Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Elîf Ronahî: Plana çokdanînê ya ku dewleta Tirk dixwaze li ser me pêk bîne, dewleta Tirk aniye ber çokdanînê

''Rêbertiya me ji bo hemû gelan û mirovahiyê perspektîfa ku rêxistiniyê ya di bin banê konfederalîzma demokratîk de anî. Perspektîfa ku ev dikare bi kongreyeke demokratîk a navnetewî pêk were nîşan da. Ji ber vê ev tecrîda girankirî li ser Rêbertiya me tê danîn."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/10/2021 - 12:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Ronahî: Ne dewleta Tirk ne jî hêzeke din kes nikare gerîla ji van çiyayan dûr bixîne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Konseya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkilî sedema tecrîdê got,”Yek ji sedema sereke ya tecrîdê ev e. Dema ku Rêbertiya me anîne Imraliyê plana ew e bû ku bêdeng bikin, bêmane bikin. Lê li dijî vê Rêbertiya me ‘Bûyina Sêyan’ pêk anî. Paradîgmayek danî. Ev paradîgma paradigmayeke wiha ye ku ne tenê problemên Kurdan, problemên hemû gelên çewisandî yên cîhanê dikare çareser bike, dikare pergal, şêwaza jiyanê deyne.  Ji ber ku hêrsa herî mezin li vê rabûye tecrîdeke ew qasî giran û berfireh tê danîn. Bi bûyina sêyan a Rêbertî re komploya navnetewî bi temamî hate pûçkirin. Bi temanî hate bêmanekirin. Ji ber vê tecrîd tê danîn. Rêbertiya me li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk danî. Li dijî netewdewletê projeya neteweya demokratîk danî. Ji bo ku hemû gel li Kurdistanê bi hev re bijîn konfederalîzma demokratîk danî. Her wiha perspektîfa konfederalîzma demokratîk danî ku dikare hemû problemên Rojhilata Navîn çareser bike.”

Elîf Ronahî wiha domand:”Rêbertiya me ji bo hemû gelan û mirovahiyê perspektîfa ku rêxistiniyê ya di bin banê konfederalîzma demokratîk de anî. Perspektîfa ku ev dikare bi kongreyeke demokratîk a navnetewî pêk were nîşan da. Ji ber vê ev tecrîda girankirî li ser Rêbertiya me tê danîn.  Rêbertiya me ji hêla maneyê ve xwe pir xurt kir û Rêbertiya me li dijî polîtîkayên 200 salî yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê têkoşîneke zêde ya îdeolojîk, dîrokî, civakî, sosyolojîk da. Ev têkoşîn bi asta herî bilind da. Hêrsa mezin li vê ye. Tenêhiştina mirovan sûcê herî mezin e. Dewleta Tirk bi vî sûcî dixwaze Rêbertiya me bêmane bike.”

Aliyek dî jî bi îzolekirina ji dinyayê, ji gelê Kurd hesabê wan ew e ku Rêbertiya me bidin jibîrkirin. Dev ji jibîrkirinê biqerin rastiyeke wiha gel heye ku her ku diçe zêdetir li Rêbertî xwedî derdikeve û hebûna xwe di hebûna Rêbertî de dibîne.”

Ji bo salvegera şehîdbûnê ya Bêrîtan (Gulnaz Karataş) têkilî bandora xeta berxwedanê ya Bêrîtan, Endama Konseya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî wiha got: ”Hevalê Bêrîtan tesîra xwe hem li ser civakê, hem li ser wan pêşmergeyan hebû ku tevlî vî şerî bûbûn. Ji ber vê, tesîra hevala Bêrîtan a li ser gelê Kurd bi ew tesîr e ku mirov tim di rewşa berxwedaneke girîng de be. Hêza ku ji hevala Bêrîtan standin ew e ku, ti caran tu yê çavê xwe li xayintiyê negire, tim li dijî nokeran têbikoşî. Helbet ji ber ku pir zêde tesîra xwe li ser jina Kurd çêbûye, bû zemîn ku bi sedan, bi hezaran jin werin çiyayan û bi asta herî bilind tevlî têkoşînê bibin. Ya ku dikeve ser me jî ew e ku em ji vê asta tevlêbûnê ya gelê me re bibin bersiv.  Têkoşîna me ya 40 salan anî ber serfiraziyê. Ev jî, di serî de ya heval Bêrîtan, bi şehîdbûna gelek hevrêyên me ye.”

Têkilî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê ku ji 23’yê Nîsanê ve didomin û berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî van operasyonên dagirker Endama Konseya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî wiha axivî:

Serê sala 2020’an li Heftanînê pêngava Cenga Heftanînê dest pê kir. Dijmin nekarî plana îmhayê li Heftanînê bi cih bîne. Berxwedaniya li vir di têkoşîna dijî dijmin de pir karîger bû. Bi vê re, Sibata 2021’an dijmin xwest ku êrîşekê bîne ser Garê.  Dijmin li vir derbeke giran xwar û bêgav ma ku li têkçûna xwe mikur were. Li dijî vê êrîşê pêngava şoreşger dest pê kir.  Dema ku bi vê serkeftiya ku dixwest pêk nanî, li ser Zap, Metîna û Avaşînê êrîşeke ku Qadên Parastinê yên Medyayê vedigire anî.  Li dijî vê êrîşê pêngaveke dîrokî hate destpêkirin. Pêngavên Cenga Xabûr, Bazên Zagrosê dest pê kir.  6 meh di ser vê berxwedanê re çûn. Dijmin bi vê êrîşê hesabê wê dikir ku di nav 2-3 mehan de van deran bigire, gerîla bi temamî îmha bike. Ev bi ser nexist. Li gel ku her cure desteka NATO’yê li pişt jî bû, dema ku fêhm kir wê bi ser nekeve PDK kire dewrê. Xwestin ku PDK jî ji aliyekî ve dorpêçê bike.

