Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

2021 çawa bû, 2022 çawa dibe?

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
01/01/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
2021 çawa bû, 2022 çawa dibe?
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Ahmet Aktaş Nivîsand

Sala 2021’ê gelek dijwar û ewqas jî xemdar derbas bû. Di vê salê de 2 êrîşên xedar hebûn. Yek; Pandemiya vîrûsa Covid-19, du; vîrûsa faşîzma AKP-MHP’ê!

Ya yekê; weke ku di navê xwe de jî diyar dibe, êrîşek li ser hemû gelên cîhanê bû û di encamê de heta niha zêdetirîn 5 milyon însan jiyana xwe ji dest dan, 282.006.149 kes bi vê nexweşiyê ketine, 251.483.149 kes ji nexweşiyê rizgar bûne.

A duyemîn; her du vîrûsan bi hev re êrîşî gelê Kurdistinê kirin û mirov dikare bi hêsanî bêje ku ji hemû welatan û gelan pirtir welatê me û gelê me ji van vîrûsan zirar û ziyan dîtin e.

Weke tê zanîn, di serî de dewleta AKP-MHP’ê, her çar dewletên mêtinger, di vê sala 2021’ê de, ji salên din bêhtir êrîşên xwe yên li ser gelê Kurdistanê xedartir kirin. Li gel êrîşên (vîrûsa) van dewletan, alîkariya derzî û dermanan jî, qasî welatên din negihiştin an nehiştin alîkariya cîhanî bigihêje gelê Kurdistanê. Di vî warî de, yê ku herî bêpar ma ji alîkariya derzî, derman û hwd.gelê me yê Rojava bû.

Mirov dikare hinek mînakên berbiçav û şênber ên vê sala derbasbûyî wisa destnîşan bike:

2021

Bûyerên cîhanî

Li gel pandemiyê, li hinek welatên bernas weke DYA’yê guhertina serokatiyê çêbû; yê nû bû Jeo Biden. Li Israilê jî, bi hilbijartina giştî rêveberî nû bû. Her wiha DYA leşkerê xwe ji Afganistanê paşve kişand, rêveberiya vî welatî dan destê Talîban û aloziyek pir mezin heye li vî welatî. Li Şîlî û Almanyayê hilbijartin çêbûn û rêveberiyên kevn çûn û bi giranî çepgir hatin ser rêveberiya van welatan.
Hem dost û hevalê Nelson Mandela û her wiha dostê gelê kurd û Rêberê Gelê Kurdistanê, hem oldar hem jî demokrat û aştîxwazê li cîhanê jî bi nav û deng Desmond Tûtû çû ser dilovaniya xwe. Heta roja koça dawî kir jî, di çalakiyên navneteweyî yên ji bo Kurdistanê û Rêber Apo de, li rêza pêş, li gel hinek navdarên weke xwe, mîna Dalai Lama, Gerry Adams, Jimmy Carter û hwd. cih girtibû.
Bûyerên kurdistanî

Weke li despêkê hat behskirin, dewleta tirk, êrîşên xwe ji hemû sala zêdetir û dijwartir kir. Li gel çekên berhema tekonolojiya herî pêşketî, çekên gaza kîmyewî jî bê navber da xebitandin. Mînak;

Li Garê, Metîna, Zap, Avaşîn, Şingal, Mexmûr û hwd. hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê, heta niha jî bê navber êrîş dewam dike.
Her wiha li Rojava jî, hema êrîşî her cihî dike.
Dewleta tirk bi SÎHA û MÎT’a xwe ve, bi hevkariya xiyaneta PDK û ENKS’ê re, gelek êrîşên qirker ên weke Nexweşxaneya Gundê Sikêniya Şengalê, Hilêliya Qamişloyê, Kobanê û hwd. pêk anîn.
Li zindanan jî êrîşên xwe, hem ji salên berê zêdetir kiriye hem jî stratejiya xwe jî guheriye. Di serî de li Îmraliyê, bi tecrîda temamî re, êdî hevdîtin jî û agahî jî nine. Ji salekê zêdetir e, Rêber Apo bi tenê carekê 4 xuleka, li gel birayê xwe Mihemed axivî ye, ewqas! Her wiha ew hevalên li gel wî jî di heman şerd û mercan de dijîn. Jixwe wisa jî gotinek digere, dibêjin; jiber ku li derve û bi taybetî ji gerîla derbeyên mezin dixwin, êdî vedigerin tola xwe ji zindaniyan distînin.
Li zindanan bi giştî stratejiya wan a nû; ji ber ku îdam nîne, êdî bi mirînê re rû bi rû dihêlin; şerd û mercên girtiyan bi giştî xerabtir kiriye, hema mirov dikare bêje paralelî Îmraliyê dide meşandin. Di van heyvên dawî de hejmarek kesên nexweş di zindanan de şehîd ketine û li gorî saloxan gelek zindaniyên din jî nexweş in weke Aysel Tugluk û hwd. Eger guhertin çênebe şehadeta wan jî ne dûr e.
Şehadet

