Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mustafa Karasû: Ciwan bi teqezî li dijî faşîzmê wê têkoşîna xwe geş bikin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû: Mirov dikare helwesta civakê ji helwesta ciwanan fêhm bike. Ew helwesta gel e. Ji ber vê kongreyeke bi coş, bi hêrsa mezin û bi daxswaza têkoşînê bû. Ev bi rengekî aşkere nîşan dide li bara têkoşîna azadiyê faşîzma AKP-MHP'ê têk çûye, ti encam nestandiye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
05/01/2022 - 11:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 12 mins read
A A
Mustafa Karasû: Ciwan bi teqezî li dijî faşîzmê wê têkoşîna xwe geş bikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû di Medya Haber TV de, di ‘Bernameya Taybet’ de têkilî mijarên di rojevê de axivî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû di destpêka nirxandina xwe de Serekpsîkoposê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tutu ku beriya bi pêlekê jiyana xwe ji dest dayî bi bîr xist, diyar kir ku ew bi rêzdarî Tutu bi bîr tînin. Karasû got,

”Ji bo azadiya Rêber Apo kedeke zêde da, dostê gelê Kurd bû. Xwest ku biçe Imraliyê lê AKP’ê nehişt. Desmond Tutu Rêber Apo yê ku têkoşîna azadiyê dide ne tenê ji bo pirsa Kurdan, her wiha ji bo çareseriya pirsên Rojhilata Navîn jî weke Rêbertî didît. Ji vî alî dilxwazekî mezin ê Rêbertî bû û hurmeteke zêde didayê. Rêbertî jî ji ber hewldanên wî û helwesta wî, kesayata wî jê hez dikir. Em ê jî bîranînên Desmond Tutu di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bijîn. Tevahiha dîrokê wê weke dostê gelê Kurd bimîne.”

Karasû bi berdewamî çalakiyên ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Ingilistan, Fransa, Italya, Spanya bi pêşengiya sendîkayan, her wiha çalakyên gelê Kurd û dostên Kurd ên ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin bi bîr xist û got ,”’Sala 2021’an bû sala xwedîderketina li Rêbertî û partiyê.”

Karasû got, ”Em bawer dikin têkoşîna ku sala 2021’an hatiye dayin azadiya fizîkî ya Rêbertî nêzîktir dike. Dewleta Tirk a faşîst çi dibêje bila bibêje, gelê Kurd û dostên wan wê Rêbertî ji hêla fizîkî ve azad bikin.

Rêber Apo ev 23 sal in li zindana ku lê dimîne bi qasî ku ti mirov nikaribe bike xizmeteke mezin daye miorvahiyê, jinan. Ji bo ku mirovahî jiyanke azad û demokratîk bijî paradîma û teoriya wê ya ramanê daniye holê. Ji vî alî ve Rêbertî bi raman, felsefe, helwest û têkoşîna xwe di dilê gelan de ye, azad e. Li cîhanê mirovê ku herî azad difikire Rêber Apo ye. Azadiya fizîkî jî di nêz de wê pêk were. Ji ber ku hewcehiya her kesî bi ramanên Rêber Apo heye. Xwedîderketina li Rêber Apo wê geştir bibe. Dema ku komploya navnetewî li ser Rêbertî çêbûyî, têkoşîna wan ên ku bi dirûşma, ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin” bûne barîkat îro Rêbertî nêzîkî azadiyê kiriye. Bi vê vê çarçoweyê şehîdên ‘hûn nikarin Roja me tarî bikni’ bi hurmet bi bîr tînim. Hemû gelê me yê ku sala 2021’an ji bo azadiya Rêbertî têkoşiyayî û dostên me slav dkim.”

