Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Kamûran Berwarî : Bê hebûna PKK’ê tu projeya çareseriyê li Rojhilata Navîn bi ser nakeve

Endamê Hîndekara Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî: Sedema komployê hêza çareseriyê ya Rêber Apo bû. Dewletên hêzdar nexwestin Rêber Apo bibe pêşengê çareseriya Rojhilata Navîn. Bi rastî jî azadiya fîzîkî ya rêberê gelên Rojhilata Navîn yê bibe çareserî jibo hemû cîhan.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
16/04/2022 - 0:11
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 8 mins read
A A
TAYBET – Kamûran Berwarî : Bê hebûna PKK’ê tu projeya çareseriyê li Rojhilata Navîn bi ser nakeve
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Hîndekara Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û got, “Azadiya fîzîkî ya Rêberê gelên Rojhilata Navîn wê ji bo hemû cîhanê bibe çareserî.”

Endamê Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, dîwarê li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê hatiye lêkirin û derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxistinê ji ajansa me re nirxand.

Kamûran Berwarî bal kişand ser wê yekê ku projeya sînordarkirin û lêkirina dîwaran li çar parçeyên Kurdistanê projeya qirkirin û tinekirina tevahî Kurdan e û got; bêyî PKKê ti projeyek çareseriyê li Rojhilata Navîn bi ser nakeve.

Tevahiya hevpeyvîna ku me bi Endamê Fakulteya Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî re çêkiriye wiha ye:

1 – Nêrîna we li ser fikir û paradîgmaya Rêber Apo ya ji bo çareseriya Rojhilata Navîn çi ye û rêya Rêber Abdullah Ocalan heta çi radeyê bersivê dide vê rewşê?

Projeya Rêber Apo û paradîgmaya wî mantiqî u gerdunî ye. Di çarçoveyek exlaqî û wijdanî de neqşe rêya siyasî, aborî, civakî û perwerdeyi ye ku dikare pirsgirêka Rojhilata Navîn bi temamî çareser bike. Nêrîna Rêber Apo dikare her netewe û miletî bi mafên xwe yên rewa ragihîne. Komploya fîzîkî ya ji bo girtina Serok Apo û Dil wer Girtinî zêdeyî 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê kirin, komployeke navneteweyî bû ku zêdeyî 36 welatên navneteweyî û hin hêzên Kurdistanî tevlî bûn. Sedema komployê hêza çareseriyê ya Rêber Apo bû. Dewletên hêzdar nexwestin Rêber Apo bibe pêşengê çareseriya Rojhilata Navîn. Bi rastî jî azadiya fîzîkî ya rêberê gelên Rojhilata Navîn yê bibe çareserî jibo hemû cîhan. Divê welatên hêzdar vê baş bizanibin.

2 – Dixwazin li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê dîwaran lê bikin, her wiha di navbera Rojava û Başûr de jî dîwaran lê bikin. Sedema vî dîwarî di sedsala 21’an de çi ye?

Bê gûman projeya sînordarkirin û dîwarkirinê li her çar parçeyên Kurdistanê projeya qirkirin û bi temamî tûne kirina Kurdane Armanca bilindkirina van dîwaran fetisandina hemû Kurdan e, tunekirina hemû tevgerên azadîxwazên Kurdistanê û êrîşekî pir alî ye li ser hemû destkeftiyên gelê Kurd û neteweyên cîran. Her wiha dê bandoreke mezin li aboriyê bike, wekî navendeke bingehîn ji bo pêşxistina projeyê ku talankirina xaka Kurdistanê û hemû berhemên wê armanc dike. Hûn baş dizanin ku bêyî danîna van dîwaran em nikarin bibin yek ruh, yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd hilweşînin, yek ji armancên wê yên girîng dîsa bi rengê fîzîkî yê parçebûna Kurdistanê ye. Bi lêkirina dîwarê şermê,xiyanetê re wê hemû qadan bifetisîne û tevgerên azadiyê yên her çar parçeyên Kurdistanê bifetisîne. Ka em sedemên danîna van dîwaran pirs bikin. Dewleta Iraqê ya sînorên xwe bi Kuweyt, Ordon û Îranê re çima dîwar dananynê? Çima dagirkerên Tirk di navbera welatên Ewropayê bi xwe de dîwaran çênakin? Çima, di serdemeke wiha de ku dîwarê Berlînê hat rakirin, ew ê li Kurdistanê dîwarên di navbera sînorên wê de bilind bikin? Divê bi giştî pêşengên Kurd, gelê Kurd û dostên Kurdan ên li çar aliyê cîhanê li dijî van dîwaran biryarê bidin û helwesta xwe nîşan bidin. Divê her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, rêxistinên un û alîgirên rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî li hemberî vê siyaseta qirêj xwedî bertekêke mezin bin û xwedî projeyeke yekgirtî bin ku avakirina van dîwar û sînoran vala derxe.

3 – Ew êrîşa dewleta dagirker a Tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê û pêkanîna dagîrkerî wê  statû ya Başûrê kurdistanê naxe xeteriyê? Tu çima li hemberî vê helwestê nîşan nadî?

