Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Em bi zimanê xwe Kurd in

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/04/2021 - 0:04
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HDP’ê dest bi kampanyaya zimanê kurdî kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Aslan ASLAN nivîsand
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo zimanê Kurdî tiştek nemaye ku bi serê Kurdan nehatiye. Kurd ji ber zimanê xwe hatin girtin û qetilkirin, û ev yek hê jî dewam dike. Li Tirkiyê Kurdek nikare bi awayekî azad qala nasnameya xwe bike û bi zimanê xwe biaxive. Meseleya ziman jî meseleyeke siyasî ye û yekser bi polîtîkaya dewleta Tirk re têkildar e.

Hema bêje her kes dizane ku ziman nasnameya mirovan nîşan dide. Heger tu bi zimanê xwe neaxivî û bi zimanê xwe ranebî, wê demê tu ji nasnameya xwe dûr dikevî. Îca, du aliyên vê meselê hene. Ya yekemîn zext û zora dewleta dagirker li ser Kurdan û zimanê wan e. Îro bi milyonan Kurd li bajarên Tirkiyê bi cih bûne yan jî di dema xwe de koçber bûne.

Dema ku ev milyonan kes çûne wan bajaran, ji neçarî dûrî zimanê xwe ketine. Di salên 1990’î de li bajarên Tirkan axaftina zimanê Kurdî yekser Kurdbûna te nîşan dida. Ji ber vê yekê jî pirraniya Kurdan berê xwe dan zimanê Tirkî. Ji bo ku nasnameya wan eşkere nebe xwe li zimanê Kurdî nekirin xwedî. Ev nifşê ku em behsa wê dikin, bûn xwedî zarok yan jî zarokên wan mezin bûn. Ev zarok û ciwan jî bi zimanê Tirkî rabûn û mezin bûn. Hem ji welat dûr ketin hem ji zimanê xwe. Vê yekê nasnameyeke din derxist holê. Li Bakurê Kurdistanê jî ji ber zimanê wan êşkence li Kurdan hat kirin û ew hatin girtin.

Ya duyemîn jî meseleya Kurdan e. Yanî Kurdan çiqasî ev ziman parast û xwedî lê derketin. Gelek kesan bi bahaneyên cûda zimanê xwe bi kar neanî. Hinekan dê û bavê xwe gunehbar kir û got, sûcê wan bû. Û ev pêvajo hê jî dewam dike.

Ji bo parastin û bikaranîna zimanê Kurdî di nava 20 salên dawî de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gelek xebat hatin meşandin. Dehê caran kampanya hatin ragihandin. Li dijî astengî û qedexeyên dewletê berdêlên giran hatin dayîn û hê jî tên dayîn. Herî dawî jî ji bo ku zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê, kampanya hat destpêkirin. Lê xuya dike ku ev kampanya zêde derneketiye pêş. Ji ber ku hê jî bi milyonan Kurd bi girîngiya wê nehisiyane. Îro em dibînin ku li ser medya dîjîtal jî bikaranîna zimanê Kurdî qels e. Bi milyonan Kurd medya dîjîtal bi kar tînin, lê ne bi zimanê xwe. Stran tên gotin ne bi zimanê xwe. Pirtûk tên nivîsandin ne bi zimanê xwe. Eger stran û pirtûkên me ne bi zimanê me bin, wê demê em doza çi dikin. Dewletek zimanê xwe li te ferz dike û bi wî zimanî te dikuje. Lê dîsa jî tu wî zimanî bi kar tînî. Em aşiqê dijminê xwe ne gelo?

Heger em Kurd bin bi zimanê xwe em Kurd in. Heger stran û pirtûkên me bi zimanê Tirkî bin, ti feydeya me ji me re tineye. Ew stran û pirtûk wê di xizmeta dijmin de bin. Gelek kes bi dek û dolabên vê dewleta barbar xapiyan. Yek ji wan kesên pêşengiya xebatên zimanê Kurdî dikir, mamoste Kadrî Yildirim bû û beriya bi çendekê wefat kir. Mamoste Kadrî di zanîngeha dewleta Tirk de beşa Kurdolojiyê ava kir. Wî destpêkê bawer dikir ku ev dewlet wê mafê perwerdeyê bide Kurdan. Lê bi demê re dît ku ne wilo ye. Mamoste Kadrî li meclîsa Tirk di axaftineke xwe de dibêje; we ez jî kirim amûrê xwe û bi kar anîm. Ji ber vê yekê ez bûm hedefa rexneyên siyaseta Kurd. Lê bi demê re hat dîtin ku siyaseta Kurd rast dibêje. Mamoste Kadrî piştî bi salan fêm kir ku meseleya dewleta Tirk a bi Kurdan re tinekirina wan e. Yanî ji binî ve meseleyeke siyasî ye.

Îro li Tirkiyê zimanê Kurdî hê jî qedexe ye. Dewleta Tirk televizyon û zanîngeh vekirine, lê ew televizyon û zanîngeh Kurdan nîşan nadin û cih nadin Kurdan. Kurd bi zimanê xwe nikarin perwerde bibin û nikarin qala nasnameya xwe bikin. Di rewşeke wiha de divê têkoşîna me ya ji bo ziman di asta herî jor de be. Heger em hene û em ê hebin, divê zimanê me li her derê hebe.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa gerîla – Ew Roja Pîroz

Nivîsa Pêş

Ciwanên Welatparêz nivîsandin: “Rêbertiya me vîna me ye”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Welatparêz nivîsandin: “Rêbertiya me vîna me ye”

Ciwanên Welatparêz nivîsandin: "Rêbertiya me vîna me ye"

Gerîlaya YJA-STAR’ê bang li malbata xwe kir: “Em ji bo we şer dikin”

Gerîlaya YJA-STAR'ê bang li malbata xwe kir: "Em ji bo we şer dikin"

Manşet

  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin
  • Li Stuttgartê, Endamên Ciwan Ên TCŞ Li Dijî Dagirkeriyê Afîşan Daliqandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.