Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

TAYBET – Gelê Rojavayê Kurdistanê: Em heya dawiyê bi gerîla ne

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ser Herêmên Parastina Medya gelê Rojavayê Kurdistanê bi berteke, li dijî wê dev ji kolanan bernadin û xwedî li gerîla derdikevin.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/05/2022 - 0:16
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
TAYBET – Gelê Rojavayê Kurdistanê: Em heya dawiyê bi gerîla ne
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ve, gel ji tevahî herêmê Cizîrê beşdarî meşa rûmetê ya li bajarê Qamişloyê bûn. Di nava meşê de gelê herêmê helwest û bertekên xwe yên li hember dagirkeriyê û dijminatiya PDK’ê ve zelal kirin û gotin “PDK’ê asta xiyanetê derbas kiriye, êdî bûye dijmin, ji bo vê jî emê heya dawiyê li hember PDK’ê têkoşîn bikin.” Heman demê de ji gel û ciwanan bi ajansa me re jî axivîn û nirînên xwe yên derbarê vê pêvajoyê de anîn ziman.

Dayîka gerîlayê azadiya Kurdistanê ku ji ajansa me re axivî bal kişandin ser wateya mayîna gerîla li çiyan û got; “Gerîla li çiya hebûn, welat û şerefa me diparêze.”

Bi giştî kesên ku ji ajansa me re axivîne peyam û helwestên xwe wiha diyar kirin;

Gel nikare bê gerîla jiyan bike û gerîla jî nikare bê gel jiyan bike!

“Navê min Şêrîne, ez ji bajarê Amûdê me, ez hatim vê derê ji bo tevlî nava meşê bibim. Em bi meşa xwe piştgriya gerîla dikin, şerê ku li ser qadên Herêma Parastina Medya tê kirin. Ev êrîş ne tenê li ser Gerîla tê meşandin, ser tevahî gelê kurde. Ji ber ku dixwaze dewleta Osmanî ji nû da vegerîne. Îro çiyayên Zap û Avaşîn ve ji bo dijmin bûye weke xeyalekê. Ewqas salin li hember gerîla şerdikin, lê hertim bi bindikevin û hîn jî bi binbikevin. Ji bo vê jî pêwîste em hertim bi hezaran dakevin kolanan û piştgiriya gerîla bikin. Di seferberiyên ku hatina îlan kirin de, yên ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîla de divê herkes cihê xwe bigire. Dema ku gerîla bikeve wê gel bikeve. Gel nikare bê gerîla jiyan bike û gerîla jî nikare bê gel jiyan bike, em nikarin ji hev du qut bigirin. Ji bo ku ez jî weke jinekê piştgirî bidim gerîla tevlî vê meşê bûm.”

Her fîşekê ku li gerîla bikeve, li me jî dikeve!

“Navê min Zêneb Ehmed e. Em weke ciwan daketine vê qadê, dagirker dixwazin vîna me bişkînin, lê nikarin îradeya me bişkînin. Em bifikirên Rêber Apo mezin bûne û her fîşekekî ku li Gerîla bikeve li me jî dikeve. Emê destê xwe bavêjin çekan û heya ji me jî emê şer bikin û li dijî dagirker bisekinin.”

PDK’ê êdî asta îxanetê derbas kiriye!

“Navê min Menîce Heydere, ez ji bajarê Qamişlo me, di heman demê de dayîka gerîlayekî , li berxwedêrim. Me îro li bajarê Qamişlo meşa rûmetê li darxistiye, bi hezaran gel daketina kolanan, li dijî dagirkerî û xiyanetê ve, ji xwe bi salane ev xiyanet berdewam dike em li dijî wê daketine kolanan. Em ji bo bo PDK’ê jî dibêjin êdî asta xiyanetê jî hatiye derbas kirin. Li dijî gerîlayên têkoşer û berxwedêr ve bi dewleta Tirk re dibe alîkar û êrîşî gerîla dikin. Siyasta ku PDK’ê dimeşîne xizmeta dijmin dike. Lê bila PDK’ê û dewleta Tirk jî herdu bizanibin wê tu carî nikaribin îradeya gelê kurd û gerîlayan tune bikin. Ji ber ku gerîla bi felsefeya Rêber Apo têkoşîn dike. Em hemû dibînin li hember çekên kîmyawî ya ku dijmin li hember gerîla bikartîne berxwedaniyeke çawa tê kirin. Em weke dayîka gerîla soz didin zarokê xwe, soz didin hemû şehîdên tevgera azadiy, soz didin Rêberê Apo ku emê her li qadabin, temela wê jî çi dibe bila bibe, emê qet aram jiyan nekin. Emê tim û tim xwedî sekn, xwedî helwestbin. Em li dijî van hemû siyasetan weke mertalên zindî ne. Em bi taybet bangawaziya gelê Başûr dikin ku êdî rabin ser piyan bin. Xwedî nêrîn û sekn bin, li dijî vê siyasetê. Ji ber ku siyaseta tê meşandin rastî jî siyasta, li hember wê bêdengiya gel, şermeke pir mezine. Di heman demê de ji bo PDK’ê jî şermeke pir mezine ku îro li hember zarokên me gerîla şerekî mezin dide meşandin. Zarokên me ên ku li çiya hebûna me parastin, gelê me parastin, xaka me parastin. Bi qasî bawerî û hêviya ku hatî dayîn emê xwedî li zarokên xwe derbikevin û piştgirî bidin wan. Emê rê nedin îxanetê ku siyaset û lîstokên qirêj ser zarokên me . bidin meşandin, em nahêlin ku li ser xwîna zarokên me bazaran bikin. Emê heya dawiyê li pişta zarokên xwe bin. Bimire îxanet û bijî berxwedana gerîla”