Gerîla têkoşîn, berxwedaniyeke ew qas bi fedayî dide, li pişt vê hêzeke mezin a ramanê heye. Heke ne ji vê hêza ramanÊ bûye, li dijî ev qas teknîka dijmin, heta niha li gel ku bi sedan caran çekêm kimyewî hatine avêtîn jî, ev ê pêkan bûye? Bi vê hêza ramanê ev berxwedanî tê kirin.  Ne pêkan e ku mirov her hevalê me yê ku berxwedan kirî binivisin, her hevalek me bîrdariyek e. Têkoşîna ku her hevalê me dayî di pirtûkan, romanan nahilin. Ji aliyê têkoşîna me ve, ji aliyê têkoşîna tevgerên şoreşger ên cîhanî ve alçaxiyeke wiha nehatiye dîtin. Biserdeçûneke wiha bi bêrûmetî nîne. Li dijî vê berxwedaniyeke mezin tê kirin.

Divê mirov vê bibîne, ne ku tenê berxwedan sedsala 21’ê tÊ kirin, temsîla berxwedana şoreşger a hemû serdeman tê kirin. Ji ber vê, ev berxwedan pir girîng û bimane ye.

Ji ber ku di dema xwe de, tişta ku dixwestin pêk neanîn dijmin pir hêrs bûye. Bi hêrsa xwe re li hundir jî dewleta Tirk hildiweşe. Hemû hebûna xwe kiriye meseleya bekayê, dixwaze Kurdên azad, wê ramana mezin ku temsîla Kurdên azad dike ji holê rake. Çawa ku heta niha ev pêk neanîbe ji niha û pê de jî wê pêk neyîne.  Mirov berxwedana her hevalê sed carî, hezar carî jî bîne ser ziman têrê nake. Em ê vê tim bbêjin, gelê me jî dijmin jî divê vê zanibe. Dijmin heza PDK’ê ya hevkar, NATO’yê jî dabe pişt xwe wê ti caran bi ser nekeve.

Jixwe civîna NATO’yê hate kirin. Dema ku tevlî civîna NATO’yê bûn, NATO civîneke rastî nekir. Hêzên ku çûne wir, di serî de armanca dewleta Tirk ew bû ku di şerê dijî me de hêza NATO’yê bi asta herî zêde bidin pişt xwe. Bi van dewletan re civînên dualî kirin û bikaranîna çekên kimyewî pejirandin. Hêzên ku niha vê dkin, siberojê wê bi rengên cuda bi ser dewleta Tirk de jî biçin.

Çawa ku gav bi gav li Rojhilata Navîn têk diçin û tişta ku dixwestin bi dest nexistin, di têkoşîna 50 salî ya PKK’ê de jî wê bi ser nekevin, ji niha û pê de jî wê bi ser nekevin. PDK jî bi vê dizane, dewleta Tirk jî.  Tekan şertê ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li ser desthilatê bimîne ew e ku bi hemû qozên di dest de mane tim şerê Kurdan bikin.

Ev jî qediya. Niha li ber dewleta Tirk du xal hene .Ya pêşî têkçûna xwe ya li bara me qebûl bikin, bi vê re têkildar ya duyan wê çareseriyê bîne. Dewleta Tirk hêza şer a vê tevgerê, gerîla ji gelek aliyan ve dît. Dewleteke ku ev hêza şer ditî, Tirkiyê nakin qurbanî desthilata xwe. Muxalefet jî hay ji vê heye, gelê Tirkiyê jî hay ji vê heye, di vî şerî de mirina bi sedan leşkerî tê veşartin. Ji ber vê jî Tirkiye bilez berejêr diçe. Tirkiye êdî mecbûr e ku têkçûnê qebûl bike. Hate ber vê qonaxê. Divê vê deynin holê, çareyeke dî nîne.

Ji me heta yek kes jî mabe ev têkoşîn wê neqede, her wiha PKK wê neqede. Dewleta Tirk xweş bi vê dizane. Heke yek ji me şehîd dibe, bi dehan kes şûna me digirin. Dewleta Tirk dema xwestî, li cihê ku xwestî tişta ku dixwest bi dest nexist. Ti îtîbara PDK  jî li nav Kurdan nema. PDK divê dev ji vê helwesta xwe biqere û hinekî lê binere bê ka wê çawa vê bi dest bibîne. Ji vî alî ve ti qedr û qîmetê xwe li nav civaka Kurd û jinên Kurd nema.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Başûrê Kurdistanê Ciwan dê li dijî PDK dakevin qadan

Nivîsa Pêş

Hunê dîsa fêrbin – Ev der Kurdistane!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Hunê dîsa fêrbin – Ev der Kurdistane!

Hunê dîsa fêrbin - Ev der Kurdistane!

Ciwan li Stenbolê li dijî tecrîdê di tevgerê de ne

Ciwan li Stenbolê li dijî tecrîdê di tevgerê de ne

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.