Bê gûman ev êrîşa bê hempa û bi zêdetirî 70 baregehên leşkerî yên Tirkiyê û her wiha bi hezaran çeperên ku li başûrê Kurdistanê çê dikin û projeyên dagirkeriya artêşa Tirk metirsiyeke mezin li ser hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye Di serhildan û şoreşên curbicur yên di navbera salên 20-90’î de li Başûr weke şoreşa Barzan, Îlon û Golanê xelkê rojhilat û rojavayê Kurdistanê piştgîriya xwe bo dijwariya diyar kirina çarenivîsa xwe nîşan dane Di dîrokê de gelek mînakên me hene weke Enfal, lê xelkên deveran koçberbûn u berê xwe dan bakur û rojhilatê Kurdistanê û pîlana dijmin nehat kirin nikarîn be temamî gelê Kurd bifetisînin. Îro PDK, Hikûmeta Herêma Kurdistanê,YNK û Hêzên Başûr be rêbazên bekar anîn cuda difetisîne, di encama çêkirina van dîwaran û van êrîşên pir alî de wê hemû destkeftiyên Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî têk bibin. Hêdî hêdî hijmara dergehên sînorî û dagîrkirina balefirgehan zêde bûye û ji ber hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û herwiha destek dayîn ji aliyê hikûmeta Îran û Îraqê ve jî ev êrîşên han bi tundî bandor li ser Partiya Demokrata Kurdistanê, YNK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giştî kiriye ji bo gelê Kurd û başûrê Kurdistanê encama karesateke mezine û pêwîste helwesteke cidî û bibandor nîşan biden.

4 – Li dijî sîstema rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê û nakokiyên hundurî di vê rewşê de ku her tim êrîş heye, li gorî we sedem çi ne?

Bêguman ev yek pîlaneke çavtirsandinê ye, ku destên derve û dewletên bihêz jî di nav de hene. Divê gelê Kurd li ser van pîlanan hişyar be û sîstema xwerêvebirinê ya rojavayê Kurdistanê weke xaleke azadiyê bihesibîne Ji ber ku li Rojhilata Navîn yekemcar di nava çend sed salan de rêveberiyeke bi vî rengî ya neteweyî,wekhev,adîlane û demokratîk hatiye avakirin. Ev cara yekem e ku gel, neteweyên cuda di 100 salî de beşdarî desthilatdariyeke hevpar dibin ku sax man. Ev yek bi tenê nefeseke azadiyê ye ku li Rojhilata Navîn jiyan dike , Em dibînin ku çawa Rêveberiyê Rojavayê Kurdistanê li hemû cîhanê dost û dostên wî hene û li hemberî êrîşeke piralî ya li seranserê cîhanê Roleke aborî, siyasî û leşkerî li ser sîstema rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê hatiye ferzkirin. Li aliyekî din jî kiryar û çarenûsa herêmî ya bê exlaqî li hemberî destkeftiyên kurdan disekinin. Bêguman di rewşeke bi vî rengî de wezîfeyeke neteweyî, welatparêzî,exlaqî û wijdanî ye ku nebin parçeyek ji plana dijmin û ji bo tinekirina deskeftiyên Kurdan bi dijmin re têkoşînê nekin. Divê enekese hemû partî û hêzên din ên rojavayê Kurdistanê vê yekê baş bizanin, Eger rojekê hem di warê siyasî û hem jî di warê leşkerî de sîstema rêvebirina Rojavayê Kurdistanê lawaz be, wê ti sûdeke wê ji bo wan nebe û bibe demek ku hêza wan hilweşe. Divê minakî Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî were hesibandin, ji ber ku destek û parî van di dagirkirina van herêman de hebûn û têda cih girtin û niha tu sûda wan tune ye. Divê were zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û hemû dewletên bihêz ti merhemeta wan nîne û ewê ew destêk ku niha alîkariyan dike rojek darvekirin.

5 – Wekî hûn dizanin kampanyayek ji bo derxistina PKK’ê di lîsteya terorê de dest pê kiriye, pêşwazî ji ev kampaniya li Başûrê Kurdistanê çewa bû? Girîngiya vê kampanyayêçi bû?

Îro hemû cîhan baş dizane ku bê hebûna PKK’ê ti projeya çareseriyê li Rojhilata Navîn bi ser nakeve û di hemû qadên siyasî,leşkerî,aborî û civakî de bi ser nakeve. Rêber Abdullah Ocalan weke lîder û rêberê PKK’ê tê naskirin. Îro PKK bi pêşengiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ne tenê milkê tevgera azadiyê û Kurdane,di heman demê de milkê hemû mirovahî û cîhanê ye. Divê welatên bihêz baş bizanibin ku çareseriya Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk û PKK’ê tê jiyîn. PKK tenê daxwaza aştî, azadî, wekhevî û bêdengkirina çekan dike.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

DGH’ê li dijî tecrîd û polîtîqayên zindanan rêzeçalakî pêkanî

Nivîsa Pêş

KCK: Girtî afirîner û mîrasdarên xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’

KCK: Girtî afirîner û mîrasdarên xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ne

Balafirên kefşê yên dagirkeriya Tirk li asîmanê Dêrikê digerin

Li ser Mexmûrê çi dibe - Balafira keşfê li ser asîmana digere!

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.