Karasu bi berdewamî têkilî Komkujiya Parîsê ku dikeve sala 9’an sê jinên şoreşger ên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî û got, ”Sara, damezirandêra partiya me bû. Bi salan li zindanan em bi hev re man. Yek ji kana sereke ya berxwedana zindanan bi helwesta xwe hevrê Sara bû. Jixwe ji ber vê bû hedef. Çend mehan beriya şehîdbûna hevrê Sara lîsteyek ji 22 kesan pêk hatî hate weşandin, di nav wan de hevrê Sara jî hebû. MÎT’ê Ewropa nerm dîtibû û heval qetil kirin. Heval Sara kesayateke dîrokî bû.

Damezirandêra partiya me bû, her wiha Qirkirina Dersimê ji dil hîs kir û bi vê bingehê li ser xeta Rêbertî, li nav PKK’ê têkoşiya. Hem ji bo gelê Kurd azad bike û hem ji bo ku tola Qirkirina Dersimê hilîne tim li pêş bû. Sara û hevrêyên xwe yên din di nav têkoşîna me de wê tim werin bibîranîn. Bi vê wesîleyê hevrê Rûbar, Halîl û Murat jî ku 6’ê Çile şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku di pêvajoya Xwerêveberiyê de şehîd bûne bi hurmt bi bîr tînim, bîranîna wan bi teqezî wê li Kurdistana azad bijî. Berxwedana Xwerêveberiyê wê di dîroka Kurdistanê de neyê jibîrkirin. Bi vê wesîleyê hemû şehîdên xwerêveberiyê bi hurmet bi bîr tînim.”

Derheqê helwesta Fransayê ya li bara Komkujiya Parîsê Karasû diyar kir dewleta Tirk ji bo ku di nav hevalbendiya NATO’yê de ye wiha bi rehetî li ser gelê Kurd zilmê dike, polîtîkaya qirkirinê dike û ji ber ku endamê YE’yê jî û got, ”Ji vî alî ve ne tenê ya Fransayê têkiliyên Elmanya, Ingilistan û welatên din ên Ewropayê jî yên bi Tirkiyê re gemarî ne. A rast, dema ku mijar Kurd bin ji ber ku hevalbendê hev in çavê xwe li qirkirina ser Kurdan digirin. Dewleta Tirk ji ber vê polîtîkayê wiha bi hovane êrîşê tîne. Fransa bi ronînekirina vê komkujiyê bêhurmetiyê li gelê xwe û dîroka xwe jî dike. Nêzîkatiyeke kambax a wê desthilatê ye ku dibêje temsîla gelê Fransayê dike û dewleta Tirk a ku li Fransayê komkujî kirî bi rengekî aşkere teşhîr nake, sûcê wê deynanê holê. Her kes pê dizane ku dewleta Tirk li zikê Parîsê sê jinên şoreşger  da qetilkirn. Jixwe hate çespandin kesê ku hatî girtin endamê MÎT’ê ye. Omer Guney ê kujer jî bi îhtîmaleke zêde hate kuştin.”

Karasû her wiha diyar kir  ev komkujî ne tenê qetilkirina sê jinan e, bicihhatina biryara qirkirina Kurdan e ku li kûderê Kurdê azad hebe were kuştin û her wiha nasnekirina yasayên YE, Fransayê ye û got, ”Heke terorîzmek, rewşeke ku were darizandin hebe ev polîtîkayên dewleta Tirk e. Di yasayên navnetewî de heke dewletek cînayetên wiha bike ew têne harmonîkirin. Destûra Bingehîn a Fransayê ferman dide ne tenê kesên ku ev cinayet kirin, her wiha yên ku dane kirin jî werin darizandin. Raya giştî ya Fransayê bi rastiyan dizane. Lê ji ber sedemên siyasî ên ku fermana cînayetê dane nayên aşkerkirin. An jî Fransa bi aşkerenekirinê li ser dewleta Tirk zextê dike. Naxwe çima nebêje? An ji bo ku hevalbendên aşkere nake an jî bi nedana navê Tirkiyê vê weke şûrê Demokles bi kar tîne. ”