Li Şingalê bi êrîşên dronên SÎHA’yan Seîd Hesen, Merwan Bedel û gelek şehadetên din. Li Silêmaniyê, bi destê MÎT’ê û xiyanetê Şukru Serhed, li Qamişloyê Ûsib Gulo û hwd. jî bi heman şêwazê êrîşan gelek şehadet çêbûn. Li Kobanê jî Nûjiyan Ocalan û 4 hevalê xwe şehîd ketin.
Bi êrîşên plankirî yên AKP-MHP’ê, Denîz Poyraz û hwd.yên HDP’î û li zindanan li ser stratejiya wan a nû ya li jor behsa wê hat kirin, Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Vedat Erkmen û hwd. hatin şehîdkirin.
2022

Weke li jor bi kurtasî hat behskirin, sala derbasbûyî, hem ji bo cîhanê hem ji bo gelê Kurdistanê gelek dijwar derbas bû. Wisa diyar e sala li ber me jî ew ê ne gelek bi hêsanî derbas bibe.

Dîsa ji alîkî ve xetera wê pandemiyê ew ê dewam bike, her çendîn hewldan gelek hene ji bo çareseriyê û derman peydakirinê jî.

Lê dibe ku ya girîngtir rewşa siyasî ya cîhanê ew ê çawa bibe?

Li gorî diyar dibe, berberiya navbera eniya DYA û Çîn- Rûsyayê dê tûjtir û dijwartir bibe. (nakokiya navbera eniyên NATO–ŞANGAY). Yek; Eniya DYA (NATO), YE, Îsraîl, Avusturalya, Japonya, Ukrayna, piraniya dewletên ereb û hwd. Dudu; eniya Çîn-Rûsya (Şangay), Îran, Koreya Bakur û hwd. (dewletên weke Hindistan jî nih bêalî xuya dikin).
Li Tirkiyeyê, alozî û qeyran her diçe mezintir dibe. Desthilatiya AKP-MHP’ê êdî xetimiye, senaryoya wan a aborî ya van rojên dawî jî, nikare wê rizgar bike. Ya hilbijartina ji nişka ve dike ya jî bi ragihandina rewşa awarte, bêyî hilbijartin temenê desthilatiya xwe bi kotekî direj dike û bi vî awayî faşîzma xwe dewam bike.
Bê gûman ev desthilatî, di encama berxwedana lehengî ya gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi ronahiya felsefeya Rêber Apo ve dimeşe, ketiye vê qeyranê û xetimandinê. Lewma mirov dikare bêje li ser vê bîr û baweriyê ev têkoşina gelê Kurdistanê ew ê hîn bi xurttir di vê sala nû ya 2022’an de birêve biçe. Her wiha di encamê de ev sala nû, ew ê bibe sala destkeftiyên hêjatir û ew ê bibe sala serkeftina gelê me!

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pêşxistina Jinê Tolhildana Ji Koletiyê Ye

Nivîsa Pêş

Lêgerîna edaletê ya salekî ya malbata Şenyaşaran

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Dayikek dilê wê şewitî ye 231 roj in têdikoşe

Lêgerîna edaletê ya salekî ya malbata Şenyaşaran

Bi tenê 3 gerîlayên profesyonel dikarin leşkerên Tirk bidin sekinandin

Bi tenê 3 gerîlayên profesyonel dikarin leşkerên Tirk bidin sekinandin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.