Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ronahî: Ne dewleta Tirk ne jî hêzeke din kes nikare gerîla ji van çiyayan dûr bixîne

Elîf Ronahî di destpêka axaftina xwe de pêngava 'Dem dema azadiyê ye' nirxand û got, "Pêngava 'dem dema azadiyê ye' ji dema ku destpê kiriye û vir ve heta asteke girîng bi pêş ve çûye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/05/2021 - 11:41
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Ronahî: Ne dewleta Tirk ne jî hêzeke din kes nikare gerîla ji van çiyayan dûr bixîne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî bû mêvanê bernameya taybet a Medya Haber TV û bersiv da pirsên Mehtap Orak.

‘PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE DIVÊ JI HER ALÎ VE BÊ XURTKIRIN’

Elîf Ronahî di destpêka axaftina xwe de pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ nirxand û got, “Pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ ji dema ku destpê kiriye û vir ve heta asteke girîng bi pêş ve çûye. Hevrêyên me yên ku li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me di greva birçîbûnê de ne silav dikim, wan pîroz dikim. Di serî de Mexmûr û Lavrîo gelê me yê welatparêz ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi rengekî çalak tevlî vê pêngavê bûne, dostên me silav dikim.”

Elîf Ronahî anî ziman ku destpêka pêngavê ve li Kurdistanê çalakî tên lidarxistin û wiha dewam kir: “Çalakiyên greva birçîbûnê hîn jî dewam dikin. Ji Latîn Emerîkayê heta sendîkayên li Îngilistanê, ji tevgerên enternayonalîst heta akademîsyen, entellektuel û siyasetmedarên li cîhanê naskirî, çalakî hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayin. Ji bo azadiya Rêberê me îmze hatin komkirin. Li Rojhilata Navîn Partiya Sosyalîst a Misrê daxuyanî da, piştgirî da Rêberê me. Li gelek qadan têkoşîna bi heman rengî dewam dike.”

Elîf Ronahî diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li gelek mirov, tevger û rewşenbîrên li Rojhilata Navîn û cîhanê dike û got, “Sîstema modernîteya kapîtalîst herî zêde ji vê yekê ditirse. Eger ev neyê dîtin, ji aliyê gel û jinan ve eger ev neyê dîtin wê kêm bimîne. Hîmê esasî yê vê pêngavê ev e û divê ev yek bê pêşvebirin.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî destnîşan kir ku pêngav pêngaveke berxwedanê ya pir alî ye û li ser gelek hîman tê meşandin û got, “Divê em bibînin ku bi rastî jî serketineke mezin bi dest xistiye. Lê belê ne di wê astê de ye ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike.” Elîf Ronahî destnîşan kir ku divê bêyî sistbûnê bi her alî ev pêngav bê meşandin û xurtkirin.

‘JI BO TASFIYEKIRINA PKK’Ê, TIRKIYE TÊK BIRIN’

Elîf Ronahî di dewama axaftina xwe de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û got, “Di çarçoveya ‘Plana Têkbirinê’ de ku hikumeta faşîst a Erdogan û dewleta Tirk sala 2014’an xiste meriyetê, li dijî gelê me bi taybetî li hemberî gerîla êrişeke berfireh dest pê kir. Bêguman me şerekî giran kir û di vî şerî de me berdêlên giran dan, lê dijmin nekarî plana xwe pêk bîne, bi ser neket.”

Elîf Ronahî got, “Dijmin hêza xwe hemû bi kar anî. Ji aliyê aborî, leşkerî û siyasî ve di destê Tirkiyeyê de çi derfet hebe ji bo tunekirina gelê Kurd û PKK’ê, ji bo bêbandorkirina Rêberê me li Îmraliyê xiste dewrê. Ji bo vê jî hêzeke hegemonîk nema ku tawîz neda. Hêzên hegemonîk jî ji ber ku bi vê zanin, planên xwe yên teslîmgirtinê li ser Erdogan xistin meriyetê.

Tirkiye ketiye rewşeke welê ku niha ji aliyê aborî, siyasî, civakî û çandî ve hilweşiya. Li Tirkiyeyê êrişên li dijî jinan, xwekuştina mirovan xwe, zarokên xwe û hevsera xwe ji ber birçîbûnê, hwd. ev hemû çi ye? Tenê ji bo tasfiyekirina PKK’ê û gelê Kurd, ji bo qirkirinê welat têk birin. Erdogan û Bahçelî ji bo tasfiyekirina PKK’ê, ji bo bênasnamehiştina gelê Kurd çi ji wan tê dikin. Niha Kurdek nasnameya xwe înkar bike û jê wêdetir jî bike, qebûl nakin. Ew qirkirinê ferz dikin. Şerê li dijî gerîla tê meşandin ev e. Ev şer ne şerekî ji rêzê ye.”

