Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Gelê Amedê di Newrozê de careke din peyama berxwedanê da

Amedê di Newroza 2022'an de ku bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' şahidî ji rojeke dîrokî re kir.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/03/2022 - 12:39
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Gelê Amedê di Newrozê de careke din peyama berxwedanê da
ParvekeTweet

AMED – Bi berbanga sibehê re Amed di nava liv û tevgereke mezin de bû. Hem şêniyên Amedê hem jî mirovên ji bajarên din ên Kurdistanê û derveyî welat bi kelecana Newrozê berê xwe dan qadê.

Ji bo pêşî li coşa gel bê girtin, astengiyên mezin hatibûn danîn, lê di dawiya rojê de hate dîtin ku astengî bi kêr nayên.

Tevî ku ti qedexe tune bû, li nuqteya lêgerînê ya ber bi protokolê ve, kesên dixwestin bi kincên neteweyî derbasî qadê bibin hatin astengkirin.

Polîsên Tirk li her benda kontrolê JOH, TOMA û panzer bi cih kirin, ku ev yek bû sedema rageşî û zextê. Girseya gel jî nerazîbûn nîşanî vê yekê da û li ber bendên kontrolê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Tayyîp îstîfa” qîriyan, pê li bendan kirin û ji hin nuqteyên kontrolê derbas bûn.

Li bendên ku polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrişî gel kirin, jin jî bi bahaneya ‘kontrola berfireh’ bi saetan hatin rawestandin. Piştî ku vê rewşê demeke dirêj dewam kir, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran ji platformê bang li hêzên polîsan û walîtiyê kir û got, “Provoke nekin. Em dixwazin cejna xwe pîroz bikin. Em ji bo ewlehiya xwe pirsgirêkê nabînin. Rê bidin gelê me, em dixwazin bi gelê xwe re govendê bigerînin û cejna xwe pîroz bikin.”

Gelê Kurd ku li hemberî her polîtîkayê qad neterikand û li ber xwe da, hêdî hêdî qada Newrozê dagirt. Bi hatina gel re coşa Newrozê jî zêde bû. Li gel zext û astengiyan jî nêzî milyonek mirov li qada Newrozê ya Amedê bi cih bûn. Balkêş bû ku piraniya beşdaran ciwan bûn. Yek ji nuqteyên girîng ku li qadê bal kişand, daxwaza ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Li qadê bi hev re dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedayiyên Apo ne” hatin qîrîn.

Li pêşiya dika pîrozbahiyê di navbera polîsan û girseya gel de pirsgirêkên cidî rû dan. Polîsên ku guh nedan banga ‘provoke nekin’ êrişî gel kirin û di encama vê êrişê de hin kes birîndar bûn. 150 jê zarok (Di n avbera 12-17 salî de) nêzî 300 kes hatin destgîrkirin.

Li gel hewldanên provokekirinê Newroza Amedê destpê kir û ji bo bîranîna şervanên azadiyê yên di berxwedana Kobanê de şehîd bûn, deqeyek rêz hate girtin. Coşa li qada Newrozê kêlî bi kêlî zêde bû.

Di Newrozê de Kemal Kûrkût û Denîz Poyraz hatin bîranîn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got, “Ev Newroz Newroza niha dem dema azadiyê ye. Ev Newroz Newroza azadiya Abdullah Ocalan e.”

Bi pêxistina agirê Newrozê re Dengbêj Kazo derkete ser dikê û bi vî rengî qada Newrozê veguherî atmosfera cejnê. Servet Kocakaya, Azad Bedran û Rojda bi stranên xwe coşa Newrozê zêde kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa bi çekên giran topbaran dikin

Nivîsa Pêş

HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da

HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da

Dayika Emîne Şenyaşar: Bes e êdî bila kurê min berdin

Dayika Emîne Şenyaşar: Bes e êdî bila kurê min berdin

Manşet

  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.