Êdî hemû dinya ne tenê kurd dizanin ku PDK’ê xayîne;

“Navê min Nisrîn Mehmûde, ez rêveberê PYD’ê me. Em îro rabûne ser piyan li kolananin. Em îro derketine ku bêjin êdî bese, ji dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê re. Êdî bese ji xiyaneta birakujiyê re. Em gelê kurd nema dikarin qebûl bikin, em dixwazin êdî kurdê me bibin yek û dakevin qadan bi hev re li dijî dewleta Tirkiyê bisekinin. Êdî hemû dinya ne tenê kurd dizane ku PDK’ê xayîne. Ger ku rastî jî hûn kurdin werin destê xwe bixin kurdan de, û bi kurdan re li dijî dijmin rabin. Em bi hev re axa xwe rizgar bikin. Pişta gerîlayên xwe bigirin, pişta şoreşgerê xwe bigirin, em bi gerîlayên xwe re ne, bi gerîlayên serê çiya re, em bi serokê xwe re ne. Bijî gerîlayên serê çiyan, Bijî Serok Apo. Bijî hêzên me YPG, YPJ û QSD’ê ve.”

Di nava vê meşê de helwesta me diyar bû!

“Navê min Hogire, rêveberê endamê ciwanan ya TEV-DEM’ê . Yanê îro meşeke mezin hate li darxistin ji herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo. Her kes tevlî vê meşê bû, em jî weke ciwanan tevlî vê meşê bûn. Ev meş li hember îxaneta PDK’ê bi navê meşa Rûmetê hate li darxistine. Beriya , bi demekê li ser çiyayên Kurdistanê êrîşeke berfireh hatibû destpêkirin, bi taybet ser qadên Herêmên Parastina Medyayê, bi hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk ve ev êrîş hatin kirin. Bi taybet ev bû demeke êrîşên ser Şengal û Rojava ve bê navber dewam dikin. Îro ev meşa Rûmetê dibêje em li dijî îxanetê derdikevin, emê bi gerîla re mil bi mil şer bikin. Emê faşîzm û îxanetê ve têk bibin. Êdî ne hêsane ku weke berê ser gelê kurd qirkirnan bikin. Êdî hemû civakê îxanetê PDK’ê .naskiriye û wê vê îxanetê têkbibin. Her kes dizane ku ewê ev îxanet têkbiçe. Emê jî weke ciwan li hemberî vê îxanetê şer bikin û vê îxanetê jî têkbibin, çawa ku di Kobanê de ciwanên kurd yên her çar perçeyan sînor qetandin û derbasî Kobanê bûn û Kobanê kirin sembola berxwedanê, wê dîsa ne tenê li Kurdistanê li tevahî dinyayê ciwanên kurd û gel jî wê sînoran hemûyan derbas bikin. Wê ciwan derbasî çiyayên Kurdistanê bibin û li wê derê li dijî îxanetê şer bikin. Di nava vê meşê de jî helwesta me ya li hember dagirkeriyê diyar bû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

6’ê Gulana 1972’an – Roja darvekirina Denîz, Hûseyîn û Yûsif e

Nivîsa Pêş

DI TIRKIYÊ DE PARTÎPARÊZIYA ÎFLAS KIRÎ Û LÊGERÎNÊN AVAKIRINA PARTIYÊN NÛ II

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
DI TIRKIYÊ DE PARTÎPARÊZIYA ÎFLAS KIRÎ Û  LÊGERÎNÊN AVAKIRINA PARTIYÊN NÛ II

DI TIRKIYÊ DE PARTÎPARÊZIYA ÎFLAS KIRÎ Û LÊGERÎNÊN AVAKIRINA PARTIYÊN NÛ II

TAYBET: Di 6’ê Gulana 1996’an de hewldana suîqastê ya li hember Rêber Apo

TAYBET: Di 6'ê Gulana 1996'an de hewldana suîqastê ya li hember Rêber Apo

Manşet

  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.