Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK di salvegera şahadeta wî de Kasım Engin bi bîr anî

"Hevrê Kasim Engîn dibe xeleke sereke ya xeta lehengiya Apoyî ku bi Hakîyan dest pê kirî ,bi Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Sarayan dom kirî, bi Egîd û Zîlanan gihaştî asta xwe ya herî bilind."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/05/2021 - 10:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Şerê Taybet di dîroka Iraka qewn de -1
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – PKK’ê, têkilî salvegera şehîdbûnê ya Endamê Komîteya Navendî Kasim Engîn (Ismaîl Nazlikul) daxuyaniyeke niviskî da.

Komîteya Rêveberriyê ya PKK’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anî û got, ”Em, endamê me yê Komîteya Navendî hevrê Kasim Engîn ku xeleka dawî ya Meha Şehîdên Gulanê ye û şoreşgeriya yekerê di şexsê xwe de berbiçav kiriye di salvegera pêşî ya şehîdbûnê de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em diyar dikin em ê têkoşîna tolhildana şoreşger ku ev salek e em didomînin, di sala duyan de em ê zêdetir geş bikin û bidomînin. Em bang li hemû gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku hevrê Şehîd Kasim Engîn û di şexsê wî de rastiya şehîdên leheng rast fêhm bikin û bi rengekî xurt lê bibin xwedî.

Pir aşkere ye ku em Tevger û gel ji serê meha Gulanê ve bêhtir nêzî şehîdên xwe yên leheng in. Her roj li çend deveran em bernameyên ku şehîdên xwe bi bîr bînin û rast fêhm bikin datînin. Li ser xeta Rêbertî û Şehîdan em rexne û rexnedayinê kûrtir û xurtir dikin. Ji bo ku em bîranîna şehîdan bidin jiyîn û tola an hilînin em têkoşîna me ya azadiyê ya li her qadê geştir dikin. Em li ser xeta gerîlayên me yên şehîd ên leheng şer dikin, gelê me û dostên em li ser xeta şehîdan dimeşe. Şehîdên me yên Gulanê, Karasûngûr, Denîz, Şîrîn, Ulaş, Mizgîn, Çar, Brahîm, Hakî, Halîl, Êrîş û Andok di vê têkoşîna pîroz de dijîn û dibin ala. Hevrê Kasim Engîn dibe xeleke dawî ya sereke ya zincîra azadiyê ku naşike.

DIVÊ EM ŞEHÎDÊN XWE RASTIR FÊHM BIKIN..

Weke ku tê zanîn, endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK’ê hevrê Kasim Engîn, di êrîşeke alçaxî ya dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst qirker de, 27’ê Gulana 2020’an ya ser Qadên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû û tevlî nav Karwanê Şehîdên Gulanê bûbû. Em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd ev salak e di şexsê hevrê Kasim Engîn de hemû şehîdên xwe yên leheng rastir fêhm bikin û bi fermandariya wan şer bikin. Em wiha digihin heqîqeta Rêbertî û azadiyê bi vê bingehê dihilmijin. Em her tiştî rastir û bêhtir rasteqînî fêhm dikin. Şehîdên me dibin rêber, mamoste, fermandar û hêza me ya sereke her demê û li her deverê.

Hevrê Kasim Engîn dibe xeleke sereke ya xeta lehengiya Apoyî ku bi Hakîyan dest pê kirî ,bi Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Sarayan dom kirî, bi Egîd û Zîlanan gihaştî asta xwe ya herî bilind. Bi rastî jî welatparêziya rast, gelparêziyê, dilsoziya bi Rêbertî, xebatkariyê, hilberandêriyê, coşiya şoreşger, kelecanî, enerjiya neqediyayî, dilnizmî, wêrekî û fedekariyê em jê hîn dibin. Ew dibe temsîla şoreşgeriyê ku berê xwe nedaye jiyana sîqalkirî ya pergala modernîteya kapîtalîst, yekbûna bi çiya û gerîla re ji xwe re kirî felsefeya sereke ya jiyanê, her demê bûyina li welêt û bi gel re dayî ber xwe, li ser xeta Mazlûm tim dixwîne û lêkolîn dike, heme hema rojê 24 saetan dixebitî, ti qelsiya fizîkî û nexweşî li ber xebata şoreşger nedikir asteng, her demê dibû kana coşî û moralê. Aşkere nîşan dide ku li ser xeta serfiraziyê ya PKK’ê jiyan û serkeftin pêkan e.