Karasû bi berdewamî bal kişande ser giringiya xwedîderketina jinan a li Sara û got, ”Helbet ne tenê jinên Kurd divê jinên Fransî jî ser vê kuştinê ronî bikin. Li dora vê komkujiyê bi diyarkirina helwesta dadê divê Tirkiyê mehkûm bikin Jixwe tê gotin li Fransayê civakîbûna nêzî ya jinê heye. Divê hemû jin helwesta xw e deynin holê. Ji ber ku heval Sara pêşengeke têkoşîna azadiya jinê bû. Li dijî dewleta Tirk a qirker berxwedaniyeke dîrokî daniye holê. Ji ber vê jî xwedîderketina li Sara,li xwe xwedîderketina jinên Kurd, xwedîderketina li azadî, demokrasiyê ye.”

Karasû bang li jinan kir ku têkoşînê geş bikn û got, ”’Bi geşkirina têkoşîna azadiya jinê mirov dikare layiqî Sara bibe. Bİ vê wesîleyê bang li hemû jinan dikim ku li ser armancên Sara têbikoşin, têkoşîna azadiya jinê li hemû cîhanê geş bikin.”

Têkilî bîlançoya ku beriya bi çendekê Navenda Parastina Gel par ve kirî jî Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Mustafa Karasû got, ”Bîlançoya ku NPG”ê aşkere kirî nîşan dide ku şer çendî mezin e. Ev berxwedan wê tesîra xwe li ser sala 2022’an jî bike. Gerîla jî, gelê me jî wê li ber xwe bidin. Ji van berxwedanan divê mirov bibîne ku sala 2022’an wê berxwedaneke çawa bibe. Bi vê wesîleyê hemû hevrê û fermandarên ku di nav berxwedanê de cih girtine slav dikim, careke dî şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînim.”

Bi berdewamî Karasû komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê, ku 6 welatparêzên Kurd şehîd bûbûn bi bîr xist û got, ”Ji bo ku DYE û Rûsya çavê xwe lê digirin van êrîşan tîne. Li kûdera cîhanê ev êrîş bibin cîhan wê rabe ser xwe. Di demeke nêz de ji malbata Gula jî 3 kes hatin qetilkirin, beriya niha li Kobanê jin qetil kirin û niha jî 6 ciwan qetil kirin .Li kûdera cîhanê be wê qiyamet rabe .Lê dema ku li Rojava wer ekirin her kes bêdeng e. Gelê me heke li ber xwe bide bi teqezî wê li dijî dewleta Tirk bi ser bikeve. Gelê Rojava bi armanca ku dawî li van dagirkeriyan bîne bikeve sala 2022’an. Heke gelê Rojava rêxistiniya xwe geş bike, dewleta Tirk li deverên ku dagir kirine nikare bimîne.”

Derheqê Kongreya Ciwanan a li Amedê ku bi tevlêbûneke geş û coşî pêk hatî, Karasû got, ”Kongreya dawî ya ciwanan derbûna vê hêrsê ye. Mirov dikare helwesta civakê ji helwesta ciwanan fêhm bike. Ew helwesta gel e. Ji ber vê kongreyeke bi coş, bi hêrsa mezin û bi daxswaza têkoşînê bû. Ev bi rengekî aşkere nîşan dide li bara têkoşîna azadiyê faşîzma AKP-MHP’ê têk çûye, ti encam nestandiye. Dewleta Tirk ku ji evqas êrîşan nikare encamê bistîne nikare polîtîkayê bike, zû dereng wê bişike. Li gel ev qas zext û zordariyê heke ciwan hê jî li ser piyan bin bi rengekî aşkere hîs, ramanên gelên Kurd, tişta ku dijî, tişta ku hîs dike, hêrsa xwe li çiye û li dij çiye, datîne holê.”

Karasû bi berdewamî got, ”Helbet divê têkoşîna xwe tenê li hêwanan nîşan nedin, li her deverê nîşan bidin. Li her deverê divê vê helwesta xwe derxin holê. Bi ser de faşîzma mêtinger heke ev çend êrîşê tîne divê ew jî bersiva hewce bidin faşîstan. Em bawer dikin ku helwesteke wiha ya ciwanan heye. Ciwan di hêwanan venahewin. Bi teqezî li dijî faşîzmê wê têkoşîna xwe geş bikin. Dirûşma herî bicoş dirûşmên ji bo Rêbertî bûn. Em bi van ciwanan şanaz in, gelê me jî divê şanaz bibe.”

