Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ronahî Serhad: Bilindbûna azadiyê di 8’ê Adarê de derket holê

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad: Dîroka mirovahiyê ya sedsala 21'ê wê bi têkoşîna jinan bê destnîşankirin. Lewma 8'ê Adarê ne tenê pîrozbahiyeke, di heman demê de parastina hebûna jinê ye, raperîna misogerkirina azadiyê ye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/03/2022 - 9:58
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ronahî Serhat: Qetilkirina Sakîne Cansiz de li her derê zext û tundiyê li Kurdan ferz dikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad sekn û helwesta jinan a di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de hate nîşandan ji ANF’ê re nirxand.

Ronahî Serhad di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya 8’ê Adarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir, şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û 8’ê Adarê li şoreşgeran, girtiyên jin ên siyasî û di şexsê Emîne Şenyaşar de li hemû dayikan pîroz kir.

Ronahî Serhad anî ziman ku li dijî êrişên zayendîperestî, neteweperestî, olperestî, qirker û faşîst ên sîstema bi serweriya mêr, jinan bersiva herî bi heybet li qadên 8’ê Adarê dan û got, “Çalakiyên 8’ê Adarê moraleke mezin da civak û gelan û têkoşîn gihand qonaxeke nû.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir ku têkoşîna jinan di nava sala 2021’ê de li dijî êrişên qirker, zayendîperest ên bi zor û tundiya desthilatdariyên netewe-dewletê li ber xwe da, bi ser xist û ev serketin jî bi 8’ê Adarê tacîdar kir.

Ronahî Serhad got, îradeya têkoşînê ya ku di 8’ê Adarê de derkete holê ji niha ve serketina sala 2022’an diyar kiriye, rêya serketinê nîşan daye û ev nirxandin kir:

“Ji yên herî extiyar heta yên herî ciwan; jinên ji gelên Kurd, Ereb, Tirk, Ermen, Suryanî yên herikîn qadên 8’ê Adarê derseke dîrokî dan desthilatdariya AKP-MHP’ê ya yekperest û faşîst. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di dîroka Tirkiyeyê de weke desthilatdariya dijminê gel û jinan, desthilatdariya zordar, neteweperest û zayendîperest gihîşt asta herî bilind. Yekane alternatîfa vê desthilatdariyê jî jin e. Jinên ku bi bernameya têkoşînê ya ‘Dem dema jinê ye’ bi rê ketin û bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ têkoşîna sala 2022’an pêşwazî kirin, hêza herî guherîner a şoreşger e. Her jin û rêxistinên jinan ên ji xwe bawer dikin, bi rengekî stratejîk nêzî yekîtiya têkoşînê, rêxistinî û parastinê dibin, dîtin ku sedsala 21’ê dikare bibe sedsala jinan û gelan. Ji bilî jinan kes xwedî vê hêzê nîne.”

Ronahî Serhad destnîşan kir ku 8’ê Adarê dîroka raperînê ya sedsala heyî ye û got, “Dîroka mirovahiyê ya sedsala 21’ê wê bi têkoşîna jinan bê destnîşankirin. Lewma 8’ê Adarê ne tenê pîrozbahiyeke, di heman demê de parastina hebûna jinê ye, raperîna misogerkirina azadiyê ye. Jin aktorên guherîna civakî ne, hêza herî şoreşger a dînamîk e.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad wiha dewam kir:

“Hate dîtin ku jin li Kurdistanê hêzeke civakî ne, li herêmê û cîhanê jî weke tevgera li dijî sîstema bingehîn hêza herî bi bandor e, ku dikare xeta polîtîk a sedsalê diyar bikin. Jin wê êdî daxwaza mafê xwe ji sîstema bi serweriya mêr nekin. Jin wê ji bo têkbirin û jiholêrakirina sîstema zayendîperest û mîlîtarîst a netewe-dewletê ku sîstema bi serweriya mêr a mêtinger e,  sîstema xwe ya bedew, edalet, demokrasî û azadiyê ava bikin, civakeke nû biafirînin.”

Ronahî Serhad destnîşan kir ku dem hatiye li dijî polîtîkayên bi serweriya mêr, polîtîka û aqlê jinê yê azadîparêz bi çalakiyên hîn bi bandor bikeve pratîkê û got, “Lewma pêngava ‘Dem dema jinê ye’ ku tevgera me ya jinên Kurd da destpêkirin xeta têkoşînê ya sala 2022’an diyar dike.”

Li ser bandora coşa 8’ê Adarê ya li Newrozê jî Ronahî Serhad wiha axivî: “Bilindbûna azadiyê ya bi coş, baweriya têkoşînê, fikrên sayî, hêviyên xurt ên di 8’ê Adarê de derketin holê, yekbûna bi Rêberê me Rêber Apo re ye. Parçekirina Îmraliyê soza azadiyê ya jinan e ku xwe gihandine felsefeya azadiyê ya Rêber Apo. Jinên ku bi dirûşma ‘Dem dema jinê ye’ daketin qadên 8’ê Adarê, wê azadiya Rêber Apo weke azadiya jinê bigihînin Newrozê. Em ji niha ve Newroza Rêbertî li jinan hemûyan pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Agahiya we ji tecrîd û îşkenceya li ser girtiyan heye?

Nivîsa Pêş

KJK: Têkoşîna jinê ya ku di 8’ê Adarê de derket holê, ew ê qedera sedsalê diyar bike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KJK: “Li her devera Kurdistanê gel rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin”

KJK: Têkoşîna jinê ya ku di 8'ê Adarê de derket holê, ew ê qedera sedsalê diyar bike

5 girtiyên li Edîrneyê hatin sirgun kirin

5 girtiyên li Edîrneyê hatin sirgun kirin

Manşet

  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin
  • Li Stuttgartê, Endamên Ciwan Ên TCŞ Li Dijî Dagirkeriyê Afîşan Daliqandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ereb Li Şengalê Piştgiriya Xwe Ji Bo Berxwedana Rojava Nîşan Didin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.