Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Divê ti Kurd nemîne ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê nebûye

"Em hemû şehîdên Newrozê ku roja heyin û berxwedanê ya gelê Kurd; Newroz anîne îro, di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan de bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em Newroza Rêber Apo, tevahiya hevrêyên li zindanan, gerîla û gelê xwe pîroz dikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
17/03/2022 - 11:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê, derheqê Newroza 2022’an ku weke ”Newroza Azadkirina Rêbertî” bi nav kir, daxuyanî da.

Daxuyaniya KCK’ê:

“Em hemû şehîdên Newrozê ku roja heyin û berxwedanê ya gelê Kurd; Newroz anîne îro, di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan de bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em Newroza Rêber Apo, tevahiya hevrêyên li zindanan, gerîla û gelê xwe pîroz dikin. Em sond dixwin ku têkoşîna hilweşandina faşîzmê û azadkirina Rêber Apo ku em ê bi Newrozê re bidin destpêkirin, bi serketinê tacîdar bikin.  Newroza azadkirina Rêbertî wê pir geş bibe; bi vê bingehê Sala 50’î ya Rêbertî û PKK’ê, wê weke saleke mezin a têkoşînê di dîrokê de cihê xwe bigire.

Newroz ji bo Kurdan ne tenê cejn û ne tenê roja berxwedan û têkoşînê ye. Newroz rastiyeke civakî ya dîrokî, ya nasnameya gelê Kurd e, ku tevahiya nirxên neteweyî lê kom dibin. Newroz û Kurd bûne weke hev. Newroza zenûn dibe zenûnbûna Kurdatiyê, Newroza geş, dibe geşbûna Kurdatiyê. Rêber Apo û PKK hîn ji destpêkê ve ev nirx dane Newrozê; heyîkirin û xurtkirina Newrozê weke heyîkirina Kurdan û xurtkirina Kurdan dîtiye. Ji ber vê jî zindîkirin û xurtkirina Newrozê weke armanc û peywira sereke dîtiye.

GELÊ KURD BÛYE GELÊ NEWROZÊ YÊ TÊKNEÇÛYÎ

Tevgera Apoyî di Newrozê de derketiye ser qada dîrokê û hîn ji serî de maneyeke mezin daye Newrozê. Berxwedana zindanê bi çirûska Newrozê geş bûye, şehîdên Newrozê serhildan bi xwe re anîne, bi her Newrozê re gelê Kurd xwe ji nû ve ava kiriye. Şoreşa mezin a demokratîk, şoreşa civakî, neteweyî, çandî, şoreşa vejînê di Newrozan de pêk hatiye. Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan bûne haveyne welatparêzî û dilêriya rastiya civakî ya Kurd a nû. Van hemû rastiyan gelê Kurd kirine gelê serhildan û Newrozê. Gelê Kurd bi nirxên dewlemend û spehî xemiliye û bûye gelê Newrozê yê têkneçûyî. Gelê Kurd ev 50 sal in bi ruhê Newrozê li ber xwe dide û bi têkoşînê bûye gelê pêşeng ê sedsala 20’an ku gelên Rojhilata Navîn azad û demokratîk bike. Gelê Kurd ê bûyî Newroz, gelên Rojhilata Navîn jî dike Newroz.

NEWROZA AZADKIRINA RÊBERTÎ

Em bi kelecanî, coşî û hêviyeke mezin pêşwazî li Newroza 2022’an dikin. Bi nirxên mezin ku têkoşîna Rêbertî ya ku ketî sala 50’î û bi vîna têkoşînê, em armanc dikin ku di sala 50’î de, Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad bikin. Em dibêjin, êdî bêyî Rêbertî qet nabe! Em li ser xwe weke deynekî mezin dibînin ku Rêbertiya xwe ya ku xizmeta mezin daye gelê me û tevahiya mirovahiyê, azad bikin. Dema wê hatiye ku em vî deynî bidin û layiqî Rêbertî bin. Bicihanîna azadî û demokrasiyê, bi xwedîderketina li Rêbertî û bi azadkirina fizîkî ya Rêbertî dibe. Ji ber ku gelê me û dostên me xweş bi vê rastiyê dizanin, Newroza 2022’an weke Newroza azadkirina Rêbertî pîroz dikin.