Derheqê êrîşa li ser HDP’ê ya li Bahçelîevler a Stenbolê jî Karasû got, ”Ev êrîş bi plan in. Ne êrîşên şexsî ne. Dijminên Kurdan in. Dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin. Li metropolan bi milyonan Kurd hene, bi van êrîşên plankirî bi çarçoweya şerê taybet dixwazin vîna Kurdan bişkînin. Li Konyayê kuştina 7 kesên ji malbatekê jî encama vê hişmendiyê ne. Ji eynî navendan ve tê rêvebirin. Divê Kurd vê bibîni.”

Karasû wiha domand: ”Divê civaka Kurd rêxistinî bibe, li her deverê parastina xwe bike. Xweparastin beriya her tiştî rêxistinîbûn e. Heke civake rêxistinî bibe wê bibîne bê ka divê çi bersivê bide çi êrîşê. Ev êrîş bandorê li ser me hemûyan dikin, hêrsa mirov radikin. Mirov dixwaze van êrîşan di qurtek av de bixeniqîne. Hîsen gelê Kurd wiha ne. Helbet ev ê bêbersiv nemînin. Em li Izmîrê Kurdan bixin, li Stenbol, Afyon, Konya, Enqere li Kurdan bixin! Wiha dom naeke, bi teqezî wê wê bersiva vê were dayin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû herî dawî wiha got: 

”Piştî qetilkirina Deniz Poyraz hêzên demokrasiyê yên Tirkyiê çawa helwesteke diyar danîbin holê divê ev helwest geştir bibe. Dema ku êrîşek çû ser Kurdekî li metropolan, dema ku cînayetek çêbû divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê rabin ser piyan, hem jî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê jî divê rabin ser piyan. Helwesteke ku li bara van cînayetan divê were nîşandan ev e. Soylu û Erdogan dibÊjin ew ê van polîtîkayên cînayetê bidomînin.Li dijî vê polîtîkayê û van êrîşan divê gelê me li ser heverê rabe ser piyan. Gelê Kurd ib hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê re divê têkoşîneke hevpar bide. Jixwe niha hewcehiya Tirkiyê bi tifaqa demokrasiyê heye.

Banga me li gelên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê ew e ku tifaqa demokrasiyê were danîn. Ev berpirsyariya dîrokî ye, peywira dîrokî ye. Mirov şaş dimîne bê ka çima ev nayê kirin. Li hêviya çi ne? Li dora HDP’ê hêzeke demokrasiyê heye, divê ev bêhtir geş bibe. Heke ev nebe, bi partiyên din re dikarin werin cem hev û bi HDP’ê re tifaqê deynin. Ne şert e ku ku bikevin nav HDP’ê an jî bi rengê pêkhateya berdest, rengê têkiliya berdest be. Lê bi teqezî divê hêzên demokrasiyê werin cem hev. Bersiva li van êrîşan û cînayetan di sala 2022’an de divê wiha be. Bi vê çarçoweyê di sala 2022’an de em esrkeftinê ji her kesî re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şerda Mazlûm Gabar: Sakîne Cansiz sembola vejîna xwedawendiyê ye

Nivîsa Pêş

Kesê ku bi 253 kîlo tiryakê hatibû girtin derket holê ku ajanê dewletê ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Kesê ku bi 253 kîlo tiryakê hatibû girtin derket holê ku ajanê dewletê ye

Kesê ku bi 253 kîlo tiryakê hatibû girtin derket holê ku ajanê dewletê ye

Dolar zêde bû Erdogan nikare debara xwe bike – Meaşê xwe zêde kir!

Dolar zêde bû Erdogan nikare debara xwe bike – Meaşê xwe zêde kir!

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.