Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Gelê Kurd wê komkujiya Helebçeyê ti carî ji bîr neke û hesabê komkujiyê bipirse

"Bi xurtkirina têkoşîna hevpar û yekîtiya gelan û hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê wê ev yek pêk were. Bi navê tevgera azadiyê ya Kurd em di wê baweriyê de ne ku li dijî faşîzmê wê her kes yekîtiya xwe xurtir bikin û li dijî kmokujiyan hesabê dîrokî bipirisin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
16/03/2022 - 17:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek weşand. KCK’ê got, “Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, em komkujiya ku rejîma Iraq-Baasê 16’ê Adara 1988’an li Helebçeyê bi gazên kîmyewî kir şermezar dikin, mirovên me yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. Gelê Kurd wê komkujiya Helebçeyê ti carî ji bîr neke û hesabê komkujiyê bipirse.”

KCK’ê diyar kir, Komkujiya Helebçeyê ku yek ji komkujiyên herî giran û bêrehm ê li dijî mirovahiyê ye, parçeryek ji êrişên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd e û wiha dewam kir, “Piştî ku Kurdistan hate parçekirin, hêzên mêtinger li dijî hebûna gelê Kurd dest bi êrişê kirin. Hêzên mêtinger ji bo tunekirina hebûna Kurdan, li dijî Kurdan komkujî kirin. Komkujiya Helebçeyê bi vê armancê hate kirin. Rejîma Iraq-Baasê li Helebçeyê gazên kîmyewî bi kar anî û bi hezaran Kurd qetil kir. Ev komkujiya ku li dijî gelê Kurd bi hestên zalimane û nemerdane hate kirin, wê ji aliyê Kurdan ve neyê jibîrkirin.

‘BERPIRSYARÊN RASTEQÎN ÊN KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ, HÊZÊN MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST E’

Komkujiya Helebçeyê li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin. Lê belê kes li ber ranebû. Eger cîhanê nerazîbûn nîşan dabûya, li ber rabûya hingî rejîma Iraq-Baasê nekarîbû komkujiyeke bi vî rengî bike. Saddam zanî bû ku cîhan wê bêdeng bimîne, lewma komkujiyeke bi vî rengî kir. Ji xwe yên ku çekên kîmyewî dan rêveberiya Saddam, hêzên modernîteya kapîtalîst e. Hêzên modernîteya kapîtalîst çek dan Saddam û ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, dan şerkirin. Çekên kîmyewî jî bi vê armancê ji aliyê hêzên hegemonîk kapîtalîst ve ji rejîma Iraq-Baasê re hatin dayin û rêveberiya Saddam jî li dijî Kurdan li Helebçeyê bi van çekan komkujiyeke mezin kir. Hêzên modernîteya kapîtalîst hevkarên sûcê komkujiya li Helebçeyê ne. Ji ber ku hem çekên kîmyewî dan rejîma Iraq-Baasê hem jî dema li Helebçeyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn dengê xwe dernexistin. Lewma berpirsyarên rasteqîn ên Komkujiya Helebçeyê hêzên modernîteya kapîtalîst e. Yên ku Kurdistan parçe kirin jî hêzên modernîteya kapîtalîst bûn. Hêzên modernîteya kapîtalîst ev yek ji bo berjewendiyên xwe kirin. Lewma ne tenê Komkujiya Helebçeyê berpirsyar û hevkarên hemû sûc û komkujiyên li dijî Kurdan hatin kirin ew hêz in.

Di encama vê nêzîkatiya hêzên modernîteya kapîtalîst de, dewletên mêtinger û dagirker jî gelê Kurd di asteke welê de dîtin ku bi her awayî dikarin operasyon û komkujiyan li dijî gelê Kurd bikin. Bi vî rengî nêzî gelê Kurd bûn. Operasyon, komkujî neman ku mêtingeran li dijî gelê Kurd nekirin. Ti dewleteke cîhanê li ber vê yekê ranebû, dengê xwe nekir. Hêzên modernîteya kapîtalîst heman nêzîkatiyê niha jî nîşan dide. Bi her awayî piştgiriya çekan didin dewleta Tirk. Hêzên modernîteya kapîtalîst çek û teknîka herî pêşketî didin dewleta Tirk a mêtinger û baş zanin ku dewleta Tirk wê van çekan li dijî Kurdan bi kar bîne. Bi vî rengî hevkariyê ji qirkirin û komkujiya li dijî Kurdan re dikin. Di nava çekên radestî dewleta Tirk têne kirin de çekên kîmyewî jî hene. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî hêzên azadiyê û gelê me van çekên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta Tirk di serî de li Werxelê, Zendûra, Mam Reşo û Girê Sor li dijî gerîla ev çekên kîmyewî bi kar anî. Lê belê mîna ku di komkujiya Helebçeyê de hate dîtin îro jî hêzên modernîteya kapîtalîst li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng dimînin. Halbûkî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye. Bikaranîn li aliyekî, hiştina li gel xwe ya çekên kîmyewî qedexe ye. Lê belê dema ku mijar dibe Kurd ti qanûn bi cih nayê anîn.

Helwesta herî rast a xwedîderketina li Helebçeyê rabûna li ber dewleta Tirk e ku çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelê Kurd wê hesabê Helebçeyê jî yê komkujiyên din jî teqez bipirse. Hesabpirsîna dîrokî neqediya ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi serxistina têkoşîna azadiyê wê hesabê herî mezin ji komkujeran bipirse.

EM KOMKUJIYA BEYAZITÊ JÎ ŞERMEZAR DIKIN

Em komkujiya ku li Beyazit a Stenbolê di 16’ê Adara 1978’an de li dijî ciwanên sosyalîst şoreşger hate kirin û heft şoreşger lê hatin qetilkirin, şermezar dikin. Hesabê êriş û komkujiyên ku dewleta Tirk li gelan, sosyalîst, hêzên demokratîk şoreşger kiriye, wê teqez bê pirsîn. Bi xurtkirina têkoşîna hevpar û yekîtiya gelan û hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê wê ev yek pêk were. Bi navê tevgera azadiyê ya Kurd em di wê baweriyê de ne ku li dijî faşîzmê wê her kes yekîtiya xwe xurtir bikin û li dijî kmokujiyan hesabê dîrokî bipirisin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di navbera QSD û şandeya Emerîkî de civîn

Nivîsa Pêş

Li Qamişloyê ji bo bîranîna Helepçeyê pêşbirka helbestan ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Qamişloyê ji bo bîranîna Helepçeyê pêşbirka helbestan ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk

Li Qamişloyê ji bo bîranîna Helepçeyê pêşbirka helbestan ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk

Li Şehbayê çalakiya bîranîna Helepçê ya Tevgera Xwendevanên Demokratîk

Li Şehbayê çalakiya bîranîna Helepçê ya Tevgera Xwendevanên Demokratîk

Manşet

  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.