînê. Li vê derê fêrî pîlotiya helîkopter û balafiran bû. Ji traktorê bigir heta helîkopterê hemû cûreyên wesayetan bi hostatiyeke mezin bikardianî. Di sala 1970’yî de tevî Deniz Gezmîş û Huseyîn Înan dema diçû tevlî koma gerîla ya li çiyayên Nûrhakê bibe li Şarkişlaya Sêwasê birîndar hate girtin. Li dadgehên rêvebiriya awerte hate darizandin. Di 6’ê Gulana 1972’yan de tevî Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan hate dardekirin.

HÛSEYÎN ÎNAN (1949-1972)

Di sala 1949 de li gundê Bozhoyuk ya girêdayî navçeya Sariz a Qeyseriyê ye hate dinyayê. Dibistana Seretayî û Navîn li Sarizê, Lîseyê jî li Qeyseriyê xwend. Di sala 1966 de qeyda xwe li Zaningeha ODTU yê beşa Zanyariyê nivîsand. Bû endamê Qulîba Ramanê Sosyalist (SFK) û Dev-Genç’ê. Di vê navberê de tevlî TIP’ê bû di çalakiyên vê partiyê de cih girt. Di heman demê de li Stenbol û Enqerê, li İzmirê û heremên din tevlî çalakiyên dij-emperyalîzmê bû; Di nava mêtîng û çalakiyên li dij Fîloya şeşmîn a Emerîkayê de cih digirt. Di sala perwerdeyê ya 1966-67 de ji rêxistinbûyîna çalakiyên boykotê yên Zanîngeha ODTU rêbertî kir. Hûseyîn Înan di sala 1068 de ji veqetînên di nava TIP û MDD komeke wekî bingehê Gerîla pêk anî û fikre tekoşîna bi Gerîla li çiya li hemberî Emperyalîzmê xebatên tekoşînê pêş xist. Koma ku bingeha xwe ji Enqere bi taybetî jî ODTU yê digirt wê bibûna kadroyên pêşeng û bingeh ên THKO’yê. Hûseyîn Înan ku di heman salê de ji zanîngehê hate derxistin li cihê mayînde yên xwendekaran ma. Di 14 ê Cotemeha 1969 an de bi qismeke girîng ya komê ji ser Sûriye derbasî Urdinê, ji wir jî derbasî kampên El Fetih ku hêza bingehîn a Rêxistina Rizgariya Filîstînê bû. Li vê derê li gel FKO’ê hemberî İsraîlê şer kir. Di nava welatê İsraîlê de di serdegirtinên qereqolan de cih girt. Dema di meha Sibatê sala 1970 de vegeriya Tirkiye li ser rêya Dîlok-Amed di otobûsekê de hate girtin. Di encama darizandina li Amedê di Cotemeha 1970 de serbest hate berdan. Dema Hûseyîn çû Enqerê fikre Gerîlayê Çiya di mêjiyê wî de zelal bibû. Bi koma Stenbol ku Deniz Gezmiş jî di navê de bûn, heman fikrî û xeta çalakiyê dipejirandin hatin gel hev û THKO ava kirin. Hûseyîn ku di nava tevgerên Gel de qet nedihat naskirin, bi nitelika xwe ya rêxistibûyînê pêk tîne, yeteneke xwe yê tekîliya bi mirovan re û biryarbûna di nava komê de derket pêş. Di 24’ê Adara 1971 li navçeya Qeyserî Pinarbaşiyê hate girtin. Tevî Denîz Gezmîş û Yûsif Aslan li dadgeha yekemîn a leşkerî ya awarte de hatin darizandin û di 9 ê Mijdara 1971 de bi biryara darvekirinê hatin mehkûm kirin. Ji bo pêşî girtina darvekirinan li gel ku hevalên wan serî li Meclîsê dan û di raya giştî de ketin nava liv û tevgerê jî ,tevî Yûsif Aslan, Denîz Gezmiş di 6 ê Gulana 1972 de hate darve kirin.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîdên meha gulanê yên pêşeng

Nivîsa Pêş

TAYBET – Gelê Rojavayê Kurdistanê: Em heya dawiyê bi gerîla ne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TAYBET – Gelê Rojavayê Kurdistanê: Em heya dawiyê bi gerîla ne

TAYBET - Gelê Rojavayê Kurdistanê: Em heya dawiyê bi gerîla ne

DI TIRKIYÊ DE PARTÎPARÊZIYA ÎFLAS KIRÎ Û  LÊGERÎNÊN AVAKIRINA PARTIYÊN NÛ II

DI TIRKIYÊ DE PARTÎPARÊZIYA ÎFLAS KIRÎ Û LÊGERÎNÊN AVAKIRINA PARTIYÊN NÛ II

Manşet

  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.