JINÊN KURD HÊZA ÇALAK Û PÊŞENG E

Newroz her wiha li ser hîmê azadiya jinê, bûye rojên ku demokratîkbûna Kurd pêk hatiye. Jinên Kurd li Newrozan di eniyên pêş de cih girtine û rastiya nû ya gelê Kurd ava kirine. Di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de, nirxên Newrozê têr û tijî ye. Heke 8’ê Adaran jin bi ruhekî mezin ê têkoşînê û bi vîna têkoşînê tevdigerin, rola wê zêde ye ku jinên Kurd bi rengekî çalak û pêşeng di Newrozan de tevlî jiyana azad û demokratîk dibin. Ji vî alî ve her 8’ê Adarê mizgîniya wê dide bê ka Newroz wê çawa be. Rabûna jinan a di 8’ê Adarê de, mizgîniya wê ye ku Newroz wê çawa be. Rabûna jinan a 8’ê Adara 2022’an, nîşan daye ku Newroza azadkirina Rêbertî ya sala 2022’an wê pir xurt derbas bibe. Jin, ji bo azadiya Rêbertî, ku di têkoşîna wan a azadiyê de xwedî roleke mezin e, di Newroza 2022’an jî, wê li eniyên herî pêş bin. Bi vî rengî wê bikin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê hê kûrtir û berfirehtir bibe.

DIVÊ LI HEFTEYA LEHENGIYÊ BERBELAV BIBE

Di Newroza 2022’an de pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ wê were ser qonaxeke din. Hem bername, hem plansazî û hem jî rasterêya hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û misogerkirina azadiya Rêbertî di vê Newrozê de wê were danîn. Ji vî alî ve pir girîng e ku Newroz bi rengekî berbelav û çalak were pîrozkirin. Newroza 2022’an li her gund, tax, bajarok û bajarî divê bi rengekî çalak û berbelav were pîrozkirin. Pîrozkirin divê bi hin rojên diyar û navendî ve sînordar nemînin û li Hefteya Lehengiyê berbelav bibin. Newroz cejna tevahiya gel û civakê ye, roja têkoşînê ye. Ji ber vê jî Kurd û dostên wan vê rojê li her devera ku lê ne divê pîroz bikin. Divê ti Kurd nemîne ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê nebûye. Ji ber ku roja neteweyî ye, tişta ku divê were kirin jî ev e.

Serdema Newroza hevçax ku beriya bi 50 salî dest pê kir, gelek destketî bi dest gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ve anî. Di Sala 50’î ya Partî û Rêbertî de, divê mirov bi rengekî xurt tevlî Newrozê bibe, ku Newroz serhevdeya van nirxan û destketiyan e û divê sala 50’î em bikin sala hilweşandina faşîzmê, misogerkirina azadiya Rêber Apo û gelê Kurd.

Bi vê çarçoweyê em bang li tevahiya ciwan, jinên Kurd, temenê xwe çi dibe bila bibe bang li tevahiya gelê me û dostên gelê me dikin, her qada ku lê ne bikin qada Newrozê; ber bi qada Newrozê ve biherikin, bi Newroza azadkirina Rêbertî re, li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rohilata Navîn demeke nû ya azadî û demokrasiyê ava bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Luzernê li dijî tecrîdê çalakî pêk anî

Nivîsa Pêş

NPG: Em bi biryardariya azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, Newrozê pêşwazî dikin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
NPG: “Wê xeta qehremaniya fedaî komployê têk bibe”

NPG: Em bi biryardariya azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, Newrozê pêşwazî dikin

Tehamulê navê Kurdên bi rûmet nakin – Navê Parka Mehmet Sincar cara duyem hat guhertin

Tehamulê navê Kurdên bi rûmet nakin - Navê Parka Mehmet Sincar cara duyem hat guhertin

Manşet

  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin
  • Li Stuttgartê, Endamên Ciwan Ên TCŞ Li Dijî Dagirkeriyê Afîşan Daliqandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdên me dibin sitêrk û riya me ya azadiyê ronî dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.