Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Vebijêrkên Rûsyayê li Sûriyê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/04/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Vebijêrkên Rûsyayê li Sûriyê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Kendal CÛDÎ nivîsand
Rûsya bi destwerdana xwe li Sûriyê ji sala 2015’an ve, da ku xwe bigihîne Deryaya Spî û li herêmê bibe xwedî aktoreke sereke, piştî 6 salan di çirava Sûriyê de maye. Piştî guhertina rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û nezelalbûna helwesta wê heta vê kêliyê li hemberî aloziya Sûriyê, fikarên Rûsyayê zêdetir dibin û bê çare maye.

Dibe ku DYE li Sûriyê, nexasim herêmên Rêveberiya Xweser li ser erdê siyaseta xwe neguhertibe anku erkên xwe wekî berê dewam dike, lê di aliyê navneteweyî û siyasî de bê guman fişareke bêhempa li Rûsyayê dike.

Rûsyayê, ji bo tecrîda ku Washintgon li ser rejîma Sûriyê û hemû hewldanên hevalbendên wê nexasim li ser Rûsyayê rake, berê xwe da meydana Erebî. Rûsya bi serdana wezîrê xwe yê derve li çend dewletên Ereban û herî dawî hevdîtina wî ya bi wezîrê karên derve yê Misrê re, hewl dide rejîma Sûriyê vegerîne Komkara Erebî. Bi vê gavê re, hewl dide rejîma Sûriyê ku rewabûna xwe ji dest daye, vegerîne nava meydana Erebî û cîhanî wekî ku bêje, li Sûriyê zêdetirî 400 hezar kes nemirine, zêdetirî 7 milyon kesî koçber û penaber nebûne û beşeke mezin ji axa Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye dagirkirin!

Di çarçoveya vebijêrkên Rûsyayê yên li Sûriyê û rizgarkirina rejîma xeniqî de, Rûsya propogandaya hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê yên 19`ê vê mehê dike. Hewl dide meydana Erebî û ya Ewrûpayê rewabûnê bidin van hilbijartinan. Lê bersiva Yekîtiya Ewrûpayê ji bo hewldanên Rûsyayê û hilbijartinên serokatiyê, bi rêya serokê Fransayê zû hat dayîn. Serokkomarê Fransayê Macron got, “Bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî binpêkirinên hikûmeta Sûriyê hêza Pûtîn xurt dike” û bang li civaka navneteweyî kir da ku “xetên sor” ji Rûsyayê re jî deyne. Ewrûpayê bi vê yekê helwêsta xwe Ii hemberî tevahiya hewldanên Rûsyayê ya ku dixwaze dorpêça siyasî û aborî li ser rejîma Sûriyê rake, eşkere kirin.

Dibe ku Ewrûpayê di serdema Trump de nikaribû ew qas li hemberî Rûsyayê helwêsteke hişk nîşan bida, ji ber ku Rûsyayê gelek sûd ji serdema Trump û beriya wî ya Obama, girt.

Rûsyayê hewl da alternatîfekê ji Cenevreyê re çêke û civînên Astana û Soçiyê ji bo Sûriyê dane destpêkirin û di qada navneteweyî de nikaribû piştgiriyeke siyasî wergire. Lê tenê gelê Sûriyê temenê wê da ku bi rêya Astana û Soçiyê, dewleta Tirk gelek herêmên Sûriyê dagir kirin. DYE wek çavdêr tev lî civînên Astanayê dibû, kêm zêde Rûsyayê xwe bi hêz didît. Lê beriya 5 rojan, balyozê DYE`yê yê li Qezaxistanê ragihand ku welatê wî êdî beşdarî civînên Astanayê nabe. Bi vê yekê jî êdî civînên Astana û Soçiyê ku Rûsyayê dixwest pê rewabûnekê bi dest bixe, bê encam man.

Di heman demê de, hebûna Îranê ya li Sûriyê, sedemeke sereke ye ku kes guh nede hewldanên Rûsyayê yên rakirina tecrîdê. Êdî Rûsya dizane ku di herêmên rejîma Sûriyê de nikare her tiştî bike, heger Îran erê neke.

Li ser asta nava Sûriyê jî, Rûsya bi daxuyaniyên ku DYE “Piştgiriya projeya qutbûnê ji Sûriyê dike û petrola wê dibe”, dixwaze xwe di hundirê Sûriyê de wek parêzvanê mafên gelê Sûriyê nîşan bide, û DYE û Rêveberiya Xweser jî li hemberî rewşa kirêt a aborî û jiyanî ya li herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de, sûcdar bike. Her wiha êrişa çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî rejîma Sûriyê di şeva 20`ê Nîsanê li Qamişloyê û hewldana derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de, bê guman beşek ji pîlanên Rûsyayê ye.
Bi piştrastkirina bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ve û desteka DYE û dewletên Ewrûpayê ji vê biryarê re, Rûsya tam gihîştiye wê baweriyê ku di mijara Sûriyê de, gotina dawî ya DYE´yê ye. Bi gotineke din, heger DYE destûra rakirina tecrîdê nede, Rûsya serketinên ku di aliyê leşkerî de bi dest xistine, nikare di aliyê siyasî de bi kar bîne. Her wiha dosyaya ji nû ve avakirina Sûriyê ji mijarên ku li pêşiya Rûsyayê bûne kelem e û ew nikare bêyî dewletên herêmî û hêzên navneteweyî gavekê biavêje.

Serokê DYE`yê Biden ragihand ku ew pêşniyaz dike ku bi serokê Rûsyayê Pûtîn re, di mehên pêş de li dewleteke din bicive. Lewra çavê Rûsyayê lê ye ku Pûtîn bi Biden re bicive û hêvî dike ku çawa Obama destûr da ku Rûsya bikeve Sûriyê, Biden jî heman helwêstê nîşanî Pûtîn bide.

Heta dema hevdîtinan dibe ku Rûsya hin gavên din jî biavêje, lê nikare xeta xwe ya sor derbas bike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Ew leşkera ku çeeka xwe ji bîr kiriye ez im

Nivîsa Pêş

Ciwan li Berlînê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwan li Berlînê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan

Ciwan li Berlînê li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan

Hêzên Parastina Hewayî Ji hewayê li baregeheke artêşa Tirk dan

Hêzên Parastina Hewayî Ji hewayê li baregeheke artêşa Tirk dan

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.