EM JI BO TOLA ŞEHÎDÊN XWE HILÎNIN ŞER DIKIN

Ji sala çûyî û wir ve di şexsê hevrê Kasim Engîn de ji bo ku em tola şehîdên xwe yên leheng hilînin em şer dikin .Em gel û tevger pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye” ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dayî ber xwe, dimeşînin. Di serî de jin û ciwan hemû gelê me û dostên me li çar parçeyên Kurdsitanê û li derveyî welêt li ser piyan in, kuçe û meydanan dadigrin û bi coşî û biryardarriyeke mezin dirûşmên azadiyê diqêrin. Bang li hemû mirovahiyê dikin ku li ser azadiya jinê û bîreweriya ekolojîk cîhaneke nû ya demokratîk were avakirin.

Hêzên me yên gerîla yên leheng li her aliyê Kurdistanê her roj derba kuştinê li qirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê dide. Ji Heftanînê heta bi Xakurkê, di serî de Metîn, Zap û Avaşîn, li Qadên Parastinê yên Medyayê bi şerê şoreşgerî yê ku geş kirî faşîzma AKP-MHP’ê li Kurdistanê binerd dike. Çalakiyên berxwedanê ku li Qadên Parastinê yên Medyayê hildayî asta jor, ji Serhedê heta bi Dersim û Mêrdînê li her aliyê Kurdistanê berbelav dike. Çalakiyên berxwedaniya şoreşger ji Çukurova heta bi Izmîr, Stenbolê li hemû metropolan gerandiye. Herî dawî li Amed, Êlih û Şirnexê gerîlayê me yê leheng di biryargeh û navnda wan a êrîşê de li dijminê faşîst-qirker dide.

Bi vê wesîleyê di serî de çalakiyên Amed, Êlih û Şirnexê li her devera Kurdistan û Tirkiyê her kesê ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ji bo azadî û demokrasiyê şer dikin slav dikin, em careke di serkeftina wan a dîrokî pîroz dikin. Di şexsê fermandar Hevrê Serhed Giravî, Fermandarê nemir ê Mamreşo de hemû şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em diyar dikin li ser şopa şehîdên me yên leheng ku tola hevrê Kasim Engîn dihilînin em ê her demê bi biryardariyeke qeyîm bimeşin. Em serkeftina mezin ji bo şervanên leheng ên HPG, YJA Star, YPS’ê û HBDH’ê re dixwazin.

Pir aşkere ye ku xwîna ti şehîdê me li erdê namîne û tola wan bi teqezî tê hilanîn. Hesabê her komkujiya faşîst û qirker û zilmê zêdetir tê standin. Faşîzma AKP-MHP’ê di xwîna rijandî de dixeniqe. Kevirên serfiraziyê yên Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bi lehengî tê danîn. Dawiya faşîzma AKP-MHP’ê û serfiraziya şoreşa azadî û demokrasiyê nêzîk dibe.

Bi vê çarçoweyê di salvegera pêşî ya şehîdbûnê de hevrê Kasim Engîn şoreşgerê mezin û di şexsê wî de hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin, em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku li ser şopa şehîdên me yên leheng têkoşîna azadî û demokrasiyê geştir bikin!”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Erkê ciwanên welatparêz

Nivîsa Pêş

Gerîla li Metînayê de dagirkeran da – 7 dagirkerên Tirk bêbandorin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – HPG: Ji Tîmê Gerîlayê profesyonel çalakiya bi bandor li Iskenderun

Gerîla li Metînayê de dagirkeran da - 7 dagirkerên Tirk bêbandorin!

Greva Birçîbûnê di roja 181’an de ye

Greva Birçîbûnê di roja 181'an de ye

Manşet

  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.