ÊLIH – Bi minasebeta 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan, li Kurdistan û gelek deverên cîhanê şahî û çalakî têne li dar xistin.
Li Taxa Yeşiltepe ya Êlih, gel di pêşengtiya ciwanan de roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi coş û moralek mezin pîroz kir. Di pîrozbahiya ku fîşekên hewayî hatin teqandin de gel bi siloganan taxan de meşiyan. Ciwan û gel timûtim dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin, bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan destpêkirîbû.