Elîf Ronahî ragihand ku şerê tê kirin êrişeke NATO’yê ye ku bi destê Tirkiyeyê tê kirin û wiha dewam kir, “Di heman dmeê de Kurdên hevkar jî razî kirine, bi gotina ‘Eger PKK bê tunekirin, şensê we yê jiyanê wê hebe’ îqna kirine. Ji ber vê yekê piştgiriyê ji wan digirin. Qatar jî vî şerî fînanse dike. Bi milyaran dolarî pere li vî şerî xerc dike. Lewma nabe ku kes ji rêzê nêzî vî şerî bibe. Dewleta Tirk şerê dema dawî yê li qadên gerîla dimeşîne, naxwaze mîna berê bixe rojevê. Windahiyên xwe vedişêre. Gerîla her roj 9-10 leşkeran dikuje. Tevî ku bi dîmenan tê ispatkirin jî vê qebûl nakin. Hejmara leşkerên ku dewleta Tirk qebûl kiriye ku hatine kuştin çend e? Gelo gelê Tirk li vê napirse? Cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyan tên hiştin an jî dibin ji malbatên wan re û bi rengekî veşartî radestî wan dike. Ji xwe piraniya wan ji leşkerên bi pereyan şer dikin pêk tê. Herî dawî ji Idlib û Serêkaniyê ji gelek deveran hêzên xwe hemû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye. Dixwaze van hêzan li Başûrê Kurdistanê bi cih bikin, mayinde bikin.

40 sal in li Tirkiyeyê çend hikumet guherîn? Van hikumetan karîbûn PKK’ê biqedînin? Na, ew hikumet bi xwe qediyan. Niha Erdogan hatiye vê astê. Dewleta Tirk ji hev ket, di asta herî nizm de ye. Hêrs û daxwaza ji bo tunekirina gelê Kurd, Tirkiye anî ber hilweşînê. Lewma têkoşîna gerîla di vê mijarê de girîng e. Divê gelê me vê rastiyê bibîne.”

‘JI BO XISARA MEZIN A LI BALAFIRGEHA AMEDÊ VEŞÊRE, MEHEKÊ GIRTIN’

Qada hewayî ya Amedê ji bo mehekê girtin. Ji bo xisar û windahiya li wir dane neyê dîtin ku çiqasî mezin e girtin. Bêguman şerê gerîla moral û hêz da gelê me. Kir ku ciwan tevlî bibin. Her kes dixwaze bê qada şer. Dixwaze li gel gerîla bin. Lewma divê em vê bibînin; Berxwedana gerîla û derba ku lê dixe gelekî mezin e. Dewleta Tirk bi hêza ku heta jê tê dixwaze şer girantir bike.”

Elîf Ronahî bal kişand ser rola gerîlayên YJA Starê di nava çalakiyên giştî û çalakiyên xweser de û got, “Ev têkoşîn cihê pesindayinê ye. Bi berpirsyarî berdêlên gelekî giran dide. Ne tenê ji bo jinên li Kurdistanê ji bo tevahiya jinên bindest ên li cîhanê di asta herî bilind de bi berpirsyarî radibe û şer dike.”

‘SERKETIN WÊ BI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ MISOGER BIBE’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî diyar kir ku dewleta Tirk ji aliyê exlaqî ve dixwaze civaka Kurd têk bibe û got, “Bi taybetî vê yekê dixwaze li Bakurê Kurdistanê bike. Bang li sedan mirovên me dike ku biçin qereqolan, gefê li wan dixwin; dibêjin ya hûnê sîxuriyê bikin ya jî mafê we yê jiyanê nîne. Mirovan dibin û gefê li wan dixwin. Gelek mirov dema ku vê qebûl nakin hewl did wan bi şêweyekî ji aliyê exlaqî ve têk bibin. Welê dikin ku kî biçe emniyetê û bê, mirov ji hev dikevin nava gumanan. Bi gotina ‘ev bûye sîxur’ bi rengekî bêbawerî nêzî hev dibin. Xelkê me li şûna ku bitirse, ji polîsên sivîl heta endamên MÎT’ê gelekan dikare bi hêsanî eşkere bike. Li hemberî vê yekê dikarin tedbîrên xwe bigirin. Dewleta Tirk ji bo ciwanan ji têkoşînê dûr bixîne, ji malbatê dûr bixîne hin derfetan dide. Gelê me li cihê ku lê ye bi rêbazên veşartî û cuda divê têkoşîna xwe bimeşîne. Lewma eger gelê me bi berpirsyariya xwe, şerê gel ê şoreşgerî bimeşîne wê serketin misoger bibe. Firsendên dîrokî li pêş me ne.

Bi navê tevgerê û gerîla em ê heta dawiyê têbikoşin. Gerîla êdî li çiyê bi cih bûye. Ne dewleta Tirk ne jî hêzeke din kes nikare gerîla ji van çiyayan dûr bixîne. Di wê baweriyê de me ku gelê me jî wê bikeve nava hewldan û têkoşîneke mezintir. Ji destê kê çi tê divê bike. Niha derfet û firsendên mezin di destê me de ne. Şert û mercên me yên şoreşê gelekî xurt in, divê ev yek baş bê nirxandin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana di roja 186’an de berdewam dike

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Milîsên HBDH’ê Bekçiyek ceza kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Milîsên HBDH’ê Bekçiyek ceza kir

LEZGÎN - Milîsên HBDH'ê Bekçiyek ceza kir

Qendîl û Xakûrkê hatin bombekirin

HPG: Dewleta Tirk êrişî xwezaya Kurdistanê dike

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.